Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê û Saziya Çandê ya Pîr Sultan Abdal Seyîd Riza û hevrêyên wî bi bîr anî û gotin: “Mîrateyê Seyîd Riza bûye nexşerêya me. Li dijî zilmê tu carî serî netewand.”
Rayedarên dewletê 88 sal berê di 15ê Mijdara 1937an de Seyîd Riza û hevrêyên wî li Qada Erase ya Genim a Xarpêtê darve kirin. Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê û Saziya Çandê ya Pîr Sultan Abdal bi boneya salvegera 88emîn a darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî li Qada Şêx Seîd daxuyanî dan. Nûnerên platformê û gelek kes amade bûn. Li ser masayê wêneyên Seyîd Riza vekirin û find pêxistin. Endamên platformê pankarta “Me çok nedanî, sere me bilind ber bi azadiyê ve dimeşin” vekirin.
Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakut bi Kurdî û Hevserokê DEM Partiyê Abbas Şahîn jî bi Tirkî daxuyanî da. Rûçem Vefa Elyakut diyar kir Seyît Riza û rêhevalên wî 88 sal berê hatin darvekirin û got: “7 Seyîdên ku warê derwêşan bê xwedî nehiştin, bi têkoşîneke bêhempa mohra xwe li dîrokê dan. Wan li dijî zilma zaliman tu caran serî netewandin.”
‘Diyarkirina gorên Seyît Riza û rêhevalên wî dê xizmeta aştiya civakî bike’
Rûçem Vefa Elyakut destnîşan kir ku banga ‘’Aştî û Civaka Demokratîk’’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga ronîkirina heqîqetê ye û wiha pêde çû: “Hevrûbûna bi Komkujiya Dêrsimê re, wê bibe haveyna pêşeroja hevpar û wekhev a gelan. Diyarkirina cihê gorên Seyît Riza û rêhevalên wî pêdiviyên sazkirian aştiya civakî ye.”
Parlamenterê DEM Partiyê ya Amedê Serhat Eren jî diyar kir ku bi kuştina Seyîd Riza û hevreyên wî hat xwestin gelê Kurd tune bikin lê gelê Kurd tu carî serî netewand.
















