Hêzên hewayî yên Amerîka û Îsraîlê, li Tehranê Qesra Serokkomar û Konseya Ewlekariyê ya Îranê bombebaran kirin. Saziyên mafên mirovan diyar kirin ku rewşa girtiyên li Girtîgeha Evînê tên ragirtin, nayê zanîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Hewgaw ragihand ku vê sibehê Amerîka û Îsraîlê bi moşekan Girtîgeha Evîn ya li Tehranê û derdora Zanîngeha Îmam Hisên bombebaran kir. Hat gotin ku di encama êrişê de beşek ji dîwarên girtîgehê jî hilweşiya ye. Îsraîlê ragihand ku hêzên wan û Amerîkayê li Tihranê Qesra Serokkomarî û Konseya Ewlekariyê ya Îranê bombebaran kirine.
Hengaw eşkere kir ku ji roja despêkê ya şer ve, li girtîgeha Evîn rewşa awarte hatiye ragihandin, parêzvanên girtîgehê li cihê xwe nemane, deriyên girtîgehê girtî mane û girtî di rewşek zehmet û metirsîdar de dijîn.
Qesra Serokkomarî û Konseya Ewlekariyê ya Îranê hatin bombekirin
Her wiha Îsraîlê ragihand ku li paytexta Îran Tehranê hêzên wan û Amerîkayê êrişeke hewayî biriye ser avahiya Serokkomariya Îranê û Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Bilind a li Tehranê. Li gorî agahiyan artêşa Îsraîlê êrişa hewayî duh derengê şeve kiriye û li gorî agahiyê, balafirên şer ofîsên Serokkomariyê û avahiya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Bilind a bi serokatiya Alî Larîcanî ku li navenda rêveberiya siyasî ya Îranê de ye, bombebaran kirine. Derbarê xesara li avahî çêbûye agahiyên berfireh nehatin parvekirin.
Li Îranê 787 kes hatine kuştin
Heyva Sor a Îranê eşkere kir ku ji dema destpêkirina êrişên Amerîka û Îsraîlê vir ve li welêt herî kêm 787 hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê 153 navçe bûn hedefa bombeyan, 504 nuqte hatin bombebarankirin û bi giştî 1.039 êriş pêk hatine. Hat ragihandin ku ev dane xwe dispêrin raporên tîmên li qadê.












