Stenbol – Serokê Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Cigirê Serokê AKPê Omer Çelîk li nexweşxaneyê serdana Sirri Sureya Onder kirin.
Serokê TBMM Numan Kurtulmuş û Cigirê Serokê AKPê Omer Çelîk serdana nexweşxaneya Sirri Sureyya Onder tedawî dibe kirin. Numan Kurtulmuş û Omer Çelîk li nexweşxaneyê hevserokên DEM Partî Tuncer Bakirhan, Tulay Hatîmogullari û bijîşkên Sirri Sureyya Onder tedawî kirin re hevdîtin kirin û derbarê rewşê de agahî girtin. Numan Kurtulmus di hevdîtinê de destnîşan kir ku başbûna Sirri Sureyya Onder daxwaza wan a sereke ye.