Serokên baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê serdana rêveberiya Amedsporê kirin.
Serokên baroyên hin bajarên Bakurê Kurdistanê serdana serdana Rêveberiya Amedsporê kirin û pîrozbahiyê li rêveberiya nû kir. Serokê Qluba Amedsporê Nahît Eren pêşwazî li heyeta serokên baroyan kir.
Di serdanê de li ser rewşa Amedsporê axaftin û pêşniyarî hatin kirin. Di sohbetê de hat destnîşankirin ku spor hêza yekîtiyê û piştevaniya civakî ye.
Nahît Eren spasiya serokên baroyan kir û got ku serdan û piştevanî hêzê dide wan.














