Mûş – Li Bajarokê Vartînîsê di 3yê Cotmeha 1993yan de leşkeran bi ser gund de girtibû û ji malbata Ogut dayik, bav û 7 zarokên wan di malê de şewitandibûn. Di doza Vartînîsê de bêyî bersûc bên cezakirin dosye bi hinceta “demboriyê” hat girtin. Malbata Ogut, li dijî vê yekê serî li AYMê da û li benda biryarê ne.
Li Bajarokê Vartînîsê ya bi ser navçeya Têlî (Korkût) a Mûşê ve di 3yê Cotmeha 1993yan de malbata Mehmet Nasir Ogut û Eşref Ogut û zarokên wan Sevîm Ogut (13), Sevda Ogut (12), Mehmet Şakir Ogut (11), Mehmet Şîrîn Ogut (8), Aycan Ogut (5), Cîhan Ogut (4) û Cînar Ogut (3) ji aliyê leşkeran ve hatibûn qetilkirin. Bersûcên qetlîamê, Serpelê Cendirmeyan Bulent Karaoglû, Fermandarê Boluka Hêzên Taybet a Cendirmeyan a Navçeya Dêrxasê Serpel Hanefî Akyildiz, Midûrê Şaxa Hêzên Taybet a Emniyeta Mûşê Şerafettîn Ûz û Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a gundê Gokyaziya Dêrxasê Tûrhan Nûrdogan bi salan hatin darizandin, lê belê tevî hemû bertekan jî di dema lêpirsînê de nehatin girtin. Heta dadgehê derbarê bersûcan de biryara beraetê da û dadgeha bilind jî, ji bilî Bulent Karaoglû, biryara beraetê ya derbarê Hanefî Akyildiz, Şerafettîn Ûz û Tûrhan Nûrdogan de qebûl kir. Herî dawî jî derheqê bûyerê de biryara “demboriyê” hat dayîn û ser dozê hate girtin.
Fermandarê Cendirmeyan gefê li gundiyan dixwe
Ev bûyer piştî kuştina binefserekî ya di pevçûneke li herêma çiyayê bakurê Vartinisê de qewimî. Di 2yê Cotmeha 1993yan de di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirk de li herêma çiya ya li Vartînîsê şer derdikeve û di vî şerî de binefserek tê kuştin. Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeya Dêrxasê Bulent Karaoglû, dema ku bi cenazeyê binefser re di nav Vartinisê re derbas dibe, ji wesayîta xwe peya dibe û dibêje, “Ez ê îşev vî gundî bişewitînim, ez ê gund bi ser we de hilweşînim” û guleyan berî hewayê dide û diçe. Nîvê şevê li gund operasyonek bi beşdariya hêzên taybet, komando û bi sedan leşkeran dest pê dike. Di vê operasyonê de xaniyê malbata Ogut tê şewitandin, gundî li meydana gund tên komkirin û li gorî daneyên fermî yên Walitiya Mûşê 8 gundî bi hinceta “alîkariya rêxistinê kirine” tên binçavkirin. Gelek gundî jî tên îşkencekirin.
Serdozgeriya DGMê ya Amedê dozê digire
Aysel Ogut dema roja mala wan tê şewitandin 17 salî bûye û ew roj ji ber li mala mamê xwe bûye, ji qetlîamê xelas dibe. Aysel Ogut derbarê qetlîamê de gilî dike, lê belê, Serdozgeriya Giştî ya Mûşê biryar dide ku ew nexwedî erk e ku dozê veke û dosya ji Serdozgeriya Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê re dişîne. Serdozgeriya Dadgeha Ewlehiya Dewletê bûyer weke “kiryarek terorîstî ya nediyar” bi nav dike û bêyî ku lêpirsînek bibandor bike ser dozê digire.

Piştî 10 salan doz tê vekirin
Li ser vê yekê di sala 2003yan de Aysel Ogut careke din gilî dike û vê carê lêpirsîn tê destpêkirin. Piştî 10 salan ango di sala 2013an de doz tê vekirin. Di dema bûyerê de Serpelê Cendirmeyan Bulent Karaoglû ku wê demê weke Fermandarê Cendirmeyan a Dêrxasê (Haskoy) peywirdar bû, Fermandarê Boluka Hêzên Taybet a Cendirmeyan a Navçeya Dêrxasê Serpel Hanefî Akyildiz, Midûrê Şaxa Hêzên Taybet a Emniyeta Mûşê Şerafettîn Ûz û Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a gundê Gokyaziya Dêrxasê Tûrhan Nûrdogan wekî bersûc hatin darizandin.
Dadgeh derbarê bersûcan de biryara beraetê dide
Di rûniştina dozê de ku ji ber sedemên ewlehiyê li Kirikkaleyê di 10ê Hezîrana 2015an de hate lidarxistin, dozger, di mutalaya xwe ya esas de bi hinceta “sedema mirinê ya ji ber îhmalkariyê” daxwaza cezayê hepsê kir. Dozger, daxwaz kir ku ji bo her mirinekê 25 sal, bi giştî 180 heta 225 salan cezayê hepsê li bersûcan bê birîn. Lê belê di rûniştina dozê ya 1ê Adara 2016an de hemû bersûc bi hinceta “têrnekirina delîlan” hatin beraetkirin. Parêzerên Aysel Ogut li dijî biryara beraetê îtîraz dikin û dosyeyê şandin dadgeha bilind. Di 26ê Çileya 2021an de, Daîreya 1emîn a Dadgeha Bilind piştî nirxandina dosyeya îstînafê biryara beraetê ya derbarê bersûc Tûrhan Nûrdogan, Hanîfî Akyildiz û Şerafettîn Ûz de qebûl kir.
Ji ber sedema ‘demboriyê’ dosye hate girtin
Dadgeha Bilind, biryara beraetê ya li dijî bersûc Bulent Karaoglû betal kir. Dadgeha Bilind, bi hinceta ku li gorî gotinên hevbeş ên şahid û mexdûran, Karaoglû di roja bûyerê de gotiye “Em ê îşev werin û gund bişewitînin” û bûyer li gorî ferman û talîmatên wî qewimî ye, vê biryarê dide. Piştî vê biryarê, dadgeh di rûniştina ewil de ji bo Karaoglû biryara girtinê dide. Lê belê biryara girtinê nayê bicihanîn û Karaoglû nayê girtin. Herî dawî 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê di 4ê kanûnê 2023an de biryar da ku bi ser bûyerê re 30 sal derbas bûye û biryara “demboriyê” da. Li dijî vê yekê malbatê jî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) daye û li benda biryarê ye.













