Şerê Amerîka-Îsrîlê û Îranê her ku diçe berfirehtir dibe. Amerîkayê derbarê mudaxileyên xwe yên Îranê de daxuyanî da diyar kir ku ew ê kapasîtaya şer a Îranê têk bibin.
Îro jî ji gelek deverên Rojhilata Navîn agahiyên şer hatin parvekirin. Gelek êriş hatin kirin, herêm hatin bombekirin. Her diçe şerê Amerîka-Îsraîlê ya li dijî Îranê belavî Iraqê jî dibe.
Amerîka: Êrişên me dê hêj bandortir bin
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku ew dê diyar kir ku ew ê dest bi êrişa herî mezin a bombebaranê li dijî Îranê bidin destpêkirin û got ku ew ê rampeyên moşekan, tesisên hilberina moşekan têk bibin. Bessent eşkere kir ku Washingtonê ji bo ewlekirina çûn û hatina keştiyan a li Tengava Hurmizê pêngavên nû avêtine. Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê got ku pêwîst be dê Hêzên Deryayî ji keştiyan re eskortiyê bikin. Saziya Fînansê ya Bipêşketinên Navneteweyî ya Amerîkayê (DFC) ragihand ku ji bo ewlehiya keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin heta 20 milyar dolarî piştgiriya temînatê veqetînin.
Fermandarên pastarên Îranê nawêrin bikevin baregehên leşkerî
Hin leşker li Eyaleta Loristanê ji Ajansa Îran Internationalê re axivîn. Leşker di axaftinên xwe de dan zanîn ku piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê dest pê kirin û Serokê Olî Elî Xamaney û fermandarên payedar hatine kuştin, serfermandar û leşkerên Îranê jî tevlihev bûne. Her wiha leşker dan zanîn ku fermandarên payebilind nayên baregehên leşkerî û erka xwe dewrî leşkerên ji astên xwe jêrtir dikin.
Êrişên ser baregeh û herêmên parzûnkirina perolê
Li Bexdayê jî her diçe hejmara êrişan zêde dibe. Çapameniya Iraqê aşkera kir ku li dijî Baregeha Leşkerî ya Vîctoriayê êriş pêk hat. Ev baregeh di Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê de cih digire. Êrişê, koma Seraya Ewliya Demê girt ser xwe. Ev kom bi Berxwedana Îslamî ya Îraqê ve girêdayî ye. Lê tê zanîn ku Amerîkayê vê baregehê vala kiriye.
Li Iraqê êrişeke din li Besreyê li ser Parzûngeha Rûmêlay Bakur pêk hat. Ev parzûngeh 50 kîlometreyan dûrî Besrayê ye. Rezerva parzûngehê zêdetirî 17 milyar bermilê ye. Hate gotin ku li Iraqê ji ber fikara êrişan, hin tesîs xebatên xwe rawestandine.
Helîkopterên Amerîkayê Baregehên Haşdî Şabî xistin
Şerê Amerîka û Şaiyên li Iraqê her diçe germ dibe. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên heremî hatine girtin Helîkopteran Amerîkayê êrişê gundên Gube û Şirîxanê yên Musilê kirine. Livir baregeha Lîwaya 14an ya Ketayib Seyîd Şuhedayê heye. Ev bargehên Heşdî Şebiyê ye û Hevpeymaniya Çarçoveya Kordineya Şaiyan e.
Azerbaycan têkiliyên dîplomatîk yên bi Îranê re qut dike
Di bûyera 5ê Sibata 2026an de qewimiye herî kêm çar firokeyên bêmirov ji sînorê Îranê derbasî Komara Xweser ya Naxçivan a Azerbaycanê bûn. Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev êrîş wek “tevgereke terorîstî” bi nav kir, Îran sûcdar kir û gefa tolhildanê xwar. Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov ragihand ku personelên dîplomatîk ên li balyozxaneya Tehranê û konsulxaneya Tebrîzê dixebitin, ji Îranê hatine derxistin.
Lêbelê Fermandarê Hêzên Çekdar ên Îranê îdia kir ku ew tev li êrişê nebûne û ji bûyerê Îsraîl sûcdar kir.
Balkêşe ku piştî êrîşên Îsraîlê yên bi ser Îranê, Azerbaycanê soz da Tehranê ku ew ê nehêlin axa wan ji bo êrîşên li dijî Îranê were bikaranîn.

Îranê gefa êrişê li welatên heremê xwar
Berdevkê Baregeha Navendî ya Hatemul-Enbiya ya Îranê li ser şerê didome daxuyanî da ajansa Tesnîmê. Berdevk di daxuyaniyê de diyar kir ku li her cihê ku Amerîka û Îsraîl li dijî wan têkevin liv û tevgerê ew ê li dijî van hereman çalakiyan li dar bixin.
Rayedarên Îranê dev ji gefên sixêf bernadin
Her ku tirsa têkçûnê li rejîma Îranê zêde dibe rejîm berê xwe dide Kurdan û gefa Kuştinê li Kurdan dixwe. Duh Serokkomarê Îranê Mesoud Pezeşkiyan gefa kuştinê li Kurdan xwaribû. Îro jî hin rayedarên din ên Îranê di ser Ajansa Tesnimê de gefên kuştinê li Kurdan hatin xwarin û hat diyarkirin ku hêzên rejîma Îranê îro saet 04.30an de bi moşek û dironan êrişê baregehên leşkerî yên partiyên Kurd yên li Herema Kurdistanê kirine.













