Dewleta Tirk li dijî xwepêşandêrên Bendava Tişrînê dîsa bi SÎHA êrîşî girseyê kir. Di êrîşa SÎHAyê de Serokê Hevgirtina Al El Beyt a kantona Tebqayê Ednan Ilêwî û gelek welatî birîndar bûn.
Dewleta Tirk careke din xwepêşandêrên li Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtin. Li gorî nûçegihanê ANHAyê, di nav de serokê Hevgirtina Al El Beyt a kantona Tebqayê Ednan Ilêwî û hejmarek welatî birîndar bûn. Ednan Ilêwî beriya saetek tevî şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê gihîştibûn bendavê. Li dijî xwepêşandêrên li bendavê ev cara 6an êriş tê kirin û li dijî karwanên xwepêşandêrên berê xwe didin bendavê 11 caran êriş hatin kirin. Ji Kanûnê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine, herî zêde êriş li dijî gundewarê Kobanê û Bendava Tişrînê tên kirin.