Girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ya li girtîgeha Lakan a bajarê Reştê yê Îranê tê ragirtin, bi destûra bêhnvedanê, bi demkî hat berdan.
Rêxistina Mafên Mirovan a HRANAyê ragihand ku girtiya siyasî ya Kurd Şerîfe Mihemedî ya li girtîgeha Lakan a bajarê Reşt a Îranê tê ragirtin, destûra demkî wergirt û bi awayeke demkî hat berdan.
Hatiye diyarkirin ku berpirsên girtîgehê Şerîfe Mihemedî bi kefaleta hefteyekê hatiye berdanê.
Derbarê Şerîfe Mihemedî de
Şerîfe Mihemedî di 5ê Kanûna 2023an de li mala xwe ya li bajarê Reşt ê Îranê de ji aliyê hêzên ser bi wezareta Îtlaetê (îstixbarat) ve bêyî fermana dadwer hate binçavkirin. Şerîfe Mihemedî piştî girtinê şandin girtîgeha bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê. Li wê derê hat xistina hucreya takekesî û di dema lêpirsînê de êşkenceya fîzîkî û derûnî lê hat kirin. Rê nehat dayîn li gel malbat û parêzerên xwe de hevdîtinê bike, piştre jî ji girtîgeha Lakan a bajarê Reştê re hat veguhestin.
Doza Şerîfe Mihemedî ji aliyê şaxa yekem ya Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve bi serokatiya Dadwer Mihemed Elî Derwêş Goftar ve hate lêkolînkirin. Di 4ê Tîrmeha 2024’n de bi tometa “derketina dijî desthilatê” cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di 16ê Tebaxa 2025an de jî ev ceza ji aliyê şaxa 39emîn a Dadgeha Bilind ya Îranê ve bi temamî hate erêkirin. Piştre ev ceza ji ber zextên raya giştî û cîhanê kirin 30 sal ê girtîgehê.













