Di pêşengtiya MEBYA-DERê de serdana gora kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hate kirin. Di serdanan de kesên jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn soza domandin têkoşînê hate dayîn.
Bi hatina Cejna Remezanê re serdana kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û heskiriyan tê kirin. Di pêşengtiya Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER) de serdana kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin.
Wan

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyan de Windakirine (MEBYA-DER), bi boneya Cejna Remezanê goristanên kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, li navçeyên Rêya Armûşê, Tûsba û Artemêtan ziyaret kirin. Di serdana goristanan de nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Parti, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdar bûn.
‘Têkoşîna we dê riya me ronî bike’
Hevseroka Şaxa MEBYA-DERa Wanê Hanîm Kaya di serdanê de axivî û got: “Îro em hatine serdana şehîdên xwe. Em hem cejna wan a Remezanê û hem jî Cejna Newrozê pîroz dikin. Bila ev her du cejn li gelê Kurd û Kurdistanê pîroz bin. Bi vê boneyê, em şehîdên ku ji bo gelê azad û Kurdistana azad canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin. Têkoşîna we dê riya me ronî bike.”
Piştre parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dindar jî axivî û soza domandina têkoşîna kesên ku di riya azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, da.
Amed

Di pêşengtiya Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER) ya Amedê di erefeya Cejna Remezanê de li Goristana Çemê Elîkan û Goristana Sîsê yên li navçeya Licê û Goristana Pîrejmanê ya li navçeya Pîranê goristanên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin.
Licê

Endamên MEBYA-DERa Amedê, parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) a Amedê Adalet Kaya, endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û malbat tev li serdana goristanê bûn. Malbata di nav gorên ku ji aliyê dewletê ve hatibûn tehrîbkirin geriyan û serdana gorên xizmên xwe kirin. Di serdanê de dua hatin kirin. Pişt re mele li ser goran Quran xwend.
Rêveberê MEBYA-DERê Şehmus Karadag di serdanê de axivî. Beriya axaftinê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Şehmûs Karadag ê li vir axaftineke kurt kir, wiha got: “Em mîrateye wan û ji bo xeyalên wan pêk bê ji îro şûnde divê em tekoşînê bilind bikin. Em cejna şehîdên xwe,cejna Rêberê Gelê Kurd û cejna gelê xwe pîroz dikin.”
Çemê Elîka

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, endamên MEBYA-DERê, Dayîkên Aştiyê, malbatên cangoriyan û gelek kesan serdana goristana li Çemê Elîkan kirin. Malbatan li ser gorên xizmên xwe dua kirin û li goristanê paqijî kirin. Di serdanê de ji bo cangoriyan deqîqeyek rêz hate girtin û pişt re dirûşma “Şêhîd namirin” hate berzkirin.
‘Em ê li pey rêça şehîdên xwe bin’
Endamê MEBYA-DERê Mehmet Emîn Kiliç got ku “Heke îro jiyaneke me ya birûmet hebe bi saya van şehîdan e” û wiha axivî: “Ji bo vê yekê heta nefesa me li cîhanê hebe, heta dilopeke xwînê di laşê me de hebe, em ê li pey rêça şehîdên xwe bin. Ji bo xewn û xeyalên wan ên nîvco mane em ê heta dawiyê li pey rêça wan bin.”
‘Piştgiriyê didin vê pêvajoya ku Rêber Apo daye dest pê kirin’
Abbas Şahîn jî bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha got: “Dayik bi salan e bi hêsirên çavan li benda zarokên xwe ne, em gihiştine qonaxeke dîrokî. Pêwîst e em bi hev re xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Ji bo ku careke din xwîna tu ciwanî neyê rijandin û dayik hêsiran nebarînin, pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Em hemû piştgiriyê didin vê pêvajoya ku bi înîsiyatîfa Rêber Apo hatiye destpêkirin. Ev qonax vê peyamê dide tevahiya cîhanê: ‘Em dikarin şert û mercên jiyana hevpar çawa ava bikin?’ Di hevdîtinên ku niha birêz Ocalan li ser maseya çareseriyê bi rayedarên dewletê re pêk tîne de, encama derketî holê ev e: Divê dev ji polîtîkayên ku sedsal in tên meşandin, were berdan. Em hewl didin zemîneke wiha ava bikin ku tê de gel bi hev re bi parvekirina êş û şahiyên xwe bijîn.”
Pîran

Endam û rêveberên MEBYA-DERa Amedê, Dayikên Aştiyê, parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren û malbatên ku xizmên xwe winda kirine jî li gundê Pîrêjmanê yê girêdayî navçeya Pîran a Amedê serdana goristanê kirin. Di serdanê de ji bo kesên ku jiyana xwe dest dane deqîqeyek rêz hate girtin û dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.
‘Mîrateyeke mezin ji me re hiştin’
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren ku di serdanê de axivî, da zanîn ku ew Cejna Remezanê û Newroza şehîdan pîroz dikin. Serhat Eren destnîşan kir ku wan di oxira jiyaneke bi rûmet de jiyana xwe ji dest dane û wiha axivî: “Weke tê zanîn hebûna gelê Kurd nedihate qebûlkirin lê van hevalên me ji tunebûnê gelek afirandin. Heke ku îro em Rojavayê Kurdistanê bibin xwedî maf saya cangorî û pakrewanên Kurdistanê ye. Heke îro em li Rojhilatê Kurdistanê nêzî azadiyê bûne saya şehîdên Kurdistanê ye. Heke em li Bakurê Kurdistanê ji her demê zêdetir nêzî azadiyê bibin saya cangorî û pakrewanên Kurdistanê ne. Wan ziman û çand û axa gelê xwe parast. Îro bi saya wan li Rojhilata Navîn aktorên sereke ne. Saya cangoriyên Kurdistanê bêyî gelê Kurd li Rojhilata Navîn tu gav nikarin bên avêtin. Mîrateyeke mezin ji me re hiştin. Tişta ku dikeve ser milê me ew e ku em xewn û xeyalên wan bi cih bînin em xwedî li mîrateya wan derkevin. Ji bo azadiya gelê Kurdistanê ji her demê zêdetir em têkoşîna xwe bi pêş ve bibin û azadiya gelê xwe misoger bikin. Ev soz me daye wan. Ez bi rêzdarî wan bi bîr tînim.”
Goristana Yenîkoyê

Endam û rêveberên MEBYA-DERa Amedê, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û malbatên ku xizmên xwe winda kirine serdana goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê ya Amedê kirin. Di serdanê de ji bo kesên ku jiyana xwe dest dane deqîqeyek rêz hate girtin û dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin.
Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Ramazan Dengîz jî got ku “Em Cejna Remezanê û Newrozê li şehîdan pîroz dikin” û wiha axivî: “Pakrewanên me di bihara emrê xwe de canê xwe ji bo vî welatî dan. Wan qehremanan ji bo gelê me ji bo Rojhilata Navîn perspektîfeke nû ava kirin. Îro ew felsefeya ku wan afirandiye li cîhanê belav dibe.”
Êlih

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîn ên Êlihê bi boneya hatine Cejna Remezanê li şeş cihan serdana goristanên kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de, jiyana xwe ji dest dane hate kirin. Di serdanê de Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, rêveber û endamên DEM Partî, DBP, MEBYA-DER, TUAY-DER, Dayîkên Aştiyê, OHD, ARÎ-DER, Çand û gelek endamên saziyên civaka sivîl di nav de amade bûn. Girseya ku li ser goristanê amade bûn ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin û piştî rêzgirtinê dirûşma “Şehîd Namirin” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” berz kirin.
‘Dê rêya wan rêya me ronî bike’
Rêveberê MEBYA-DERa Êlihê Şafî Aratemûr li ser goristanê li ser navê saziyê axivî û got: “Cejna Remezanê cejna Newrozê her du ketin rojekê, di serî de em bejna xwe li ber keda van kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane ditewînin. Her yek ji wan weke fermandarekî di dilê me de cihê wan heye. Dê tu carî ji dilê me dernekevin. Û bi vê yekê re em cejna wan jî bi dil û can pîroz dikin. Rast e, kêmasiyên me gelek in. Dema ku em li ber hin tiştan bisekiniyana dibe hinek hevalên me niha şehîd neketibûna. Ji ber ku em di hinek tiştan de kêm man em lêborîna xwe ji we şehîdan dixwazin. Em bejna xwe li ber dê û bavên şehîdan ditewînin û em dibêjin; Şehîd namirin, şehîd namirin.”
Serdan bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
SEMSÛR

Li Şemsûrê, di êvara cejnê de, bi pêşengiya MEBYA-DER’ê gorên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin. Rêveberên MEBYA-DErê, rêveberên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din, beşdarî serdana goristanê bûn.
Di serdana Goristana Karapinarê de, pêşî gorên şehîdên Çiyayê Bêzarê hatin ziyaretkirin. Qurnefîl li ser gorên 28 gerîlayên ku di sala 1994an de li Çiyayê Bêzarê bi çekên kîmyewî hatin kuştin hatin danîn. Piştî vê yekê, Hevberdevkê Şaxê MEBYA-DER a Semsûrê Kemal Taştan, axaftinek kurt kir û diyar kir ku ew kesên ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Taştan anî ziman ku kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ronahiya gelê Kurd in û got ku ew ê li ser şopa wan bimeşin.
Piştî axaftinan, girse serdana gorên şehîdên din ên ku di demên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane kir û qurnefîl danîn ser gorên wan. Girse bernameyê bi serdana gorên kesên ku di erdheja 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane bi dawî kir.
MÊRDÎN

MEBYADERê li Mêrdînê serdana goristanan kir. Li navçeyên Artuklu, Qoser, Nisêbîn, Stewrê, Dêrik, Şemrex, Mîdyad, Mehsertê, Kerboran û Rişmilê serdana gorên gerîlayên PKKê yên ku di demên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dan, hat kirin. Gelek kes beşdarî serdanan bûn. Bi taybetî serdana gorên gerîlayên PKKê yên ku di “Goristana Bêkesan” de hatin veşartin hat kirin û dua hatin kirin.
Li Goristana Kamor a li navçeya Artukluyê, serdana nêzîkî 57 gorên endamên ARGK, HPG û YPS-YPS/Jin ên ku cenazeyên wan hîn radestî xizmên wan nehatine kirin hat kirin. Di serdanê de ku nûnerên partiyên siyasî, hevşaredar û rêveberên komeleyan û Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin jî beşdar bûn, ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.
Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEBYADERê Salih Kuday pêşî axivî û diyar kir ku meha Adarê di dîroka Kurdan de meheke qehremaniyê ye û got: “Gelek Berîtan û Egîd derketin holê, tiştên ne gengaz kirin gengaz. Wan bi vî rengî kir ku Kurd anîn ser dika cîhanê. Ji ber vê yekê, em dixwazin ew li vir şad bin. Bila ew di aştiyê de razên. Bi mîlyonan kes ala ku wan hilgirtiye hildigirin.” Kuday di berdewamiyê de diyar kir ku ji bo ku di “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de jidilbûneke hevbeş çêbibe, divê dewlet gavan bavêje da ku cenazeyên kesên ku nasnameya wan nehatiye diyarkirin radestî malbatên wan bike û got: “Şerm e ku li ser cenazeyan avahî û navendên karsaziyê werin avakirin.” Kuday, her wiha bang li malbatan kir û ji wan kesên ku hîn cenazeyên zarokên xwe negirtine xwest ku nimûneyên xwînê bidin. Kuday destnîşan kir ku komele amade ye ku her cure piştgiriyê bide û got: “Ev şehîd, rûmeta mirovahiyê ne.”
Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş Altinê diyar kir ku serdana goristanê derfetek daye wan ku careke din rastiya xwe bibînin û got: “Li Kurdistanê, di 50 salan de qehremanên bênav hene. Bi her gavekê re, xwîna şehîdekî, şehîdekî bênav heye. Îro em bi vê rastiyê re rû bi rû ne.” Berîtan Guneş Altinê anî ziman ku ger aştî pêk were divê bîranîna van qehremanên bênav zindî bimîne û got: “Em careke din dubare dikin ku em ê xwedî li bîranîna wan derkevin.”
RIHA
Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê û bi beşdariya gelek kesan, di êvara cejnê de, li Goristana Malbatê ya li Karakopru ya Rihayê, serdana gorên kesên ku di demên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, hat kirin. Ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hat girtin û dua hatin kirin.
Hevserokê Şaxa MEBYA-DER a Rihayê Erhan Akyilmaz diyar kir ku cejn rojên yekîtî, hevgirtin û bîranînê ne û got: “Di vê roja watedar de, em hatin cem hev da ku nîşan bidin ku em xwedî li mîrateya şehîdên xwe derdikevin. Wan ji bo jiyaneke birûmet, edalet û pêşerojeke azad şer kir. Îro, erkê me ew e ku em xeyalên wan zindî bihêlin, nirxên wan biparêzin û vê têkoşînê xurt bikin.”
STENBOL

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANKA-DER) bi bi boneya Cejna Remezanê serdanakesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane kir. Rêveberên ANKA-DER, Hevserokên DEM Partiyê yên navçeyên Stenbolê çûn Goristanên Tuzla, Sancaktepe, Karacaahmet, Ihlamurkuyu, Kucukyali, Gulsuyu, Kayabaş, Çatalca û Kanaryayê. Di ser goran de quran hat xwendin, dua hatin kirin. Malbatên şandeya ku serdana goristanan dikir pêşwazî kir. Şandeya serdanan dikir sersaxiya malbatan xwest û Cejna Remezanê li malbatan pîroz kir.













