Li Êlihê, bi tevlîbûna gelek saziyan Şeva Yeldayê bi şahiyek hat pîrozkirin. Di şahiyê de belgenameyên kurdî hatin dayîn.
Bi pêşengiya ARÎ-DER, Yenî Sahne, Komeleya Nivîskarên Kurd, Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê, Navenda Çandê ya Baharê, Baroya Êlihê û Akademiya Dîwanê ya Êlihê pîrozbahiyê Şeva Yeldayê hat lidarxistin.
Li Êlihê, bi pêşengiya saziyên mîna ARÎ-DER, Yenî Sahne, Komeleya Nivîskarên Kurd, Şaxa Egîtîm-Senê ya Êlihê, Navenda Çandê ya Baharê, Baroya Êlihê û Akademiya Dîwanê ya Êlihê Şeva Yeldayê bi şahiyek pîrozkirin. Endam û nûnerên sazî û rêxistinên mîna DEM Partiyê, DBP, TJA, Komeleya Dayîkên Aştiyê, Komeleya 78an, TUAY-DER, MEBYA-DER ên Êlihê jî tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de destpêkê ji bo kesên ku di têkoşînê azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê kar û xebatên çanda kurdî de sînevîzyonek hat nîşandan.
‘Bi salan e tê pîrozkirin’
Piştî rêzgirtinê li ser navê saziyên amadekar nivîskar Veysel Tirpan axaftinek kir û di axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em îşev ji bo Şeva Yeldayê hatine gelhev û bi vê hatine em gelek bextewar in. Şeva Yelda di dîroka Kurdan de cihekî wê yê gelek pîroz heye. Ji ber vê dîrokbûna xwe di gelek çavkaniyan de cihê xwe digire. Dîroka wê digihêje 4-5 hezar salan. Bi salan e li ser vê axê tê pîrozkirin.”
Divê ji dayîkan bê pirsîn!
Di dû Tirpan de helbestkar Berken Bereh jî derket ser dikê axaftinek kir û helbestek xwend. Bereh, di axaftina xwe de balê kişand Şeva Yeldayê û Cejna Ezda pîroz kir û ev tiş anîn ziman: “Her wiha cangoriyên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînim. Divê mirov wan ji dayîkan bipirse ka rewşeke çawa ye.”
Di berdewama şahiyê de belgenameyên qursên zimanê Kurdî ku qursiyerên ARÎ-DERê heq kiribûn hatin dayîn û serkeftin ji qursiyeran re hat xwestin.
Piştî dayîna belgenameyan ji hêla beşdaran ve govend hat gerandin û şahî bi vî rengî bi dawî bû.
















