Balafira şer a Tirkiyeyê (SÎHA) dîsa Bendava Tişrînê bombe kir. Di êrîşa hewayî de 14 kes birîndar bûn.
Balafireke bêmirov û bi çek (SÎHA) ya Tirkiyeyê careke din şêniyên li Bendava Tişrînê nobet digrin, bombe kir. Di êrîşa hewayî de 14 çalakvanên ku nobet digirtin birindar kir.
Navê kesên birîndar bûne wiha ne: Mihemed Mehmûd Mihemed (21), Mehmûd Temo (32), Bozan Xelîl (20), Fatme Elî (18), Silêman Mihemed (19), Hedle Muhyedîn, Salih Elî Şêx Salih, Salih Omer (60), Xelîl Hemîd (30), Mehmûd Mehmûd Welo, Meryem Bekî, Xelîl Şêxî (50), Ciwan Ebdullah Îbo û Şehrazad Mihemed.
Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) yên li dijî Bendava Tişrînê didomin. Li ser banga Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo rawestandina êrişan û parastina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 8’ê Çileyê de li Bendava Tişrînê nobed hat destpêkirin. Tevî nobedê jî êrişên Tirkiye û ANS’yê yên li ser herêmê dewam dikin. Herêm 12 caran ji aliyê SÎHA’yên tirk ve hat hedefgirtin. Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8ê Çileyê heta niha di êrişên li dijî gel û karwanên li Bendava Tişrînê de 21 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 217 welatî jî birîndar bûne.