Îranê wekî bersiva êrişên Îsraîlê bawergehên leşkerî yê DYAyê yên li Iraq, Kûwêt, Behreyn, Qeter û Yekîtiya Îmaretên Ereb hedef girtin. Her wiha li hind deveran moşekên Îranê hatin xistin û têkildarî encamên êrişan agahiyek zelal nîne.
Îranê ragihand ku piştî êrîşên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) baregehên DYAyê yên li gelek welatên Rojhilata Navîn hedef girtine. Li gorî medyaya fermî ya Îranê, êriş bi fûze û balafiran hatine pêkanîn.
Iraq: Tevgera fûze û balefirên şer heye
Li gorî çavkaniyên leşkerî li Iraqê, li bajarên Bexda, Nînewa, Babil, Selahedîn, El Musena û Kerkûkê tevgera balafir û fûzeyan hate tesbîtkirin. Hate ragihandin ku li Daqûqê fûze bi nizmî derbas bûne û balafirên şer jî li ser herêma El Remadiyê digerin.
‘Baregehên Haştî Şabî hatin bombebarankirin’
Di heman demê de çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku li herêma Cerf El Sexir a bakurê parêzgeha Babilê cihên girêdayî hêzên Heşdî Şabiyê hatine bombebaran kirin. Di encama êrişê de kuştî û birîndar hene, lê hejmarên fermî hîn nehatiye ragihandin.
Kûwêt û Behreyn
Li Kûwêtê rewşa awarte hate ragihandin û tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin. Li Behreynê jî navenda xizmetguzariyê ya girêdayî cihê keştiyan a DYAyê bi fûzeyan hate hate girtin. Li gorî agahiyên destpêkê li herêmê teqîn çêbûne.
Moşekên Îranê gihiştin Qeter û Îmaratê
Rayedarên Qeterê ragihandin ku wan du moşekên ku ji aliyê Îranê ve hatine avêtin asteng kirine û ji ber rewşa ewlehiyê tevgera balafiran bi demkî rawestandine. Li Îmaratên Yekbûyî yên Ereb jî dengên teqînan hatine bihîstin û li hin balafirgehan tevger bi demkî sekinî.
Li Sûriyeyê moşek hate xistin
Li Sûriyê, li bajarê Inxel ê girêdayî gundewarê Darayê moşek ketine û li paytexta Şamê jî dengên teqînan hat ragihandin.
Rageşiya li herêmê zêde dibe
Êrişên dawî nîşan didin ku pevçûnên di navbera Îran, Îsraîl û DYAyê de niha derbasî qonaxeke berfirehtir bûye û herêmên cihêreng ên Rojhilata Navîn jî ketine nav qrîzê. Heta niha ji aliyê DYAyê û welatên têkildar ve li ser asta ziraran daxuyaniyeke fermî ya berfireh nehatiye dayîn.













