Hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî û birayên wî Polad Şêx Cengî û Aso Şêx Cengî binçav kirin.
Yekitîya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di êvara 21ê Tebaxê de fermana binçavkirina Serokê Eniya Gel (Berey Gel) Lahûr Şêx Cengê derxist. Duh bişev di navbera hêzên YNKê yên ku hewl didan bikevin Otêla Lalezarê ku Lahûr Şêx Cengî lê ye û hêzên girêdayî Lahûr Şêx Cengî de pevçûn derket.
Li gorî agahiyan piştî şer û pevçûnên dijwar yên 4 saetan, serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî hate binçavkirin. Li gorî agahiyan bi Lahûr Şêx Cengî re, birayên wî Polad Şêx Cengî û Aso Şêx Cengî jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ve hatine binçavkirin.
Li gorî hinek agahiyan birayê Lahûr, Polad Şêx Cengî bi birîndarî hatiye binçavkirin.