Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî ji bo serdanek fermî gihişt Îsraîlê û ji hêla Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû ve li Kudsê hate pêşwazî kirin. Ev serdan wekî qonaxeke nû ya di têkiliyên her du welatan de hate nirxandin.
Serokwezîrê Hindistanê Narenda Mondî ji bo hevdîtinên dîplomatîk çû Îsraîlê. Serokwezîrê Îsraîlê di peyama li ser hesabên xwe yên fermî de weşand de balkişand ser girîngiya serdana Mondî. Netanyahû diyar kir ku dostaniya wan a kesane nîşaneyeke girîng a têkiliyên stratejîk ên di navbera her du welatan de ye. Di peyamê de hate destnîşankirin ku di çarçoveya serdanê de bernameyeke berfireh hatiye amadekirin.
Mijarên ewlehiyê dê bên nîqaşkirin
Hate ragihandin ku her du serokwezîr dê beşdarî merasîmeke pîrozbahiyê li Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) bibin, li Kudsê çalakiya inovasyonê ziyaret bikin û paşê di şîvek hevbeş bên cem hev. Di bernameya roja duyemîn de jî tê plankirin ku her du alî serdana Navenda Bîranînê ya Yad Vashem bikin. Paşê jî dê civînek berfireh di navbera heyetên her du welatan de were lidarxistin.
Dê peyman bên îmzekirin
Hate zanîn ku di vê civînê de dê gelek peymanên derbarê aborî, ewlehî û dîplomasiyê dê bên îmzekirin. Bi van peymanan xurtkirina hevkariyê û berfirehkirina têkiliyên stratejîk ên di navbera Îsraîl û Hindistanê de ye.
ÎMECê têkilî xurt kirin
Ev demek e di çarçoveya projeya riya enerjiyê ya ji Hindistanê heta Ewropayê ku wekî ÎMECê tê zanîn, têkiliyên Hindistan û Îsraîlê pêş dikevin. Her wiha her du heval bi Yewnanistan û Qibrisê re jî hevkariya ewlehî, aborî û leşkerî dikin.













