Hevserokê KON-MEDê Kerem Gok diyar kir ku meşa di 14ê Sibatê li Strasbourgê pê tê peyamek ji bo hemû saziyên Ewropayê ye û bang li herkesî kir ku tev li beşê bibe.
Hevserokê KON-MEDê Kerem Gok derbarê meşa di 14ê Sibatê de li Strasboûrgê pêk tê ji ANFê re axivî. Gok diyar kir ku êrîşên di 6ê Çileya 2026an de li dijî Rojava hatine destpêkirin, divê wekî versyona duyemîn a Komploya Navnetweeyî ya 15ê Sibatê were nirxandin. Gok, destnîşan kir ku armanca êrîşan tunekirina destkeftiyên gelê Kurd bû. Gok, got ku armanca êrîşên çeteyên DAÎŞê û HTŞê û Tirkiyê ji holê rakirina Rojava ye.
‘Divê hemû Kurd tev li meşê bibin’
Kerem Gok, anî ziman ku meşa li Strasbourgê xwedî girîngiyeke dîrokî û stratejîk e û wiha axivî: “Pêwîst e Kurdên li Ewropayê dijîn bi rengekî rêxistinkirî û xurt tevlî meşê bibin. Strasbourg navenda Konseya Ewropayê, saziyên YE, DMME û CPTyê ye. Çûna wir tê wateya peyamek dayîna van saziyan e.” Gok ragihand ku ew wek KON-MED’ê ji bo meşa 14ê Sibatê amadekariyan dike û bang li Kurdên li Elmanyayê kir ku bi girseyî tevlî çalakiyê bibin.













