Amed – Nivîskar Sîdar Jîr bi munasebeta 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê derbarê pirtûka xwe ya bi navê “Duşema Rêngîn” de ku li ser berxwedana Kobanê nivîsandibû got: “Pirtûk tenê du leheng in, niha bi hezaran leheng hene. Duşema Rengîn jî dilopek ji berxwedanê bû.”
1ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê ye. Şervanên Kurdan û dostên xwe li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê di sala 2014an de li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞê, berxwedaneke dîrokî nîşanî hemû cîhanê dan. Berxwedana Kobanê ya dîrokî di sala 2014an de li cîhanê berxwedana sedsalî hate pênasekirin. Lê ev berxwedan bi gelek bedelên mezin gihîşt serkeftineke mezin û ji Kurdan re bû hêzeke mezin.
Şervanên YPGê û YPJê bi lehengiya xwe kirin ku hemû cîhan li ber şerê wan neçar bimîne. Serhildana ku li bajarê Kobanê pêk hate ji bo hemû mirovahiyê bû serkeftinek û hêzek. Bi taybetî ji bo jinan bû hêzeke mezin. Ev têkoşîna dîrokî û sedsalî li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞê bû. Berxwedan û lehengiya li kolanên bajarê Kobanê bi ser ket û DAIŞ têk çû. Di serkeftina Kobanê de gelê Kurd carek din ji cîhanê re ragihand ku kes nikare îradeya gelê Kurd xwar bike û bişikîne.
Nivîskar Sîdar Jîr pirtûka xwe ya bi navê “Duşema Rengîn” li ser berxwedana Kobanê nivîsandiye. Sîdar Jîr bi minasebeta rojê ji Ajansa Welat re axivî û qala berxwedana Kobanê kir.
Sîdar Jîr bi bîr xist ku ew bi xwe jî wê demê li ser sînorê Kobanê bûye û wiha qala naveroka pirtûka xwe kir: “Dema ku li dijî DAIŞê şer dihat meşandin û her aleke wan dihat daxistin, li cihên alên wan ên reş yên rengîn dihatin bilindkirin. Pirtûka ‘Duşema Rengîn’ bixwe jî ji berxwedanê dilopek bû. Li ser wê berxwedanê gelek tişt hatin nivîsandin.”
‘Ew şerê man û nemanê bû’
Sîdar Jîr diyar kir ku di serhildana Kobanê de bi deh hezaran leheng Kurd destanan nivîsandine û hê jî dinivîsîn û wiha axivî: “Min bixwe jî di wê têkoşînê de çîroka du lehengan nivîsand e. Min jî weke nivîskarek xwe mecbûr hîs ku divê min tiştek binivîsandina. Hin hevalên dinê jî nivîsandin û fîlm kişandin û sitran hatin çêkirin. Ew jî tişteke baş e. Ew têkoşîna ku hatiye kirin, divê di şano, sînema û bi stranan bê mezinkirin. Ji ber ku ev şer ê man û nemanê bû, divê cihê di xwe de neyê hiştin. Divê ev têkoşîn ji aliyê huner, siyaset û civakî ve jî cihê xwe bigire. Ev gotina ‘Ji Sê Kêm Deh Deqe’ jî ne gotina min e ya lehengan e. Weke ‘Duşema Rengîn’ jî ez li serê fikirîm. Lewre ew roj teqabûlê kîjan roja dike? Ew roj jî duşem bû. Di ser wî awayî de dema tişteke hîperaktîf çêdibû, şervan jî digotin, îro duşeme duşema rengîn e, pîroz be li we li me û li hemû mirovahiyê.”
‘Her kêliya ku min dinivîsand, haya Esmer jê hebû’
Sîdar Jîr balê kişand ser gotina şervanê YPGê ku gotibû ji ‘Sisê Kêm Deh Deqe’ ya ku ji îlankirina rizgarkirina Kobanê dihat û wiha berdewam kir: “Dibe ku ji bo romanê hinekî giran be jî lê ji aliyekî ve jî gelekî lê hat. Mixabin Şoreş di Sibatê de şehîd dikeve û Esmer jî niha penabere û li derveyî welat e. Lê di her kêliya ku min dinivîsand e, haya Esmer jê hebû. Heta dema beriya ku ez pirtûkê bişînim weşanxaneyê min şand ber destê Esmerê ku bixwîne. Beriya wê jî hin rojnamegerên ku li wir xebitîbûn min bi wan re têkilî danî bû. Kesên ku esil leheng in ez bi wan re axivîm. Ez gelek caran jî ditirsiyam, min ji xwe re digot 11 hezar mirov li wir şehîd ketine, ez ê vê romanê li ser çîroka du kesan bidim. Piştre min beşan ji hevalên ku li Rojava diman re şandin, dema ku bersiv dan min hinekî dilê min hênik bû. Hevalan jî ji min re gotin, ‘Dema ku evîna wan herdu hevalan tune bûya ji xwe Kobanê rizgar nedibû.’ Piştî ku min ev bersiv girt e, êdî min bêhtir bi hêsanî nivîsand. Tişta ku ji min re zehmet dihat ne nivîsandina qalkirina bûyeran bû.”
‘Ji her devera cîhanê beşdarî berxwedanê bûbûn’
Sîdar Jîr anî ziman ku li hovên herî reş ên sedsalê li dijî lehengên Kurdan hebûn û wiha got: “Lê divê ev çîrok li ber çavên dinyayê, Kurdan û ji kesên ku li ser vê axê dijîn bihatina gotin. Ji ber ku gelek caran tirsa min çêdibû gelek caran min navber didayê, ji bo ku min karibûna zimanê nefretê di pirtûkê de nenivîsandina. Dema ku nivîskarek di berhema xwe de zimanekî nebaş bikar bîne, wê berhemê qast bike wê demê li hember lehengên xwe li bûyerê neheqiyê dike. Divê ew bibe kevirê takêşê yê welatê me. Gelek caran me di televîzyonan de didît ku bombe li kurê dikeve. Li kur berxwedan û êriş hebûn me hemûyan li ber çavan didît. Vana hemû jî di televîzyonên hemû cîhanê de dihatin belavkirin. Em bixwe jî çûn ser sînor, lê ya esil ew bû ku li alî sînor ê dinê çi dihat qewimandin ew girîng bû. Xizmên me hemûyan jî li wir şehîd ketine. Ew 11 hezar kes ne bi tenê ji Amedê bûn, ji her devera cîhanê bûn, ji her deverê kes beşdarî berxwedanê bûbûn.”













