• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Mêhranê êrişa esmanî: 22 leşker hatin kuştin

    Li Mêhranê êrişa esmanî: 22 leşker hatin kuştin

    Rejîma Îranê girtiyan wek mertal bikar tîne

    Rejîma Îranê girtiyan wek mertal bikar tîne

    MEBYA-DER û TÛHAY-DERa Wanê li gel malbatan civiyan

    MEBYA-DER û TÛHAY-DERa Wanê li gel malbatan civiyan

    Îranê deriyên sînor ên Bajêrge û Kapikoyê girtin

    Îranê deriyên sînor ên Bajêrge û Kapikoyê girtin

    YRA: Agahî ji du rojnamegeran nayê wergirtin

    YRA: Agahî ji du rojnamegeran nayê wergirtin

    Li Îranê pergala îdarî têkçû, jiyana girtiyan di xeterê de ye

    Li Îranê pergala îdarî têkçû, jiyana girtiyan di xeterê de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Mêhranê êrişa esmanî: 22 leşker hatin kuştin

    Li Mêhranê êrişa esmanî: 22 leşker hatin kuştin

    Rejîma Îranê girtiyan wek mertal bikar tîne

    Rejîma Îranê girtiyan wek mertal bikar tîne

    MEBYA-DER û TÛHAY-DERa Wanê li gel malbatan civiyan

    MEBYA-DER û TÛHAY-DERa Wanê li gel malbatan civiyan

    Îranê deriyên sînor ên Bajêrge û Kapikoyê girtin

    Îranê deriyên sînor ên Bajêrge û Kapikoyê girtin

    YRA: Agahî ji du rojnamegeran nayê wergirtin

    YRA: Agahî ji du rojnamegeran nayê wergirtin

    Li Îranê pergala îdarî têkçû, jiyana girtiyan di xeterê de ye

    Li Îranê pergala îdarî têkçû, jiyana girtiyan di xeterê de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şerê Îsraîlê û Îranê di roja 3yemîn de ye: Trump banga teslîmbûnê li Artêşa Îranê kir TÊ NÛKIRIN

Navenda Nûçeyan / AW

2 ADAR 2026 - 00:00
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di daxuyaniyekê de derbarê operasyona bi navê ‘Hêrsa Destanî’ de agahiyên nû dan. Trump got ku di çarçoveya operasyona leşkerî de li seranserê Îranê li sedan hedefan dane.

Trump ragihand ku di êrişan de gelek tesîsên leşkerî û deryayî hetef hatine girtin û darbeyên giran li Îranê dane. Trump bang li Hêzên Parastina Şoreşê ya Îranê (IRGC) û polîsên leşkerî kir ku çekên xwe bihêlin û teslîm bibin. Trump soza destnedayînê da da leşkerên teslîm bibin da û wiha got: “Ger teslîm bibin, dê mafê destnedayînê bistînin. Lê ger berxwedanê bidomînin, dê bi mirina qetî re rû bi rû bimînin.”

Trump derbirî ku operasyon berdewam in û hêzên Amerîkî li herêmê di rewşeke çalak de ne.

Ji Îngilistan, Almanya û Fransayê biryara şerê li dijî Îranê

Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de kete roja 3yemîn. Bi kûrbûna şer alî jî zêdetir zelal dibin. Îngilistan, Almanya û Fransayê li ser şerê li dijî Îranê biryarek balkêş girtin. Sê welatan daxuyand ku dê li hemberî êrişên Îranê yên li ser welatên cuda bikevin nav tevgera berevaniyê. Ev biryara sê welatan wekî tevlêbûna şerê li dijî Îranê hate nirxandin.

Trump dîroka şerê da, sê an jî çar hefte

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser şerê Îran û Îsraîlê axivî. Trump diyar kir ku dê şerê bi Îranê re sê an jî çar hefteyan berdewam bike. Di berdewama axaftina xwe de Trump destnîşan kir ku darbeyên giran li Îranê xistine û peyama serkeftina xwe ya di şer de da.

Mûşekek Îranê li baregeha Pêşmerge ket

Hate ragihandin ku saet 21:45 deqîqeyan mûşekek ya Supayê Pasdaran a Rejîma Îranê arasteyî Baregeha Firqeya 11an a Fermandariya Devera Yek ya Wezareta Pêşmerge hate kirin. Berpirsê CPT-Kurdistan-Iraqê Kameran Osman ragihand ku êriş li sînorê bajarokê Dêgele ya dikeve ser Parêzgeha Hewlêrê pêk hatiye û di encama êrişê de ziyanên madî pêk hatiye.Li gorî agahiyên nûçeya Rojnewsˊê, di êrişê de ti ziyanên canî pêk nehatiye. Ziyanên madî çêbûne.

Îmaratên Yekbûyî yên Erebî balyozxaneya Tehranê girt

Îmaratên Yekbûyî yên Erebî li ser hesabê xwe ya Xê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku balyozxaneya xwe ya li Tehranê girtin, balyoz û hemû endamên mîsyona dîplomatîk paşve kişadin û êrîşên mûşekî yên Îranê şermezar kir.

Îranê êrişî kamp û baregehên 4 partiyên Rojhilat kir

Supayê Pasdaran ya rejîma Îranê bi rêya muşekan û balafirên bê mirov êriş bire ser 4 partî û kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kirin. Li gorî agahiyên hatin girtin saet ji 19:30 heta saet 20:10 deqîqeyan bi muşek û balafirên xwekujî êrişî baregeha partiya Komele ya li gundê Zirguêzele ya ser bi navçeya Tanceru ya Parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirine. Hate ragihandin ku di êrişan de kesek birîndar bûye. Ziyanên madî pir zêde hene.

Dîsa balafirên bê mirov û xwekuj êrişî Kampa Zewîye Spî ya Partiya Demokratîk ya Kurdistanê ya Îranê hatiye kirin. hate ragihandin ku berî bigihêje armancê hatiye teqandin.

Hate ragihandin ku bi muşekan êrişî baregeha Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ya li bajarokê Pirdê jî hatiye kirin. Ev muşek jî negihişte armanca xwe hatiye îmhakirin. Li bajarokê Sûrdaş balafireke bê mirov ya xwekuj ku arasteyî kampa partiya Komel hatibû kirin li esmanan hate teqandin.

Îsraîl û DYA hewil didin ku şerê li dijî Îranê derxin merhaleyek jortir. Ji bo vê yekê jî plansaziya bi destxistina qada hewayî ya Îranê ye. Li gorî Associated Pressê (AP) di nûçeya xwe de destnîşan kir ku hêzên Amerîka û Îsraîlê ji bo qada esmanî ya Îranê kontrol bikin bênavber êriş dikin. Hate ragihandin ku di van êrişan de hezar 200 bobe avêtin cîh û baregehên rejîmê. Li gorî agahiyê pir hindik maye ku kontrola qada hewayî ya Îranê bixin bin destê xwe.

Nûrî Malikî gefa tolhildanê da

Serokê Hevpeymana Dewlet Yasa Nûrî Malikî têkildarî kuştina Lîderê Olî yê Îranê Elî Xamineyî peyamek da û got: “Armanckirina Serokê Mezin ji derveyî sûcekî siyasî, dijminahiyeke eşkere ya li ser Îslamê û sembolên wê ne.” Nûrî Malikî destnîşan kir ku divê sûcdarên berpirsiyariya vê sûcê siyasî û exlaqî li ser stûyê xwe bigirin û got: “Helwest û aciziya girseyî wisa zû bi zû aram nabe.” Herî dawî Nûrî Malikî gefa tolhilînê da û got: “Alîgirên me wisa rê nadin ev sûcê dij mirovî bê bersiv bimîne. Bersiveke wisa emê bidin textê zaliman biheje.”

Trump: 9 keştiyên Îranê hatin têkbirin

Serokê DYAyê Donald Trump di parvekirina xwe ya li ser Truth Social de ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) neh keştiyên Îranê îmha kirine. Trump got: “Vê gavê agahî gihîşt min ku me 9 keştiyên Îranê îmha kirine û noqî avê kirine; hin ji van keştiyên mezin û girîng bûn.”

Trump diyar kir ku êrîşên li dijî keştiyên mayî berdewam dikin û wiha got: “Em li dû yên din in û ew jî dê di nêz de li binê deryayê bin” Her wiha wî da zanîn ku di êrîşeke cuda de, biryargehên deryayî yên Îranê jî bi piranî hatine rûxandin.

Îranê êrişî baregeha Selam a li Îmaratê kir

Wezareta Parastinê ya Îmaratê daxuyand ku Îranê êrişî baregeha Selam a Ebû Debî kir, di encamê de şewat derket. Wezaretê diyar kir ku “Îro 2 dronên Îranî depoyek li baregeha Selam a Behreynê li Ebû Debî bombebaran kir, di encamê de şewat li 2 sendoqên madeyên depokirî çêbû. Tîmên pispor hewl da şewatê kontrol bikin.” Wezaretê bi tundî ev êriş şermezar kir û ragihand ku binpêkirina serweriya neteweyî û qanûna navneteweyî ye û mafê wê yê bersivdanê heye.

Konsolosxaneya Amerîka ya Hewlêrê hat bombekirin

Çavkaniyeke Iraqî ragihand ku Konsolosxaneya Amerîka ya Hewlêrê bi dronan hatiye bombekirin. Dengê teqînên bihêz li derdorî deverê hatin bihîstin. Hate ragihandin ku komên çekdar ên ser bi rejîma Îranê ve ku weke ‘Parêzvanên Îslamî’ xwe bi nav dikin berpirsyariya êrişê jî girtin ser xwe.


Trump: 48 rayedarên Îranê hatin kuştin

Serokê Amarîkayê Donald Trump ji Fox Newsê re axivî û ragihand di êrişên Amerîkayê de 48 rayedarên Îranê hatine kuştin. Trump got: “Eger me bernameya wan a nuklere nekiribûna hedef, wê di nava du hefteyan de bibûna xwedî çeka nukleerî.” Trump êrişên bi hevkariya Îsraîlê ya li ser Îranê jî ‘serketineke bêhempa’ pênase kir û got: “Her tişt baş diçe.”

Her wiha Trump ji Kovara Atlantîcê re jî axivî û got: “Li Îranê lîderên nû dixwazin baxivin. Ez ê bi wan re baxivin. Divê ev yek berî niha bikiribûna.”

Li Mehranê 11 jê leşler 22 kes jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Mehranê ya eyaleta Îlamê ku li ser sînorê Îran û Iraqê ye, êrişek pêk hat û di êrişê de jê 11 leşker, bi giştî 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan, êriş li nêzî Qada Îmam Xumeynî li dijî Tabûra Sînor a Mehranê bi bombeyan ve pêk hatiye. Hate diyarkirin ku ev êriş ji aliyê hêzên Amerîka û Îsraîlê ve hatiye kirin.

Îranê êrişî keştiya balafirhilgir a DYAyê kir

Pasdarên Şoreşê yên Îranê ragihand ku wan êrişî baregehên Amerîka yên li herêmê kiriye. Hate diyarkirin ku li paytexta Doha ya Qeterê, Behreyn û li Îsraîlê dengen teqînan hatine. Pasdarên Şoreşê ragihand ku wan êrişî Îsraîlê kiriye.

Hate diyarkirin ku di encama êrişên Îranê de li Îsraîlê li Beyt Şemeş a nêzî Qudusê herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dane. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraqçî diyar kir ku dê “baregehên Amerîka yên li herêmê tune bikin”. Her wiha Îranê ragihand ku wan êrişî keştiya balafirhilgir USS Abraham Lincoln kiriye.

Baregeha Tharallahê têk biçe dê kontrol hêsan be

Di agahiya ajansê de tê aşkerakirin ku hêzên Îran û Amerîkayê baregeha Tharallahê dane ber bombe û moşekan. Ji aliyê rayagiştî ve jî tê zanîn ku baregeha Tharallahê bi êrişên biriye ser xwepêşandêrên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tê nasîn. Nûçe agahiya xwe dispêre artêşa Îsraîlê û dibêje artêşa Îsraîlê wiha gotiye: “Hêzên me baregehên rejîma Îslamî û sîstemên moşekên balîstîk kirine hedef.”

Navenda êrişên li ser xwepêşandanan bû

Li gorî agahiyan Îsraîl û DYA dixwazin Baregeha Tharallahê têk bibin. Li gorî agahiyan Îsraîl û DYA difikirin ku Tharallahê têk bibin dê qada hewayî ya Îranê bi hêsantir kontrol bikin. Ji ber ku ev baregeh wekî hestiyê piştê yê pergala hewayî ya Îranê tê zanîn. Her wiha ev baregeh li dijî xwepêşandanan jî wekî baregehekê hatibû bikaranîn.

200 balefirên şer li 500 hedefan dan

Li gor agahiya ajansê û artêşa Îsraîlê êrişa li dijî Îranê duh saet di 10:15an de des pê kiriye. Di êrişê de Tehran û cih û baregehên sereke hatine bombekirin. Artêşa Îsraîlê di nûçeya li ser mijarê de diyar dike ku artêşa wan bi 200 balafirên şer li 500 hedefên rejîma Îranê dane.

Cihên stratjîk bûn hedef

Cihên stratejîk ên îro li Îranê hedef hatin girtin, ev in: Baregeha Fermandariya Ewlekariya Mezin a Tehranê (FATEB), Baregeha Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariyê yên Îranê (FARAJA), Baregeha Navendî ya Sepahê Pasdaranê (Hêzên Parastinê Şoreşê), Baregeha Hevbeş a Sepahê Pasdaranê, Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê, Sazîya Seda û Sima (Radyoyê û Televîzyona Dewletê ya Îranê), Baregeha Sarallah (Bingeha Sepahê ku berpirsê ewlehiya Tehranê ye), Kompleksa Şehîd Dakayiki (Cihê rûniştinê / kompleksa lojîstîk a leşkerî), Navenda Rêxistina Îstîxbaratê ya Îranê (FARAJA)

Êrişên dijwar li ser Îranê didomin

Şerê Îran û Îsraîlê berdewam dike. Îsraîlê di nave rojê de jî li bajarên cuda êrişên hewayî pêk anîn, Îranê jî wekî bersiv car caran moşekan diavêje hedefên Îsraîlê û baregehên DYAyê yên li Rojhilata Navîn. Piştî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû bi gotina, “Em dê bi hezaran êrişên nû li dijî Îranê pêk bînin” li hind bajaran lêdanên hewayî çê bûn. Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, êrişên sereke li derdora paytext Tehranê qewimîn û li hin kompleksên leşkerî û ewlehiyê teqînên tund hatin bihîstin. Agahiyên Reutersê destnîşan dikin ku navendên girêdayî bernameya moşekên balîstîk û sazîyên fermandariya leşkerî di nav hedefan de bûn.

‘Noqteyên leşkerî û lojîstîkî hedef in’

Li gorî çavkaniyên herêmî û daneyên çapemeniya cîhanê êriş li gelek bajarên din jî hatine pêkanîn. Îsfahan, Tabriz, Qom, Kirmanşan, Karaj, Îlam, Şîraz û Buşehr ji bajarên bombebaran lê çêbûyîn e.
Ev herêm wekî cihên stratejîk yên leşkerî û lojîstîk têne nasîn.

Di operasyona 1ê Adarê de gelek navendên parastina asmanî, depoyên çekan û cihên ku bi hêzên Sepahê Pasdaran (IRGC) ve girêdayî ne hetef hatin girtin. Di hin herêman de jî agir û zirarên madî yên mezin hatin ragihandin. Li gorî agahiyên destpêkê di encama êrişan de kuştî û birîndar hene, lê hejmarên fermî heta niha bi awayekî zelal nehatiye piştrastkirin.

Îranê bi moşekan bersiv dide

Li dijî êrişên Îsraîlê yên hewayî û deryayî Îran jî bi moşekan bersiv dide. Di seatên sibê de Îranê baregeh û wargehên DYAyê yên li Herêma Kurdistana Federal, Qeter û Yekîtiya Îmaretên Ereb û hind deverên din hedef girtin.

Komên Îranê jî dikevin nav tevgerê

Piştî destpekirina şerê Îran û Îsraîlê komên girêdayî Îranê yên li Iraqê jî ketin nav tevgerê. Di seatên nîvro de komên Îranê bi du moşekan êrişî Balefirgeha Hewlêrê kirin. Di encama îsabetkirina moşekan de ziyana mirovîn çê nebû lê xisara madî li balefirgehê pêk hat. Eniya Îslamî ya Iraqê êriş girte ser xwe. Her wiha bi boneya kuştina Ayetûllah Alî Xamaney de jî komên Îranê li Iraqê çalakî û xwepêşandan pêk anîn û piştî demekê belav bûn.

Li benda civînê man, ji bo Xamaney 30 bermil bombe barandin

Li gorî agahiyên di Wall Street Journal, Reuters, Washington Post û hin medyayên din de hatine weşandin, hêzên istîxbaratî yên Amerîka û Îsraîlê demeke dirêj li benda derfetekê bûn ku rayedarên payebilind ên Îranê di civîneke hevbeş de li yek cihê bicivin.

Hedef Xamaney bû

Li gorî van agahiyan, ev derfet di roja Şemiyê de derket holê. Dema ku ajansên istîxbaratî sê civînên cuda yên rayedarên payebilind tesbît kirin, DYA û Îsraîl ketin nav tevgerê. Armanca sereke Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaney bû. Hate ragihandin ku tevgera rayedaran bi rêyên teknîkî hate şopandin û piştî tespîtkirina cih û demê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.

30 bermil teqemenî ser de berdan

Agahiyên ji îstîxbaratî destnîşan dikin ku firokeyên şer ên Îsraîlê di dema êrişê de gelek bombeyan li ser cihê rûniştina rêberiya Îranê tê zanîn de barandine. Li gorî agahiyan heta 30 bermilên teqemeniyê li deverê hatine reşandin.

Dema êrişê li gorî civînê hate plankirin

Hate ragihandin ku perasyon bi hevkariya nêzîk a istîxbaratî ya Amerîka û Îsraîlê hate plan kirin û dema êrişê li gorî civîna rêberiya Îranê hate diyarkirin. Heman çavkanî dibêjin ku êriş bi armanca têkbirina avahiya fermandariya siyasî û leşkerî ya Îranê hatiye pêkanîn.

Gefên dualî didomin

Rayedarên Îsraîlê li ser hûrguliyên operasyonê daxuyaniyek berfireh nedane, lê di daxuyaniyên pêşîn de gotin ku armanca wan astengkirina metirsiyên ewlehiyê ye. Li aliyê din, rayedarên Îranê êriş wek binpêkirina serweriya welêt pênase kirin û hişyarî dan ku bersiv dê were dayîn.

Şer herêmî dibe

Analîstan dibêjin ku hedefgirtina civîna rayedarên payebilind nîşan dide ku pevçûn di navbera her du welatan de ketiye qonaxeke nû ku tê de operasyonên istîxbaratî û leşkerî bi hev re têne meşandin. Ev pêşveçûn, li gor wan, dikare rewşa ewlehiyê ya herêmê zêdetir xeterdar bike û metirsiya belavbûna şerê herêmî bilindtir bike.

Netanyahu banga serhildanê li gelên Îranê kir

Şêrê Îsraîlê û Îranê di roja duyemîn de berdewam dike. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû bang li gelên Îranê kir ku li dijî desthilatdariya Îranê rabin û got ku di demên nêz de dê li dijî “hedefên rejîma Îranê” bi hezaran êrişên nû yên berfireh bên pêkanîn.

Îsraîlê duh li dijî rejîma Îranê dest bi êrişên esmanî kir. Îsraîlê dîmenek êrişa xwe ya li dijî navenda paytexta Îranê Tahranê parve kir. Dîmenê ku ji aliyê balafirê ve hatiye girtin, ji aliyê Îsraîlê ve hate parvekirin. Di dîmen de tê xuyakirin ku avahiyên rayedarên rejîma Îranê bi dijwarî tê bombebarankirin.

Li gorî pisporan ev dîmen nîşan dide ku kontrola qada hewayî heta astekê ketiye destê Îsraîlê.

 

Netanyahu bang li gelên Îranê kir: Rabin serhildanê

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû daxuyaniyek din a têkildarî şer da û bang li gelên Îranê kir. Netanyahû armanca operasyonan wekî afirandina şertên ku gelê Îranê bikare “ji zincîrên zilmê xelas bibe” werin afirandin, pênase kir. Netahyahû diyar kir ku êrişên leşkerî dê li dijî bi hezaran hedefên ku bi rejîma Îranê ve girêdayî ne bên kirin.

‘Derfeta dîrokî bikar bînin’

Nehanyahû di peyamê de bang li welatiyên Îranê kir ku vê demê wekî “derfetek dîrokî” bibînin û li dijî rejîmê tevbigirin. Netanyahû got ku dem hatiye ku gel bi milyonan derkeve kolanan û ji bo guherîna rejîmê tevgera civakî pêk bîne.

‘Hêzên xwe bikin yek’

Di heman daxuyaniyê de Netanyahû bi taybetî navên pêkhateyên civakî yên Îranê rêzkirin û bang li Fars, Kurd, Azerî, Ehvazî û Belûcan kir ku ji bo “pêşerojek nû” hêzên xwe bikin yek.

Li Tahranê dengê teqînan kêm nabe

Hat ragihandin ku li Tahrana paytexya Îranê dengê teqîn, moşekan û bombeyan kêm nabe. Ji ber teqînan dûmana reş ber bi esmanan ve dikişen. Li gorî agahiyên dawî hat zanîn ku Saziya Radyo û Televîzyonê (IRIB) ya Îranê hatiye bombebarankirin. Derbarê van teqînan de Îranê hê jî tu daxuyanî nedaye.

Artêşa Îranê diyar kir ku hêzên wan ên esmanî li Kendava Besrayê li baregehên Amerîkayê xistine. Ev agahî jî ji aliyê Amerîkayê ve nehatiye piştrastkirin.

Wezîrê Parastinê Nazirzahed hate kuştin

Wezîrê Parastinê yê Îranê Amir Azîz Nasirzadeh jî hatiye kuştin. Nazirzahed berî bê ser vê peywirê Serfermandarê Giştî yê Îranê bû û di nave rayedariya molayan de xwedî cihek girîng bû.

Serfermandarê Giştî Pakpour jî hate kuştin

Di heman demê de, Fermandarê Giştî yê Sepahê Pasdaran (IRGC) General Mohammad Pakpour jî di êrişan de hat kuştin. Pakpour piştî rayedarên leşkerî yên Îranê di şerê 12 Rojan ê bi Îsraîlê re de jiyana xwe ji dest dan, hatibû ser vî karî.

Şêwirmendê rejîmê Şamxanî jî hate kuştin

Her wiha hate zanîn ku şêwirmendê rejîmê Alî Şamxanî jî jiyana xwe ji dest daye. Şamxanî şêwirmendê ewlehiya neteweyî bû. Kesek di nave meqamê Rêberiyê de xwedî rol û ristek mezin bû. Şamxanî her wiha wekî paşperdeya gelek mijarên li Îranê bû.

Ji malbata Xamanî mirî hene

Li gorî çavkaniyên Îranî û daneyên çapemeniya cîhanê hin endamên malbata Xamaney jî di êrişan de hatine kuştin, lê rayedarên Îranê heta niha lîsteya temam a kesên kuştî bi awayek fermî belav nekirine û lêkolînên fermî didomin.

Piştî êrişan, rewşa ewlehiyê li seranserê Îranê hate bilindkirin û hêzên leşkerî ketine rewşa hişyariyê. Rayedarên Îranê ragihandin ku bersiv dê were dayîn.

Her wiha hate diyarkirin ku di êrişê de gelek rayedarên rejîma Îranê hatine kuştin. Rejîma Îranê piştî kuştina van rayedarên xwe 40 roj şîn ragihand.

Wêneyê kêliya kuştinê hate belavkirin 

Wêneyê derbarê kuştina Elî Xemeney de jî li ser platformên medya dîjîtal tên belavkirin. Li gorî malpera Israel News Pulse wêneyê kuştina Xamaney ku di nav molazan de xuya dike hatiye parvekirin. Malperê îdia kir ku kesê di wêne de hatiye kuştin Elî Xamaney e.

Îranê li Hewlêr û Dohayê li baregehên DYAyê xist

Şerê Îran û Îsraîlê berdewam dike. Şevê din Îsraîlê li gelek bajaran bi dehan êrişên hewayî li dijî zêdeyî 30 noqteyên cuda pêk anînDi çarçoveya Şerê Îsraîl û Îranê de şevê din li gelek bajaran zêdeyî 30 êrişên hewayî pêk hatin. Îranê jî serê sibê wekî bersiv dayîn baregehên DYAyê yên li Hewlêr, Qeter û Yekîtiya Îmaretên Ereb hedef girtin. Di encama êrişan hind moşekan îsabetê baregehan kir û zirarek cidî ya madî derkete holê. Lê têkildarî ziyana mirovîn agahiyên zelal nehatin bi destxistin. DYAyê hefteyek berî niha baregehên xwe valakiribûn û hişyarî da xebatkarên xwe yên li baregehên li Rojhilata Navîn.

Êrişên Îranê yên bi moşekên balistîk li dijî baregehên DYAyê yên li Rojhilata Navîn didome.

 

 

Etîket: AmerîkaBenjamîn NetanyahûElî XamaneyÎsraîlRejîma Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hizbullahê hişyarî da: Em ê li dijî DYA û Îsraîlê şer bikin

Hizbullahê hişyarî da: Em ê li dijî DYA û Îsraîlê şer bikin

2 ADAR 2026
Ehmedî Nejad jî hate kuştin

Ehmedî Nejad jî hate kuştin

1 ADAR 2026
Moşeka Îranê 9 Îsraîlî kuşt û 20 kes birîndar kir

Moşeka Îranê 9 Îsraîlî kuşt û 20 kes birîndar kir

1 ADAR 2026
Encumena demkî ya rêbertiya Îranê hate avakirin: Qonaxa nû dê çawa were meşandin, metersiyên navxweyî çi ne?

Encumena demkî ya rêbertiya Îranê hate avakirin: Qonaxa nû dê çawa were meşandin, metersiyên navxweyî çi ne?

1 ADAR 2026
Li dijî rejîma Îranê tifaqa xwendekaran: Em ê dengê xwe bilind bikin

Li dijî rejîma Îranê tifaqa xwendekaran: Em ê dengê xwe bilind bikin

1 ADAR 2026
Li Îranê pergala îdarî têkçû, jiyana girtiyan di xeterê de ye

Li Îranê pergala îdarî têkçû, jiyana girtiyan di xeterê de ye

1 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şerê Îsraîlê û Îranê di roja 3yemîn de ye: Trump banga teslîmbûnê li Artêşa Îranê kir TÊ NÛKIRIN

    Şerê Îsraîlê û Îranê di roja 3yemîn de ye: Trump banga teslîmbûnê li Artêşa Îranê kir TÊ NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ma Music 9 salî ye: Ne tenê akademiya muzîkê ye navenda ramanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MEBYA-DER û TÛHAY-DERa Wanê li gel malbatan civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denîzliyê gotûbêja ‘Di îslamê de cihê jinan’ hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê li dijî tundiyê û polîtîkayên bişaftinê li qadan bin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bernameya Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em dixwazin jin bi reng û dengê xwe beşdarî mitîngê bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêveberê PJAKê: Yekîtiya civakî û siyasî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (33)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne