Serokeşîrên Ereban têkildarî peyama ku Abdullah Ocalan şandibû axivîn û gotin ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya krîzên herêmî û xurtkirina xwîşk û biratiya gelan vîzyoneke siyasî ya berfireh pêşkeş dike.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hefteya bihûrî ji bo serokeşîrên Ereban ên li herêmên Cizîr, Dêrazor, Reqa û Tebqayê nameyek şandibû û peyama “Ez piştgiriyê didim xwîşk û biratî û hevgirtina gelên Kurd û Ereb ku xwedî bingeheke dîrokî ye” dabû. Serokeşîrên Ereban ên li Til Koçerê têkildarî peyama Abdullah Ocalan ji ANHAyê re axivîn.
‘Bi fikê Ocalan em dikarin Suriyeyeke demokratîk avabikin’
Şêxê eşîra El Hedîdiye Xelid Himêdî El Riheyil, Abdullah Ocalan weke “Sembola aştiyê ya Rojhilata Navîn” pênase kir û û destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salan e li gorî projeya biratiya gelan têne birêvebirin ku hemû pêkhate bi hev re dijîn. El Riheyil, got: “Peyama ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye şandin, berdewamiya vê projeya demokratîk e.”
El Riheyil, bal kişand ser fedekariyên HSDê û got: “Bi hezaran şehîd dan ku hemû pêkhateyan û yekitiya axa Sûriyeyê biparêzin. Bi vê ramanê, em dikarin Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ava bikin ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê hembêz bike.”
Şêxê eşîra Me’amra, Ehmed Hemûd El Ehmed jî da zanîn ku peyama Abdullah Ocalan nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo çareserkirina krîzên herêmê û xurtkirina biratiya gelan pêşkêş dike. El Ehmed, diyar kir ku eşîr û qebîleyên Ereb ji bo rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd dane û ew heta ku welatekî demokratîk were bidestxistin, bi xwîna zarokên xwe ve girêdayî ne. El Ehmed di berdewama axaftina xwe de got ku wekî Abdullah Ocalan jî di peyama xwe de gotiye, ji bo Sûriyeyê çareseriya herî baş pergaleke nenavendî ye. El Ehmed axaftina xwe bi vî awayî qedand: “Aştiya ku Rêber Abdullah Ocalan banga wê dike, aştiya wêrekan e û nêrîna wî ya çareseriyê hêjayî bawerî û piştgirtinê ye.”