Amed – Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken ku têkildarî 1emîn Rojên Pirtûkan ên Şaredariya Erxeniyê axivî, wiha got: “Ji bo ku li dijî vê rizandina heyî civakê jinûve ava bikin ev fikir derket holê. Şoreşa zihniyetê çêbibe yên din jî dê çêbibin.”
Hevşaredarê Erxeniye Şîyar Guldîken anî ziman ku ev perspektifa Rojên Pirtûkan perspektifa çand û hunerê ye.
1emîn Rojên Pirtûkan ên Şaredariya Erxeniyê bi hevkariya Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) û Şaxa Egîtîm Sen a Hejmara 3yemîn a Amedê di navbera 2 û 5ê Gulanê de li Yenîşehîr Park Orman a navçeya Erxeniyê ya Amedê hate lidarxistin. Di pêşengeha ku gelek weşanxane û nivîskar tev li bûn de gelek panel, gotûbêj, konser û aktîvîteyên cuda hatin lidarxistin. Eleqeya gel a ji bo rojên pirtûkan gelek zêde bû. Weşanxaneyên ku tev li rojên pirtûkan bûn ji bo eleqeya gel keyfxweş bûn û spasiyên xwe pêşkeşî Şaredariya Erxeniyê kirin. Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken têkildarî 1emîn Rojên Pirtûkan ên Şaredariya Erxeniyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Me roja ewil got perspektîfa me perspektîfa çand û hunerê ye’
Şiyar Guldîken, da zanîn ku cara ewil e li navçeyekê rojên pirtûkan tên lidarxistin û wiha got: “Me roja ewil got ev perspektîfa me perspektîfa çand û hunerê ye. Em her tim vê pirsê ji xwe dikin ‘Gelo em kî ne? Em ji ku tên? Û em ê bi ku de herin?’ Em li pey bersiva van pirsan in. Ev xebata me jî ji bo lêgerîna van pirsan bû. Em dibêjin em çi karî bikin hewceye li ser lingê çandê bikin. Em dikarin kolanan, parkan çêbikin, kar û barên îmarê bikin. Lê dema me li ser çand û huner û nirxên vê civakê ava nekirin ew vala dibin.”
‘Divê em kar û barê xwe bikin jinûve avakirina nirxan’
Şiyar Guldîken bi bîr xist ku şaredariyên wan 7-8 salan bi qeyûman hatin birêvebirin û wiha domand: “Qeyûm tene bidestxistina koltûxekê an çar dîwaran nebû. Hilweşandina çandê, nirxan û civakê bû. Li ser nirxê civakê lîstikeke mezin û rizandineke pir mezin heye. Ji ber wê jî em dibêjin lazim e em hemû kar û barê xwe bikin jinûve avakirina van nirxan û vê çandê. Hewceye em van xebatên çandî dîsa bi hev re nîqaş bikin û weke hişmendiyekê têxin meriyetê. Derdê me ev e. Me got ev bû nesîbê me. Hevalên me yên berê peywîr girtibûn li vir gelek gelek xebat meşandin lê me got em ê dest bi vî karî bikin.”
‘Şoreşa zihniyete çêbibe yên din dê çêbibin’
Şiyar Guldîken bi bîr xist ku par jî 1emîn Şahiya Çand, Dîrok û Gastronomiyê ya Hîlarê li dar xistibûn û wiha pê de çû: “Ew jî weke fûarekê bû. Hezar sal dîroka Erxeniyê heye. Qasî ku em dizanin di dîrokê de cara ewil genim li vir hatiye çandin. Çandin û çand girêdayî hev in. Ji hevdû tên. Me jî got em li ser van nirxan kar û barekê bikin. Ev fikir ji wir derket. Dema me ew fûara Hîlarê çêkir me got gelo em çima xebatekê li ser xwendinê nakin. Ji ber ku em li şoreşa zihniyetê digerin. Şoreşa zihniyetê çêbibe yên din jî dê çêbibin. Hişmendiyek ji me re lazim e. Ji bo ku li dijî vê rizandina heyî em civakê jinûve ava bikin û karekî erênî çêbibe ev fikir derket holê. Me jî got em çêbikin û gelek jî baş bû.”
‘Em ê her sal di vî çaxî de vê fûarê bikin’
Şiyar Guldîken, bi lêv kir ku ji bo vê xebata wan a rojên pirtûkan gelek kesan ew pîroz kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi vê yekê gelek serbilind in. Nivîskar, weşanxane û helbestvanan eleqeyeke zêde nîşan dan. Hinekan jî gotin we çima gazî me nekiriye. Em ê vê veguherînin fûarekê. Çar salên me yên vê serdemê hene. Em ê her sal di vî çaxî de vê fûarê bikin. Helbet wê mezintir bibe, her ku diçe wê xweş û geştir bibe. Heta ku ji destê me were em dixwazin li ser nivîs û nivîskarên weşanxaneyên kurdî bikin. Egîtîm Senê jî gelek piştgirî da me. Me û Egîtîm Senê nîqaş kir dû re me bi YEWKURDê re hevdîtinek kir. Me bi hev re karekî kolektîf kirin. Dema mirov xebatên kolektîf dike tiştên pir baş derdikevin holê. Gel jî pir eleqedar e. Em serbilind in.”
Xebatên danîne pêşiya xwe vegotin
Şiyar Guldîken têkildarî xebatên ku danîne pêşiya xwe ev tişt gotin: “Em dixwazin navendeke çand û hunerê çêbikin. Ji bo wê hinek derfet lazim in. Mixabin qeyûm erdê şaredariyê tev firotine. Yek du cih hene. Erd firotine û tahsîsî wezaretan kirine. Em niha bi wan re hevdîtinê dikin. Daxwaza me ew e ku demekê zûtir em vê navenda çand û hunerê ava bikin. Em çênekin jî hemû park, dar ên me ne. Em nafikirin ku xebat tenê di nava çar dîwaran de tên kirin. Em ê bi hemû xebatkar û endamên xwe yên Meclisê em li ser zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî dersa bigirin. Ji bo ku em bi gel re têkiliyeke baş deynin û hevdû baş fêm bikin. Em ê di rojên pêşiya me de bi MED-DERê re jî hevdîtinan çêbikin. Piştî wê em dixwazin ji bo zarokan jî hinek kar û baran bikin. Weke şanoyan, atolyeyên li ser çand û hunerê.”
Şiyar Guldîken di dawiya axaftina xwe de spasiyên xwe pêşkeşî gel, weşanxane û nivîskarên ku tev li rojên pirtûkan bûn kirin û kesên ji bo rojên pirtûkan ked dan jî piroz kirin.