• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Cizîrê şeva hevgirtinê ya ÎHDê

    Li Cizîrê şeva hevgirtinê ya ÎHDê

    Salvegera komkujiya çerkesan hat şermezarkirin

    Salvegera komkujiya çerkesan hat şermezarkirin

    Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

    Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

    Hesabên MAyê yên Xê hatin astengkirin

    Hesabên MAyê yên Xê hatin astengkirin

    Abdullah Altuntaş piştî 32 salên girtî hat berdan

    Abdullah Altuntaş piştî 32 salên girtî hat berdan

    Ne ji îşkencekariyê lê ji rojnamegeriyê re ceza tê xwestin

    Ne ji îşkencekariyê lê ji rojnamegeriyê re ceza tê xwestin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Cizîrê şeva hevgirtinê ya ÎHDê

    Li Cizîrê şeva hevgirtinê ya ÎHDê

    Salvegera komkujiya çerkesan hat şermezarkirin

    Salvegera komkujiya çerkesan hat şermezarkirin

    Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

    Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

    Hesabên MAyê yên Xê hatin astengkirin

    Hesabên MAyê yên Xê hatin astengkirin

    Abdullah Altuntaş piştî 32 salên girtî hat berdan

    Abdullah Altuntaş piştî 32 salên girtî hat berdan

    Ne ji îşkencekariyê lê ji rojnamegeriyê re ceza tê xwestin

    Ne ji îşkencekariyê lê ji rojnamegeriyê re ceza tê xwestin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şerê Sar ê Amerîka û Îranê ber bi şereke germ ve diçe

Navenda Nûçeyan /AW

19 SIBAT 2026 - 12:06
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Civîna Cenevreyê ya Amerîka û Îranê bi xwe re encameke mîsoger dernexist holê. Nûnerên Îran û Amerîkayê li ser encamê daxuyaniyan dan. Lê her du alî jî bi peyamên gefxwarinê li hev sor dibin.

 

Berdevka Qesra Sibî Karoline Leavittê li ser encama civîna nukleerê ya di navbera Amerîka û Îranê de li Cenevreyê pêk hat daxuyanî da. Di daxuyaniyê de got ku li gel çend geşedanên pozîtîf yên hevdîtinê jî hê di nava her du aliyan de ferqeke mizin heye. Alîkarê Serokê Amerikayê J.D. Vance got: Îranê xetên sor yên Amerikayê qebûl nekiriye û di nava aliyan de ferqeke mezin heye. Wezîrê Karên Derve yê Amerikayê Marco Rubîo destnîşen kir ku ji bo hewildanên piştî hevdîtinê, ew ê amedehî bike ku di 28ê Sibatê de dê biçe Îsraîlê û li ser van mijaran hevdîtinê pêk bike. Her wiha Vance aşkera got: Heke hevdîtin têk biçe dê vebijêrka leşkerî di meriyetê de be.

‘Îranê xetên sor yê Amerîkayê qebûl nekiriye’

Amerîka ne tenê li ser daxuyaniyan peyam da. Bi veguhestina hêzên leşkerî û keştiyên şer jî gef li Îranê dixwe. Di serî de Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo li ser maseyê destê heyeta Amerîkayê xurt bike siyaseta gefê didomîne. Ji bo bandora gefên xwe xurt bike û bi gefan encamên baş bi dest bixe, balê dikişîne ser şandina keştiyên şer û hêzên deryayî yên Amerikayê yên ku şandiye Kendava Besrayê û Zerya Hindîstanê. Her roj bi dehan rayedarên Amerîkayê yên navên xwe aşkera nakin jî li ser mijarê daxuyaniyan didin û dibêjin: “Heke peymana li ser nukleerê çênebe dê Amerîka careke din êrişê Îranê bike.”

Netanyahu ji bo şer gur bibe hevkariyê dike

Îsraîl jî wek hevparê peymanê yê ne rasterast li ber Amerîkayê cihê xwe digire. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di hemu peyam û daxuyaniyên xwe de piştgiryê dide Amerîkayê û diyar dike ku Îran dev ji nukleerê, moşekên balîstîk û dayîna piştgiriyê ya ji bo Hizbullah, Hamas, Husiyan û mîlîsên şiî bernede dê ji êrişên bi ser Îranê re pêşengtiyê bike. Beriya civîna navbera Amerîka û Îranê ya li Cenevreyê pêk bê Netanyahu ji nişgav biryar da û çû Amerîkayê. Netanyahu bi Serokê Amerikayê Trump re li ser mijarê hevditin pêk anî.

Îran bi tatbikatan Tengava Hurmuzê peyama dide Amerîkayê

Rayedarên rejîma Îranê jî ji vê rêbazê kêm namîne. Rayedarên Îranê di hêlekê de girîngiya pêşketinên hevdîtinan derdixin pêş û dixwazin bi van daxuaniyan rê rageşiya navbera xwe û Amerîkayê kêm bikin û li aliyê din ve jî bi tatbîkatan û bi daxuyaniyan bersiv didin gefên Amerîka û Îsraîlê.

Amerîka tatbîkata Îran û Rûsyayê ji nêz ve dişopîne

Hêzên leşkerî yên Îranê tatbîkata 16 û 17ê Sibatê li Tengava Hurmuzê pêk anî. Tatbîkata îro li Tengava Hurmuz û Zerya Hindîstanê pêk tê û hêzên leşkerî yên Îran û Rûsyayê beşdar dibin. Îranê bi hinceta dê di tatbîkatê de moşek bikar bê NOTAM îlan kir. NOTAMa ji bo ewlehiya hewayî hatiye îlankirin îro dê heta saet 13.30an bidome. Van hewildan û daxuyaniyên li ser vana wek şerê sar yê di navbera Amerika û Îranê de didome.

Îhtîmala şerê zêde ye

Di encamê de Îran û Amerîkayê aşkera kirin ku wan di hevdîtina Cenevreyê de li ser hin prensîban lihev kirine. Ev ne lihevkirineke mîsoger be jî ji bo pêvajoya dîplomasiyê bidome nîşaneyeke baş e. Her du alî jî niyeta xwe hene li ser hurgiliyê metnan rawestin. Ev jî pêkan e ku hê hevdîtinên din jî pêk bên. Lê dibe ku ev tenê wek hêviyeke niyeta başt jî bimîne û di cihe vê de encameke hişk ya şer jî rû bide. Lê sedemê derketina şer ji vê hêj zêdetir e. Rejîma Îranê di nava xwe de bi elê Faris jî di navde bi pêkhateyên din re di nava şer de ye. Rejîm her roj derdora 20 kesan darve dike. Xwepêşandan ranawestin û êrişên rejîmê jî bi tundî didomin.

Îsraîl dizêrîne, Amerîka bi fikar e

Di vî serdema herî lewaz ya Rejima Îranê de Îsraîl dixwaze bi hevkariya Amerîkayê re êrişî Îranê bike. Lê Amerîka bi fikar e. Fikara xwe ev e ku Îran wek ku tê texmînkirin bi êrişên hewayî têk neçe. Di encameke wisa de dê pirestîja Rejîma Îranê xurtir bibe.

Etîket: amadehîAmerîkaÎranÎsraîlşer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Jin beriya konferansa 6-7ê Hezîranê civiyan

21 GULAN 2026
Hilbijartinên Îsraîlê: Anket çi dibêjin, şansê Netanyahû çiqas e

Hilbijartinên Îsraîlê: Anket çi dibêjin, şansê Netanyahû çiqas e

21 GULAN 2026
Ji PJAKê peyama Newrozê: Ev Newroza diyarkirina çarenûsa azad e

Berdevka PJAKê Ewrîn: Trump çek dabe kî bila eşkere bike

21 GULAN 2026
WSJ: Îran dê daxwazên DYAyê qebûl neke

Muzakereyên DYA û Îranê: Li ser maseyê xitimîn, li qadê gefên şer

21 GULAN 2026
YRKê mikurhatinên sîxurek Îranê weşand

YRKê mikurhatinên sîxurek Îranê weşand

19 GULAN 2026
Muzakereyên DYA û Îranê: Trump zextan girantir dike, Tehran daxwazan red dike

Muzakereyên DYA û Îranê: Trump zextan girantir dike, Tehran daxwazan red dike

19 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji înîsiyastîfa jinan daxuyaniyên ‘Em di Aştiyê de israr dikin’

    Ji înîsiyastîfa jinan daxuyaniyên ‘Em di Aştiyê de israr dikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiyeke bikeser: Tevî sebîyê 8 rojî malbatek qetil kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 21ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bangawaziya xurtkirina “Konseferansa Veguherîna Komara Demokratîk” hat kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevka PJAKê Ewrîn: Trump çek dabe kî bila eşkere bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TUÎKê daneyên welidînê nûkirin: Ligel ketina rêjeyê li lûtkeyê bajarên Kurdistanê hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Şam dîlgirtiyan weke zextê bi kar tîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bêkarî me neçarî koçê û karên xeternak dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyên tahliyeya wan tê asteng kirin giliya Lijneya Çavdêriyê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (564)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne