Welatiyên Amedê bertek nîşanî êrişên ser Rojava dan û wiha gotin: “Em zilma ser Rojava tê meşandin qebûl nakin. Divê em ji bo Rojava bibin yek.”
Çeteyên HTŞê, DAIŞê, SMOyê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên birêvebirin, êrişên xwe yên li dijî Rojava didomînin. Li dijî êrişên ser Rojava li Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û gelek welatên cîhanê Kurd û dostên Kurdan çalakiyên li dar dixin. Welatiyên Amedê jî ji bo piştgiriya Rojava bikin her roj çalakiyan li dar dixin û nerazîbûna xwe nîşan didin.
Welatiyên Amedê, têkildarî êrişên çeteyan yên ser Rojava û metirsiyên ser statûya Kurdên Rojava ji ajansa me re axivîn û gotin: “Em êrişên ser Rojava qebûl nakin. Divê em ji bo Rojava bibin yek.”





















