Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder anî ziman ku hem Abdullah Ocalan û hem jî tevgera kurd di mijara aştiyê de zelal in û got: “Kengî ku dewlet bigihêje asteke zelaliyê, wê demê ‘pêvajoya’ rast wê dest pê bike. Abdullah Ocalan bi qasî azadiya kurdan ewlekariya wan jî esas digire.”
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku di Şandeya Îmraliyê de cih digire ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Sirri Sureya Onder anî ziman ku tişta ku ew ji raya giştî cuda dizanin, naveroka hevdîtinên wan in û wiha got: “Dema ku pêvajo bigihêje astekeê wê raya giştî agahdar bibe, lê ji xeynî vê tişta em zanin û vedişêrin tineye.”
Sirri Sureya Onder pirsa “Gelo ev nediyarbûn normal e?” wiha bersivand: “Ez nabêjim normal e, lê ev nezalalî ne li ser samîmîbûna pêvajoyê ye an na, li ser konjonkturê ye. Yanî ne tenê em, kesên ku dewlet û aktorên Rojhilata Navîn birêve dibin jî ji bo vê nezelaliyê ji holê rakin hemleyên cuda dikin. Di vê pêvajoya ku em jî tê de ne, hewldana ji holê rakirina vê nediyarbûnê yek jê ye.” Onder bal kişand ser pêşniyar û nirxandinên Rêber Apo yên der barê geşedanên li herêmê û got, “Niha nezelalî ne DYE, ne Îsraîl, ne Îran, ne Tirkiye û ne jî aktorên din ên di qada Sûriyeyê de wê çi bikin zelal bûye. Ne diyar e ku desthilata nû li Şamê wê çi bike û dê çawa Sûriyê ava bike. Ocalan di vê heyama nezelaliyê de pêşniyara xwe ya Rojhilata Navîn daniye holê. Di vî alî de yê herî zelal pozîsyona Ocalan e.”
Sirri Sureya Onder li ser pirsa, “Hûn dikarin helwesta zelal a Abdullah Ocalan vebêjin” bersivand û got, “Ji bo afirandina ‘zelaliyê’ ne şer, ne pevçûn û ne xetên tûj ên li pêşiya gelan e, ji bo aştî, jiyana bihevre û derbasbûnê sekneke siyasî nîşan dide.”
Sirri Sureya Onder diyar kir ku gelo hikûmet di wateya ku ew jê re dibêjin ‘aqilê dewletê’ wê têxe dewrê û wiha berdewam kir: “Li hemberî nezelaliyê wê bi kurdan re aşitiyê çêbike û bi vî rengî hewl bide li Rojhilata Navîn bibe aktorê sereke, yan wê bi Kurdên Sûriyeyê re ‘di nava lepikê nerm de bibe kulma hesinî’ têkeve nava pevçûneke dijwar? Tişta ku dixwaze xwe bigihînê ev herdu ne. Li gorî min ji ber di vî alî de hîn biryareke zelal nedaye Tirkiye di vê pêvajoyê de ne zelal e. Li aliyê din yên ku berdêla aştiyê dane, bi taybetî jî civaka Kurd hin fikarên wan hene. Gelek derdor rewşaruhî ya civakê weke ‘xweşbîniya bi fikar” pênase dikin. Normal e ku di demên wiha de fikar hebin. Her wiha ev civak xwedî feraset û tecrûbeye. Ji tiştên jiyaye ders derxistine. Ji bo têgihîştina vê serdemê xweşbîniya bi tedbîr şeklê aqilmendiya civakê ye. Ev xweşbîniya tebdîr di rastiyê de tê wateya ne tenê nebûna bendewariyan di heman demê de ji bo aştiyê jî tê wateya afirandina xebatê. Divê aştî daxwaza hevpar a her kesê ku li van xakan dijîn be û ji bo ku em bigihêjin vê yekê divê em hemû bi kedên ku heta nihahatine dayin bêhtir bidin.
(…) Erê, dema mirov li hin derdoran dinêre bi rastî jî sosret e. Bi taybetî li van derdoran ger ku Kurd razemeniya ‘aştiyê’ bikin wê derfeta mezin, ango îhtîmala serxwebûna Kurdistanê ji dest bidin. Îcar eger niha aştî çênebe, wê deriyên derfetan li ber Kurdan vebin? Kurd wê ji nakokiya hêzên mezin rizgar bibin û bigihîjin azadiyê? Ev îhtîmalek e ku xetereyên mezin hildigire. Ocalan ji destpêkê ve amaje bi wê yekê dike ku eger Kurd vê rîskê bigirin ser milê xwe, wê bi xwe re karesateke dîrokî û serketineke dîrokî jî bîne. Teoriya konfederalîzma demokratîk a Ocalan li ser van her du îhtîmalan ava bûye. Yanî Ocalan ne ku ‘ne Kurdistanî bû’, ji ber ku ewlekariya Kurdan û her wiha azadiya wan esas girtiye, teorîyeke bi vî rengî daniye holê. Ji du meylên dewletê yên cuda du nêzîkatiyên ji bo Ocalan hene ku dibêjin êdî dema pêkanîna vê teoriyê hatiye. Ji ber vê yekê hem Ocalan û hem jî tevgera Kurd di mijara aştiyê de zelal in. Dema ku dewlet bigihêje asteke zelaliyê, wê demê ‘pêvajoya’ ya rast wê dest pê bike. Dibe ku ji vê pêvajoya heta niha navê ‘pêvajoya çareseriyê’ neyê kirin. Lê divê aştî weke yek ji gavên girîng û pêşî yên çareseriyê bê dîtin.
Weke şande em li ser pêşxistina xebatan bi erênî sekinîn. Bê guman çi ji destê me tê em dikin û hewl didin rê li ber van geşedanên neyînî bigirin. Lê ne tenê berpirsyariya me di heman demê de berpirsyariya hemû civakê ye ku tevî vê pêvajoyê bibin û bigihînin encamê. Ji ber vê yekê her ku pêvajo bi pêş ve diçe, wê derfeta me hebe ku em li ser hin tiştan zelaltir biaxivin.”