Serok Komara Îsraîlê Îsaac Harzog destnîşan kir ku di şerê wan Îranê de armanc guherandina rejîma Îranê nîn e.
Serokomarê Îsraîlê Îsaac Herzog di hevpeyvîna CBS Newsê de bersiv da pirsên nûçegihanê televîzyonê. Herzog têkildarî pirsa armanca wan a şer diyar kir ku armanca wan guhertina rejîma Îranê nîn e. Herzog za zanîn ku armanca wan pêşîlêgirtina pêşxistina çekên nukleerî û astengkirina komên çekdar ên wek Hamas, Hizbollah û Hûsiyan e.
Herzog da zanîn ku Îran bi guhdarkirina daxwazên guhertinê xwe biguherîne, dê hêj baştir be.













