Serokkomarê AKPyî Tayyîp Erdogan greva ku Maden-Îşê plan dikir di 1ê Tebaxê de bike, qedexe kir.
Greva ku dihat plankirin ji aliyê Sendîkaya Karkerên Madenê yên Tirkiyeyê (Maden-Îş) ve roja 1ê Tebaxê were kirin, bi biryara îmzekirî ya Serokkomarê AKPyî Tayyîp Erdogan bi hinceta “xirakirina ewlehiya neteweyî” bi awayekî nixumandî hate qedexekirin. Biryara Serkkomar di Rojnameya Fermî de hate weşandin.
Derbarê bazariya zamê de ku 600 hezar karkerên giştî eleqeder dike, di navbera aliyan de lihevkiribûn pêk nehatibû. Di vê çarçoveyê de Tirk-Îşê greva xwe yekemîn a pratîkî di 1ê Tebaxê de li fîrmayên bor ên girêdayî Etî Madenê daba destpêkirin.