• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

    Li 56 girtîgehên Îranê banga mezinkirina têkoşînê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

    Li 56 girtîgehên Îranê banga mezinkirina têkoşînê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tirkiye li Sûriyeyê dagirkeriyê li pêş dixe!

Navenda Nûçeyan / AW

19 TEBAX 2025 - 09:15
Kategorî: ROJANE
A A
Tirkiye li Sûriyeyê li kêleka dagirkeriya leşkerî, dest bi dagirkeriya aborî û bazirganiyê jî kiriye. Bi dehan şirketên mezin ên nêzî desthilata AKP’ê û Artêşa Tirkiyeyê, qadên avahîsazî, enerjî, banka, çîmento, tekstîl, xurek, telekomînîkasyon û rê dagir kirine.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) derbarê dagirkeriya aborî ya li Sûriyeyê nûçeyek amade kir. Li gorî vê nûçeyê alozî û qeyrana Sûriyeyê ku 15ê Adara 2011an dest pê kir, li gel 14 salên derbas bûne hêj jî berdewam dike. Qeyrana heta sala 2024an a di aliyê leşkerî, koçberî, hilweşandin û komkujiyan berdewam kiriye, bi hevkariya hêzên herêmî û navnetewî re aboriya welat jî ji vê dagirkeriyê para xwe girt.Her hêzek di bin navê alîkarî û çareseriyê de destwerdan dike û hewl ji dewlemendiyên Sûriyeyê sûd bigirin.

Yek ji van welatan jî  Tirkiye ye. Desthilata AKPê ji sala 2013an ve bi rêya komên çete di aliyê leşkerî de destwardana herêmê kir. Ji sala 2016an ve jî rasterast destwerdana leşkerî kir û herêmên Cerablûsê, Idlib, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Dagirkerî berfireh dibe

Li herêmên dagirkirî dewleta Tirk ji perwerdeyê heta şaredarî, tenduristî, çandî, îdarî û aborî pergalek weke ya li Tirkiyê çêkir. Li dibistanan perwerde bi zimanê Tirkî hat dayîn, ala Tirkiyê hat daliqandin, li bazaran pereyê Tirkiyê hat bikaranîn. Walî û qeymeqamên bajarên li ser sînor, di heman demê de herêmên dagirkirî bi rê ve dibin. Bi taybet aborî ket bin kontrola şirketên Tirkiyeyê. Lê heta niha der barê hejmara şirketên Tirkiyeyê yên li van herêman de agahiyek zelal nehatiye bidestxistin.

Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê herêmên dagirkirî talan kirin, ji daran bigire heta bermahiyên dîrokî dizîn û derbasî Tirkiyeyê kirin. Bi taybet zeviyên zeytûnan ku ji sedî 25ê zeytûnên Sûriyeyê pêk tê, hatin talan û wêrankirin. Der barê mijarê de gelek belge, dîmen û foto di ragihandinê de hatine weşandin.

Zirara aborî zêde bû

Piştî ku rejîma Baas di 8ê Kanûna 2024an de hilweşiya û HTŞê bû desthilatdar, dewleta Tirk giranî da destwerdana aborî û bazirganiya Sûriyeyê. Li gorî raporek Banka Cîhanê ya Sibata 2023yan, di 12 salên aloziyê de aboriya Sûriyeyê têk çû, li 14 bajar û sektorên sereke yên Sûriyeyê ji 2011an heta Sibata 2023an 11.4 milyar dolar ziyan çêbû.

Li gorî hin lêkolînan, Tirkiye xwest ji vê yekê sûd bigire û dest biavêje aboriya welat. Di lêkolînek Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê de, tê gotin ku dewleta Tirk di 13ê Nîsana 2025an de waliyê bajarê Antakya yê Tirkiyeyê, 16 bazirgan şandin Helebê. Kesên hatine şandin li Helebê bi miftî Îbrahîm Şeşo, rêveberê kar û barên siyasî Saad Naasan, cîgirên waliyê Helebê, serokê Encûmena Bajêr Mihemed Elî Ezîz û berpirsiyarê polîsên Helebê Ehmed Latûf ên hikumeta HTŞê re hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de biryara lêkolînkirina cihên aborî yên herêmê hat girtin û dest bi lêkolînan hat kirin.

15 sal dê di bin kontrola Tirkiyeyê de bin

Piştî civîn û hevdîtinan, şandeya Tirkiyeyê serdana herêma pîşesaziyê ya Helebê ya li taxa Şêx Necar kir, li kargehên hesin, sac, kablo, traktor, xwarin û tekstîlê geriya û bi serokê Odeya Pîşesaziyê ya Helebê re hevdîtin kir. Şandeyê her wiha serdana herêmên pîşesazî yên Hema, Hums û Şamê jî kir.

Piştî lêkolînan biryar hate dayîn ku kargeh û dikanên pîşesaziyê yên kevin werin nûkirin, an jî ji nû ve werin avakirin. Lêçûnên çêkirina dikanên di şer de zirar dîtine, dê nîvî ji aliyê Banka Sûriyeyê û nivî jî ya Tirkiyeyê ve were dayîn. Cihên ku hatine nûkirin an jî avakirin dê heya 15 salan di bin serweriya şîrketên Tirkiyeyê de bimînin û ji sedî 75 dahatûya wê dê ji şirketan re be. Ji bo rêvebirina vê plansaziyê jî mekanîzmayek hat avakirin.

Hevdîtinên Şam û Enqereyê

Li aliyekî ev hewldan çêbûn, li aliyê din di navbera Enqere û Şamê de tirafîkek zêde ya hevdîtinan çêbû. Yek ji mijarên sereke yên van hevdîtinan jî aborî û bazirganî bû.

Roja 2ê Tebaxa 2025an li bajarê Kilîsê yê Tirkiyeyê xeta boriya xaza xwezayî ya Tirkiye-Sûriyeyê bi merasimekî hat vekirin. Bi vê xetê re wê xaza xwezayî ya Azerbeycanê di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bê kirin.

5ê Tebaxa 2025an li Wezaretxaneya Bazirganiyê ya Tirkiyeyê, Wezîrê Bazirganiyê yê Hikumeta Veguhêz Nîsal Şaar û Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat protokola avakirina “Komîteya Hevbeş a Aborî û Bazirganiyê ya Tirkiye-Sûriyeyê” îmze kir.

Şîrketên Tirkiyeyê li Sûriyeyê zêde dibin

Di encama van hevdîtinan de holding û şirketên mezin ên nêzî hikumeta AKPê û artêşa Tirk hîn zêdetir ketin nava sînorên Sûriyeyê.

Van şirketan bi taybet di qadên avahîsazî, enerjî, banka, çîmento, tekstîl, xurek, telekomînîkasyon û rê de dest bi kar kirin.

Şîrketên Tirkiyeyê yên li herêmên dagirkirî kar dikin û niha jî xwe amade dikin bi rêveberiya Colanî re belavî tevayî Sûriyeyê bibin, ev in:

Kalyon Holding: Di qadên avahîsazî, binesazî, rêyên bejahî, rêyên hesinî, xetên derbaskirina deryayî, gaza xwezayî, çêkirina balafirgehan û enerjiyê de kar dike.

Şîrketên Enerjî û Avahîsaziyê: Kalyon GES Enerjî

Cengiz Enerjî: Ev şîrket bi projeyeke 7 milyar dolarî li ser danîna pergala elektrîkê ya Sûriyeyê dixebitin.

Enka Înşaat: Yek ji şîrketên mezin ên avahîsaziyê ye.

Şîrketên Çîmento û Pola: Bursa Çimento û Oyak Çimento (Oyak holdingek ku ji gelek şirketan pêk tê û girêdayî artêşa Tirkiyê ye)

Emlak Konut – Avahîsazî

PTT (Rêxistina Poste, Telefon û Telgrafê), Türk Telekom: li herêmên bakurê Sûriyeyê projeyên xwe dest pê kirine. Ev tê wateya ku înternet û telekomînîkasyona Sûriyeyê di bin kontrola Tirkiyeyê de bin.

ET Energy, Catoni Group: Xizmetên veguhastinê.

Li ser avakirina Sûriyeyê qala 400 milyar dolarî tê kirin ku şîrketên Tirkiyeyê dikarin di projeyên avahîsazî, stasyonên hêzê û nakliyatê de beşdar bibin.

Ziraat Bank xwe amede dike ku ji derveyî herêmên dagirkirî, şaxên xwe li herêmên din ên Sûriyeyê jî veke.

Ev şîrket bi giştî di warên avahîsazî, enerjî, nakliyat û çêkerina xurekê de dixebitin û piştî hilweşandina hikumeta Esed derfetên nû yên mezin li ber wan vekirine.

Kalyon Holding û Cengiz Holding 2 şîrketên mezin ên Tirkan in, wek hevkarên sereke di projeyên mezin ên Sûriyê de cih digirin. Ev her du şîrket di van projeyên girîng de beşdar in:

Projeya enerjiyê (7 milyar dolar): Projeyeke girîng e ku 5 hezar megawatt kapasîteya wê ya hilberandina enerjiyê heye, bi mebesta dabînkirina zêdetirî ji sedî 50yê hewcedariya elektrîkê ya Sûriyeyê.

Projeya balafirgeha Şamê (4 milyar dolar): Ev proje bi armanca berfirehkirina balafirgeha Şamê ye da ku kapasîteyê wê di salekê de bigihêje 31 milyon rêwiyan.

TAV Construction/TAV Airports jî wek şîrketeke sereke di projeyên balafirgehê de beşdar e.

Formul Plastik: Boriyan hildiberîne.

Kipaş Holding: Di sektora tekstîlê de dixebite û dixwaze navendên hilberandinê li Sûriyeyê ava bike.

Li gorî daneyên fermî bazirganiya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de:

Di sala 2024’an de: 2.6 milyar dolar

Di 7 mehên destpêkê yên sala 2025’an de: 1.9 milyar dolar

Hedefa ji bo sala 2025’an: 5 milyar dolar e.

Etîket: AborîDagirkerîSûriyeTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Bolîvyayê xwepêşandan: Kesek mir 100 kes hatin binçavkirin

Li Bolîvyayê xwepêşandan: Kesek mir 100 kes hatin binçavkirin

19 GULAN 2026
Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

14 GULAN 2026
Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

12 GULAN 2026
 Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

 Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

1 GULAN 2026
Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

23 NÎSAN 2026
NY: Tevgerên leşkerî yên cîranan li Suriyeyê aramiyê têk dibin

NY: Tevgerên leşkerî yên cîranan li Suriyeyê aramiyê têk dibin

23 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Weqfa Mezopotamyayê Ferhenga Rastnivîsê çap kir

    Weqfa Mezopotamyayê Ferhenga Rastnivîsê çap kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdan hilbijartinên Şamê red kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kargeha Hunerê ya Yektayê hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kongoyê 118 kes ji şewbeya Ebolayê mirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kongreya Azadî ya Îranê 13 endamên konseyê hilbijart

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Goristana Gaziyê bernemeya bîranînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (512)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne