Parlamentera bere ya HDPê Semra Guzel di rûniştina dawî ya doza jê dihat darizandin de hat berdan.
Danişîna rûniştina dawî ya Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel li Dadgeha Cezayê Giran a 22emîn a Enqereyê pêk hat. Parlamenterên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî ), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û gelek jin beşdarî danişînê bûn. Semra Güzel bi rêya SEGBİSê tevlî danişînê bû.
Dadgehê ji ber “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh û ji ber “sextekirina belgeyên fermî” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Semra Guzel û bişert hat berdan.













