Înîsiyatîfa ku ji aliyê Serokê Lubnanê Joseph Aoun ve hatiye pêşniyarkirin, ji Îsraîlê “agirbesteke berfireh” xwest û ji bo bêçekkirina Hizbullahê piştgiriya lojîstîkî xwest.
Serokê Lubnanê Joseph Aoun duh di civîna bi Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa û Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen re pêk aniye de banga agirbestê ji Îsraîlê kir û xwest ku Îsraîl bi temamî dev ji hemû çalakiyên xwe yên li dijî Hizbulahê berde.
Înîsiyatîfa Joseph Aoun a Sekindina Şerê Lubnanê ku Joseph Aoun bi xwe pêşniyar kiriye, banga agirbestê li Îsraîlê kir û xwest Îsraîl ji bo bêçekkirina Hizbullahê piştgiriya lojîstîk bide Lubnanê. Wî diyar kir ku gava piştgirî ji Lubnanê re hate dayîn dê Lubnan Hizbullahê bêçek bike. Aoun pêşniyar kir ku ji bo bêçekkirina Hizbullahê dê Lubnan û Îsraîl bi piştgiriya hêzên navneteweyî têkevin nava danûstandinên rasterast. Aoun destnîşan kir ku hikûmeta Lubnanê di 2yê Adarê de, hemû çalakiyên leşkerî yên Hizbullahê qedexe kir.
Hizbullah piştî kuştina serokê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî li dijî Îsraîlê biryara şerê tolhilanînê dabû. Aoun bal kişand ser helwesta Hizbullahê û wiha pê de çû: “Di encama şerê Hizbullah û Îsraîlê de zêdetirî 600 hezar welatî ji cih û warên xwe bûn. Helwesta Hizbullahê ev e ku Lubnanê bike qada şer û hilweşîne.” Her wiha hat gotin ku ew ê destur nedin vê helwesta Hizbullahê.
Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed Şara piştî banga Aoun daxuyanî da û diyar kir ku ew piştgiriyê didin polîtîkaya bêçekkirina Hizbullahê.







