Tîma Agirkujiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê mudaxileyî şewata ku li Polîklînîkên Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê derketibû kir û berî ku şewat mezin bibe hat kontrolkirin.
Li Polîklînîkên Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê ji ber panoya ceryanê şewat derketibû. Tîmên Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çûn cihê bûyerê û bi awayekî bilez destwerdan li şewatê kir.
Tîmên ku gihîştin cihê bûyerê, li hema hema hemû qatên avahiyê bi dûmaneke zêde re rû bi rû man. Di lêkolîna yekem de hat tespîtkirin ku şewat ji kabloyên di şafta elektrîkê ya hundirê avahiyê de derketiye. Bi saya destwerdana zû û bibandor, şewat berî mezin bibe hat vemirandin.













