Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Iraqê li Bexdayê îro li ber deriyê mala xwe hate kuştin. Rêxistinê daxwaz lêpirsînê û cezakirina kujeran kir.
Komîteya Navenda Rêxistina Alternatîf a Komunîst a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokê Rêzistina Azadiya Jinan Yenar Mihemed di encama êrişeke terorîstî de li ber deriye mala xwe a li Bexdayê hate kuştin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku “îro di saet 09:00’an de, Seroka Rêxistina Azadiya Jinan ya Iraqê Yenar Mihemed dema ku li ber mala xwe bû ji aliyê du kesên li motosîkletê siwar hate gulebarankirin. Piştî ku ew bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.”
Yenar Mihemem yek ji navdartirîn jinên çalakvan yên Iraqê bû ku bûbû dengê jinên Êzidî yên rizgarbûyên ji destê çeteyên DAÎŞê.
Di heman demê de, Rêxistina Azadiya Jinan a Iraqê ji azadîxwazan, tevgerên femînîst û mafên mirovan yên li Iraq û cîhanê re sersaxî xwest.
Di heman demê de, Rêxistina Azadiya Jinan ya Iraqê têkildarî kuştina Yenar Mihemed daxuyaniyek weşand û tê de wiha hate gotin; “Em van sûcên terorîstî yên tirsonek bi tundî şermezar dikin û wan wekî hedefeke rasterast a têkoşîna jinan, nirxên azadî û wekheviyê dibînin. Em ji rayedarên peywendîdar dixwazin ku demildest lêpirsîn derbarê êrişê de bê destpêkirin, êrişkar û kujer werin tesbîtkirin û hesab ji wan bê xwestin.”
Yenar Mihemed, ku jiyana xwe ji bo parastina mafên jin û kesên ku ji tundûtijiyê rizgar bûne veqetandibû û yek ji damezrînerên maleke ewle ji bo jinan bû. Tevê gelek gefan jî wê ji têkoşîna xwe ya parastina mafê jinan berneda.













