Şerê Îranê û Amerîkayê didome. Daneyên heyî destnîşan dikin ku ev şer dê hê berxwe bike û ne diyar e kengî û bi çi awayî bi dawî bibe. Di rojên dawî de di Ewropa, Amerîka, Îsraîl û dewletên Rojhilata Navîn de rola partiyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê zêdir tê nîkaşkirin û parvekirin. Medyaya biyanî manîpûlasyona ku DYA û Îsraîl piştgiriya Kurdan dikin ku di şerê bejayî yê nav Îranê de cih bigire lê partiyên Kurdan vê yekê bi tundî red dikin. Ligel ku Kurdan daxuyand ew riya siyemîn dişopînin jî manîpûlasyon bi israr didome.
Berpirsên Îsraîlî û Amerîkî roja Çarşemê ji The Jerusalem Postê re û malpera Axiosê re axivîne û îdia kirin ku bi sedan şervanên Kurd li herêmên nêzîkî sînorê Iraqê û li hundirê Îranê dest bi operasyoneke bejayî kirine. Hate îdiakirin ku ev geşedan dikare li dijî Tehranê wekî eniyeke xurt zextê li ser rejîmê bike. Reutersê jî god ku ev hêzên Kurd li deverên çiyayî yên nêzî sînorê Îran û Iraqê cih girtine. Di heman nûçeyê de tê angaştin ku hin komên Kurd ji Washingtonê alîkariya leşkerî û agahdariya îstîxbaratê xwestine. Her wiha tê îdîakirin ku alîkarî ji bo hêzên leşkerî yên Îranê were qels kirin hatiye xwestin.
Malpera Middle East Eye: Îddîa nehatiye piştrastkirin
Malpera nûçeyan Middle East Eye jî di nûçeya xwe de bal dikşîne ser van angaştên medya navneteweyî û di dawiyê de dibêje ku komên Kurd îdîayên li ser operasyonê piştrast nekirine lê îdîa bi temamî jî red nekirine. Lê balkêş e ku ligel partiyên Kurd û di serî de PJAKê ev îdîa bi zimanek zelal red kirin jî hêj ev angaştên manîpûlatîfa tên domandin.
‘Hêza Partiyên Kurd heye li dijî Îranê operasyon pêk bîne’
Kanala nûçeyan a Îsraîlî ya 24NEWS li ser mijarê nûçeyek çêkir û heman angaşt dubare kirin. 24NEWS di nûçeyê de dibêji ku hêza partiyên Kurd ên Rojhilate Kurdistanê heye ku li dijî rejîma Îranê operasyonê pêk bînin û encamên xurt bi dest bixin. Kanal diyar dike ku partiyên Kurd yên Rojhilat vê di nava xwe de nîqaş dikin.
CNN: Kurdan daxwaza alîkariya îstîxbaratê kirin
CNN Înternatîonal jî îdia dike ku îhtimal heye ku CÎA ji bo zextên li ser rejîma Îranê zêde bike piştgirî bide partiyên Kurd yên li Rojhilatê Kurdistanê. Di hin medyayên Îsraîlê de jî tê gotin ku divê piştgiriya hêzên Kurd bê kirin û bi vê piştgiriyê rejîma Îranê hêj pirtir bê mijûlkirin. Li gorî van nûçeyan, ev plan dikare şert û mercên zêdebûna xwepêşandanên li dijî rejîmê baştir bike.
Li ser çavkaniyên ‘nediyar’ manîpûlasyon tê kirin
Ev angaşt û şîrove di medya cîhanê de tev li hev dibin û wekî manîpûlasyonek li dijî partiyên Kurd derdikeve holê. Dixuye ku hinek ji wan provakatîfin, hinek ji wan manipûlatîf in, hinek ji wan zêrandine û pirtirê wan jî rastiya geşedanan venabêjin. Îdîa heye lê çavkanî nîn e. Di ser çavkaniyên nediyar re şîrove û angaşt diçin û tên. Di serdemên wisa germ û krîtîk de rewşên bi van rengan hêj pirtir pêk tên. Pêdivî bi zimanê qadê heye. Qad û piratîka şênber xwe ji hemû aliyan baştir ji mirov re dide vegotin.
Pozîsyona partiyên Kurdan diyar e
Hêzên Kurd ên ku li ser sînorê Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê çalak in, komên opozîsyona çekdar ên sereke yên Kud in û li dijî rejîma Tehranê xwedî helwesta têkoşer in. Ev rêxistin ne tenê komên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê ne. Yek ser hêzên şervan ên Kurdistanê ne û piraniya wan li herêmên nêzîkî sînorê Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê ne û li dijî rejîma Îranê bi salan e têdikoşin. PJAK bi baregehên xwe û hemû xebatên xwe di nava xaka Rojhilatê Kurdistanê de ye û li dijî rejîma Îranê partiya muxalefet ya çekdar û siyasî ye. Partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî li Başûrê Kurdisanê di baregehên xwe de li dijî rejîma Îranê hêzên muxalîf yên çekdar û siyasî ne.
Çavkaniya çîroka tifaqa partiyên Rojhilatê Kurdistanê
Partiyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê piştî şerê Amerîka-Îsraîlê yê bi Îranê re 12 rojan dom kir, têkiliyên xwe xurtir kirin. Di encama danûstandinan de yekîtiya partiyên Rojhilatê Kurdistanê pêk hat û ji raya giştî re hate ragihandin. Ev hevdîtin bi taybet jî piştî yekrêziya gelê Kurd û dostên wan ya li kolanên Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê pêk hatî, bi lez bû û bi encameke erênî bi ser ket. Serkeftinên yekîtiyê bang û daxwaza gelê Kurd û dastên wan e. Ji bo têkoşîna rizgariya gelê Kurd û Kurdistanê kilîta çareseriyê ye. Lê ev yekîtî niha bi angaştên cuda wekî encama hewildanên Îsraîl û DYAyê tê berovajîkirin. Partiyên Kurd li hemberî vê yekê jî hişyariyên pêwist kirin.
Zagona şer û hevkariyê diyalektîk e û hev du xwedî dike
Armanc û hedefa partiyên Kurd parastina gelê Kurd û Kurdistanê ye. Dibe ku parastina gelê Kurd û Kurdistanê bi awayeke objektîfî sûdê bide hin derdorên din jî. Ev tişteke xwezahiye û di hemû geşedanan de wisa ye. Îtîfaq û hevkariyên demî û demdirêj jî li ser vê rastiyê tên çêkirin. Partiyên Rojhilatê Kurdistanê dê gelê Kurd û Kurdistanê li dijî rejîma Îranê diparezin. Îhtîmale ev têkoşîn bi awayeke xwezayî li hesabê Amerîka û Îsraîlê tê. Lê li şûna vê rastiyê bi israr hewil tê dayîn ku hêzên Kurd wekî hêzek li gorî hesabên hêzên hegemonîk tevdigere bê nîşan dan. Gelek derdor bi zanîn hewil didin vê têgihiştinê di serê mirovan de ava bikin. Sedemek nûçeyên manîpûlatîf jî ev lîstikên îstîxbarî ne.
Gefên rejîma Îranê didomin
Hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê bênavber hin navendên diyarkirî yên komên Kurd ên li Herêma Kurdistanê bi drone û moşekan bombe dike. Rejîm rasterast Rojhilatê Kurdistanê kiriye hedef. Di xwepêşandanan de jî herî zêde li bajarên Rojhilatê Kurdistanê komkujî pêk hatin. Ev di dîrokê de jî wisa ye. Bênavber êriş heye û berxwedan jî bênavber didome. Rast e şerê Amerîka û Îranê derfet diafirîne. Lê ev derfet ne yek aliye. Têkoşîna Kurdan ji bo rejîmê fikar û ji bo dijberên rejîma Îranê jî wek eniyeke hevpar tê hesibandin. Mixabin ev rastiya şer e û herkes neçare ku têkoşîna xwe li ser vê rastiyê bimeşîne.
Helwesta siyaseta Kurd riya siyemîn e
Bi vê boneyê divê li dijî nûçeyên manîpûlatîf û zirarê didin têkoşîna gelê Kurd a qedîm herkes baldar bibe. Gelê Kurd Îsraîl û DYA şerê rejîma Îranê bikin jî nekin jî dê têkoşîna mafên xwe yên xwezayî bide. Ji xwe daxuyaniya PJAKê ya wekî, “Em ne li rex hêzên derveyî şerê rejîmê dikin û ne jî rejîmê diparêzin” helwesta siyasî ya siyaseta Kurd û partiyên Kurd datîne holê. Ev helwest jî bêguman riya siyemîn e û ku demek dirêje ji hêla siyaseta Kurd ve tê meşandin.













