Navenda Nûçeyan – Mala Çavdêriye ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), têkildarî şerê li Heleb û Idlibê ku di Mijdarê de pêş ket raporek amade kir. SOHRê destnîşan kir ku di şer de 746 kes hatine kuştin û ji wan 176 kes sivîl in.
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) têkildarî şerê meha Mijdarê ku li Heleb û Idlibê rû da raporek amade kir. SOHRê anî ziman ku di 60 mehên dawî de herî zêde niha sivîl hatine kuştin. SOHRê destnîşan kir ku di Mijdarê de 746 kes hatine kuştin û ji wan 176 kes sivîl in. SOHRê anî ziman ku di meha Mijdarê de 31 zarok, 20 jin bi giştî 176 welatiyên sivîl hatine kuştin.
SOHRê bang li rêxistin û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir û xwest dawî li vî şerê li Sûriyeyê bînin û rê li pêşiya xwînê bigirin.