Rêxistin û komên şoreşger ên enternasyonalîst li gelek deverên cîhanê çalakiyên piştgiriya şoreşa Rojava re pêk tînin.
Rêxistin û komên enternasyonalîst ên wekî RiseUp4 Rojava (Ji bo Rojava Rabe Serpiyan), Women Defend Rojava (Jin Rojava Diparêzin), Kolektîfa Xwebûn, NUPIEC (Navenda Lêkolînên Pirsgirêka Kurd), Tevgera Sosyalîst li seranserê Abya Yala bi armanca piştgiriya şoreşa Rojava çalakiyan pêk tîne. Piştî banga ji bo çalakiyê, gelek rêxistin di 30ê Çileyê de bi bo nîşandayina piştgiriyê li Soo Pauloyê kom bûn.
Çalakiyên cur bi cur pêk hatin
Endamên kolektîfa Xwebûnê behsa dîroka berxwedana gelê kurd kirin û nemaze jî têkoşîna şervanên YPJê ya li dijî çeteyên DAÎŞê vegotin. Her wiha êrîşên demên dawî de hatin nîqaşkirin. Tirkiye û HTŞ bi boneya pêkanîna sûcên şer hatin şermezarkirin. Peyama ku divê Abya Yala piştgiriyê bide Rojava derket pêş.
Li Brezîlyayê nîqaşa Rojava: Ew hêviya mirovahiyê ne
Kolektîfa Jinan a Juntas a Tevgera Çep a Sosyalîst a Brezîlyayê (MES) jî di çarçoveya kampanyaya Jin Rojava Diparêzin de tevlî kampanyaya hevgirtinê ya li ser medyaya sanal bû. Kolektîfê piştgiriya xwe ji bo têkoşîna jinên Kurd anî ziman. Di vîdyoyeke ku ji aliyê Kolektîfa Juntas ve hat weşandin de, banga parastina Rojava hat kirin û wiha hategotin: “Em li gel jinên Kurd ên şoreşger in. Ew ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, lê ji bo tevahiya cîhanê hêvî ye.”













