Di çapemeniya cîhanê de peymana HSD û Şamê cihek girîng girt û hate desnîşan kirin ku serkeftina peymanê girêdayî naskirina mafên siyasî, îdarî û leşkerî ya Kurdan e.
Peymana ku di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de hat çêkirin, di çapemeniya cîhanê de cihekî berfireh girt. Çapemeniya navneteweyî destnîşan kir ku serkeftina peymanê bi wê ve girêdayî ye ku mafên Kurdan çawa tên garantîkirin û destnîşan kir ku ev pêvajo dê rasterast bandorê li Tirkiyeyê jî bike.
Serkeftina ancax bi nasîna mafên Kurdan pêkan e
New York Timesê diyar kir ku aramiya li Sûriyeyê tenê bi navendparêziyê nayê bidestxistin û divê daxwazên Kurdan ji bo naskirina siyasî, mafên çandî û rêveberiya herêmî bi destûra bingehîn werin misogerkirin. Rojnameyê her wiha bang li Enqeryê kir ku qanûna xwe ya ku vegera Kurdên bêçek rêk dixe, derxîne.
Modela HSD û Şamê pir cuda ne
The Canaryayê, bal kişand ser piştgiriya Tirkiyeyê ji bo komên Şamê û destnîşan kir ku modela Rojava bi rêveberiya bi serokatiya Şeri re di nakokiyeke cidî de ye. SRF ya li Swîsreyê weşanê dike û The Amargî jî bal kişandin ser qurfbariya peymanê û destnîşan kirin ku aştiya mayînde bi pabendbûna aliyan ve girêdayî ye.
Têkçûna peymanê dê andorek kûr li Sûriyê bike
Di nûçe û makaleyên rojnameyan de hate gotin ku Rojava bandoreke kûr li ser siyaseta Kurdan û herêmê dike. Di naverokên weşanan de îhtîmala hilweşîna peymanê hate bi bîr xistin û wiha hate gotin: “Rewşek wisa dê bandorek kûr li Sûriyê û herêmê bike.” Her wiha hate daxuyandin ku çalakiyên piştgiriyê ji bo Rojava li çaraliyê cîhanê zêde dibin, di heman demê de fikarên li ser berdana endamên DAIŞê ji hêla hikûmeta demkî ve berdewam dikin.













