Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Fermandarê HSDê Sîpan Hemo wek cîgirê Wezîrê Parastinê tayîn kir.
Li gorî ajansa SANAyê, Gerînendeyê Rêveberiya Çapemenî û Peywendiyan a Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Asim Xelyon Sîpan Hemo wek Cîgirê Wezîrê Parastinê li herêma rojhilat a Sûriyeyê tayîn kir.
Ev biryar, di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ê Çileyê ya navbera HSDê û hikûmeta demkî de ji bo entegrasyona saziyan li gorî pêdiviyên qonaxê pêk tê.
Çavr li rê ye ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) der barê tayînkirina Sîpan Hemo de daxuyaniyekê bide.













