• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 13ê NÎSANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Senteza Azadiyê’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Senteza Azadiyê’ derket

    Tedawîya Zeynep Cansiz dewam kena

    Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da

    Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    Êrîşa Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Êrîşa Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 13ê NÎSANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Senteza Azadiyê’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Senteza Azadiyê’ derket

    Tedawîya Zeynep Cansiz dewam kena

    Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da

    Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    Êrîşa Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Êrîşa Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Seroka Şaredariya Kobanê Romî: Em dê ji bo Kobaniyê bixebitin

Mahmût Altintaş / AW

13 NÎSAN 2026 - 08:42
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Seroka Şaredariya Kobanê Almaz Romî ku nû hate peywirdarkirin, anî ziman ku ji aliyê rêveberiyê ve yekem saziya ku tevlî entegrasyonê bûye saziya şaredariyê ye û destnîşan kir ku ew dê ji bo bicihanîna pêdiviyên gelê Kobanê projeyên girîng danên pêşiya xwe.

Li gorî Peymana 29ê Çileyê ya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Şamê de pêk hatî, xebatên entegrasyonê didomin. Li gorî peymanê, piştî agirbestê û entegrasyona leşkerî û asayîşê, dê di aliyê saziyên îdarî ve jî entegrasyon pêk bihata. Di vê çarçoveyê de, ji hêla Hikûmeta Demkî ve Almaz Romî weke Seroka Şaredariya Kobanê hate qebûlkirin. Her wiha Mehmûd Remî, Osman Mistefa Mihemed, Yara Bozan Ebdî, Narîn Boz û Ehmed Mihemed Şêxo jî bûn endamên meclisa şaredariyê. Îro jî bi awayekî fermî endamên meclisê û Seroka Şaredariya Kobanê Almaz Romî dê dest bi kar bikin. Almaz Romî ku dê îro bi awayekî fermî dest bi xebatên şaredariyê bike, ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Armanca me xizmetakirina gelê Kobaniyê ye’

Almaz Romî diyar kir ku li gorî Peymana 29ê Çileyê entegrasyona yekemîn a ji aliyê saziyên rêveberiyê ve, weke diyarkirina Serokatiya Şaredariya Kobanê pêk hatiye û ev tişt anîn ziman: “Li gorî Peymana 29ê Çileyê, di çarçoveya entegrasyonê de nîqaş hatin meşandin. Ji bilî saziyên leşkerî, yekem saziya rêveberiyê ya ku tevlî entegrasyonê bûye, saziya şaredariyê ye. Beriya hefteyekê em çûn Helebê, me hevdîtin pêk anîn. Bi vî awayî rêveberiya nû ya Kobaniyê zelal bû. Rêveberiya ku beriya niha li ser kar bû, kar dewrî me kir. Em ê jî îro bi awayekî fermî dest bi kar bikin û tekane kar û armanca me xizmeta gelê Kobaniyê ye.”

‘Hikûmeta Demkî wekî şaredar jin qebûl nedikirin’

Almaz Romî destnîşan kir ku hikumeta demkî ya Şamê di destpêkê de jin di rêveberiyê de qebûl nedikirin, lê wekî jin cara yekem e bi awayekî fermî hatiye qebûlkirin ku bibe Seroka Şaredariyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dê xwedî li gelê xwe derkevin û xizmetê ji bajarê Kobanê re bikin. Kobanê ji sala 2014an ve bi êrişên giran re rû bi rû ma. Di sala 2014an de hemû binesaziya bajêr xera bû. Rêveberiyê hewl dida bajêr ji nû ve ava bike lê ji ber êrişan her tim proje dihatin rawestandin. Niha jî ji bo ku em careke din dest bi wan projeyan bikin û daxwazên gelê Kobanê bi cih bînin, me xebat dane pêşiya xwe. Hikûmeta Şamê di rêveberiyê de jin qebûl nedikirin. Lê niha cara yekem e li Şaredariya Kobanê jinek weke seroka şaredariyê hat diyarkirin. Em jî dê kar û xebatên xwe bidomînin û xizmeta civakê bikin.”

‘Em ê hewl bidin pêdiviyên gelê Kobanê bi cih bînin’

Almaz Romî anî ziman ku weke şaredarî ew dê ji niha û pê ve ji bo bicihanîna pêdiviyên gel kar û xebatên xwe bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji destpêka ku Rêveberiya Xweser hate damezirandin ve ez jî weke endamekê di nav de bûm. Ji wê rojê heta niha ez di saziyên Rêveberiya Xweser de kar û xebatan dikim. Ji niha û pê ve jî em dê kar û xebatên xwe hêj serkeftîtir berdewam bikin. Gelê me jî li pişt me ye. Ji bo xweşikkirina bajêr, ji bo çêkirina rêyên gundan, avê û gelek pêdiviyên din hene ku divê em pêk bînin. Em dê hewl bidin daxwaz û pêdiviyên gelê Kobanê bi cih bînin. Di demên pêş de jî em dê bi kesên xwedî tecrube yên ku dikarin kar bikin re civînekê li dar bixin û ji bo ku em ji pêdiviyên gelê Kobanê re bibin bersiv, kar û xebatên xwe bidomînin.”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Etîket: Almaz RomîentegrasyonPeymana 29ê ÇileyêŞaredariya Kobaniyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredara Kobanê Almaz Romî dest bi peywira xwe kir

Şaredara Kobanê Almaz Romî dest bi peywira xwe kir

9 NÎSAN 2026
Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

Mehmûd Xelîl: Karwanê duyem ê koçberên Efrînê sibê bi rê dikeve

3 NÎSAN 2026
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê qanûnên azadî û demokrasiye demildest bên amadekirin

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê qanûnên azadî û demokrasiye demildest bên amadekirin

2 ADAR 2026
Bi wêneyan pêvajoya entegrasyonê: HSD li baregehan asayîş li wargehan bi cih bû

Bi wêneyan pêvajoya entegrasyonê: HSD li baregehan asayîş li wargehan bi cih bû

17 SIBAT 2026
HSD: Li ser entegrasyon û misogeriya mafan nîqaş kirin

HSD: Li ser entegrasyon û misogeriya mafan nîqaş kirin

13 SIBAT 2026
Ferhad Şamî: Civîna li Şamê bi dawî bû

Ferhad Şamî: Civîna li Şamê bi dawî bû

4 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li gundê Qerxabazarê berteka li dijî JESê: Em rê nadin projeyên talanê

    Li gundê Qerxabazarê berteka li dijî JESê: Em rê nadin projeyên talanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Gimgimê: Ev proje nirxên jiyanê dikujin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarşema Serê Nîsanê: Cejna şahî, reng û jiyana nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên MEBYA-DERê: Divê meşa Gemlîkê bibe wesîleya azadiya Serokatî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Seroka Şaredariya Kobanê Romî: Em dê ji bo Kobaniyê bixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (449)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne