Şîna Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder a li Stenbolê hatibû danîn bi dawî bû. Gelek kesan serdana şînê kirin û sersaxî ji malbatê û DEM Partiyê re xwestin.
Şîna Endamê Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder du roj bûn li Navenda Pêşdandanê ya Cemal Reşît Rey hatibû danîn. Malbata Sirri Sureyya Onder, Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, endama Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê Pervîn Buldan û parlamenterên DEM Partî di şînê de amade bûn.
Di nava rojê de Dayikên Aştiyê, hunermend, siyasetmedar, endam û nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kesan serdana şînê kirin û sersaxî ji malbatê û DEM Partiyê re xwestin. Şîna ku ev du roj bûn berdewam dikir, bi dawî bû.