Di saleke dawî de zêdetirî 5 şandeyên cuda ku di navde rojnameger, siyasetmedar, nivîskar, ciwan, jin û nûnerên civakî pêk dihat, ji bo biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Wezareta Dadê dan. Lê heta niha Wezareta Dadê bersiva serlêdanan nedaye.
Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan di 27ê sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Di vê bangê de xwest pirsgirêk bi aştiyê çareser bibe. Xwest tifaqa gelê kurd û tirk di çarçoveya entegrasyona demokratîk de pêş bikeve. Ji PKKê xwest ku xwe fesix bike û şerê çekdarî bi dawî bike, ji dewletê jî xwest ku li meclisê komîsyonê ava bike û ji bo çareseriya meseleya gelê kurd bingeha hiqûqî û siyasî ava bike. Xwest ji bo mafê kurdan ên civakî, çandî û siyasî zagon bên avakirin. Xwest hemû saziyên civakî, rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî ji bo aştiyê berpirsiyariyê bidin ser xwe.
Di ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 9 meh û 14 roj derbas bû. Di vê pêvajoyê de PKKê xwe fesix kir. Gerilayên PKKê çek şewitandin û îmha kirin. Gerîllayên li sînorê Tirkiyeyê xwe vekişandin başûrê Kurdistanê. PKKê û gerîlla hemû bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek bi yek pêk anî. Ji bo pêdiviyên aştî û civaka demokratîk gavên jê hatin xwestin pêk anî.
Lê di milê hikûmet û dewletê de gavên ku têne xwestin li gorî pêdiviya pêvajoyê û çareseriyê nayên avêtin. Heta niha tenê komîsyon hat avakirin û li ser navê komîsyonê tenê şandeya ku ji 3 kesan pêk dihat çûn îmraliyê.
Di vê pêvajoyê de şandeyên ku ji ciwan, rojnameger, siyasetmedar, hiqûqzan, nivîskar, platforma jinan, akademîsyen û rewşenbîran pêk dihat, di dîrokên cuda de serî li Wezareta Dadê dan û xwestin biçin îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Lê tenê şadeya DEM Partiyê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê û malbat çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin.
Ji xeynî wê heta niha şandeyên ku serî li Wezareta Dadê dane û xwestine biçin îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike hîn bersîveke erênî negirtine.
Her çend Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestibû ku bi nûnerên civakê, partiyên siyasî, rêxistinên civakî, komele û saziyên demokratîk re hevdîtinê bike jî, ev daxwaz pêk nehatine.
Di 15 mehên dawî de şaneyên ku xwestin biçim Îmraliyê û serî li Wezareta Dadê dan wiha ne:
Di 26ê Mijdara 2025an de, ciwanên ji Herêma Federe ya Kurdistanê hatin û Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Wezareta Edaletê dan.
24ê Tîrmeha 2025an de, 7 ciwanên ku ji welatên cuda yên Ewropayê hatin Enqereyê, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, serî li Wezareta Dadê dan.
24ê Hezîrana 2025an de, platforma Jinan a Wanê bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan.
Di 7ê Sibata 2025an de, rojnameger Nezahat Dogan, Dîren Yurtsever û Dîcle Muftuoglû, ji bo di çarçoveya nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd tên kirin de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevpeyvînê bikin, serî li Wezareta Dadê dan.
3yê Kanûna 2024an de, şandeya navneteweyî ku ji 30 rewşenbîr û siyasetmedaran pêk dihat, ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan.
Di çileya 2024an de, hezar û 330 parêzerên ku endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), komeleyên heq û hiqûqê û gelek baroyên Kurdistan û Tirkiyeyê ne bi boneya tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya rêbertî bixwazin beriya serî li Wezareta Dadê dan.
Di 8ê Adara 2024an de, Hevserokên Giştî yên berê yên OHDê Bunyamîn Şeker û Ayşe Acinikli, ji bo ku li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan.













