Amed – Di ser erdheja 6ê Sibata 2023yan re 2 sal borîn. Li gel hikûmeta AKPê û Serokmomar Tayip Erdogan soz dabûn mexdûrên erdhejê ku xaniyan ava bikin jî hîna zêdetirî 200 hezar mirov di çadir û konteyniran de dijîn. Hîna ji bo mexdûrên erdhejê xanî nehatine avakirin û di şertê herî xerab de dijîn.
Bi milyonan welatî, li 11 bajarên Tirkiye û Kurdistanê di 6ê Sibata 2023yan de bi erdhejek dijwar hişyar bûn. Erdheja ku saet di 04.17ê sibehê de pêk hat, welatî di xewê de zeft kirin. Piştî erdheja serê sibehê ku hêza wê 7,7 pêl bûn, saet di 13.24an de dîsa erdheja duyemîn a bi hêza 7,6 pêk pêk hat. Di erdheja ku bandor li 11 bajaran kir de, nêzî 100 hezar mirov bûn qurbana mutehîd û Wezareta Bajarvaniye û Derdorê. Bi sed hezaran mirov jî birîndar bûn. Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Ali Yerlikaya diyar kiribû ku di erdhejên ku li Mereş, Hatay, Osmaniye, Semsûr, Amed, Riha, Dîlok, Kîlîs, Edene, Meletî û Xarpêtê pêk hat de 53 hezar û 537 kesan jiyana xwe ji dest dane û 107 hezar û 213 kes jî birindar bûne. Lê li gorî çavkaniyên cuda tê diyar kirin ku di erdhejê de nêzî 100 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên Wezareta Bajar û Derdorê di destpêka erdhejê de 36 hezar û 932 avahî hilweşiyan. Ji ber erdhejê jî 311 hezar avahiyan zerareke mezin dîtine û ji xizmetê derketine.
Li Semsûrê 115 hezar mirov di konteyniran de dijîn
Li gorî daneyên fermî li Semsûrê 63 hezar û 844 avahiyan xisar dîtiye û hatine hilweşandin. Ligel vê zerara mezin jî dîsa TOKÎ tenê 38 hezar û 26 heb avahî çêdike. Di çarçoveya ji nûve veguhestinê de bi kredî û hîbeyên ji bo welatiyan 11 hezar û 654 avahî tên çêkirin. Li Semsûrê ji ber xanî nayên çêkirin, hîna 115 hezar kes di konteyniran de dijîn û mafên wan ê starê tê binpekirin. Mirovên di van konteyniran de dijîn, ji mafê tenduristî, perwerdehiyê û xizmetên civakî bêpar in.
Li Hatayê 24 hezar mirov di konteyniran de dijîn
Yek ji bajarê ku di erdhejê de herî zêde zerar dît û mirov mirin jî Hatay e. Li Hatayê bi hezaran mirov di binê kavilan de man. Lê hîna 24 hezar mirov di konteyniran de dijîn. Li gorî rayedarên dewletê diviyabû li Hatayê bi giştî 158 hezar û 200 xanî teslîmî malbatan bihatana kirin. Lê heta niha tenê 47 hezar û 637 xani teslîmî malbatan hatin kirin. Diviyabû 120 hezar mirov ji konteyniran derbasî xaniyên TOKÎyê bibûna. Lê hîn avahiyên TOKÎyê nehatine temamkirin. Ji ber derî, şibake, ceyran, av û gelek kêmasiyên xaniyen TOKÎyê hene mirov nikare derbasî avahiyên TOKÎyê bibin.
Bazarcix
Li navenda navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdheja 6ê Sibatê bû, 872 xanî hilweşiyan û li gorî reqamên fermî 431 kes mirin. Li navçeya Bazarcixê ku ji 47 gund û 28 mezrayan pêk tê beriya erdhejê hejmara şeniyên navçeyê 70 hezar û 123 kes bûn, piştî erdhejê piranî koç kirin. Bi hezaran welatî bêwar û bê xanî ne.
Dîlok
Ji bajarên ku di erdhejên navenda wan Mereşe bû de herî zêde zerar dît, Dîlok û navçeya wê Nûrhaq bû. Li gorî daneyên fermî 5 hezar û 343 xanî hilweşiyan û 24 hezar û 358 avahî jî xesar dîtine. Der barê 27 hezar û 165 avahiyên li bajêr de jî tu tespît nehatine kirin. Li navçeya Nurdagi ya bajêr hezar û 743 avahî û li Îslahiyeyê jî hezar û 90 avahî hilweşiyan di erdhejên 6ê Sibata 2023yan de. Piştî erdhejê li Islahiyê û Nûrhaqê zêdetirî 60 hezar mirov bê xanî man. Heta salek berê jî 56 hezar mirov ji ber xanî ji wan re nehatin avakirin, di konteyneran de dijîyan.
Efoya mîmarê felaket anî
Di sala 2018an de xala 16emîn li Kanûna Îmarê ya hejmar 3194an zêde kirin û bi vê yekê avahiyên bê ruhsat û ne fermî wekî avahiyên bi rûhsat hatin nîşandan. Vê guhertina zagonan rê li pêşiya avahiyên ku diviya bû bihatana xerakirin û nehatin xerakirin vekir. Ev ji bû sedem ku venêrtina xaniyên xerab û ne fermî bêne parastin û ji hezaran mirov re bibe goristan.
ILO: 658 hezar mirovan karên xwe winda kirin
Li gorî lêkolîn û daneyên Rêxistina Karkirinê ya Navneteweyî (ILO) ji ber erdheja Mereşê bi sed hezaran xebatkarên li van welatan banga “piştgiriya lezgîn” kiriye. ÎLOyê, aşkere kir ku ji ber erdhejê 658 hezar xebatkarî çavkaniyên dahatên xwe ji dest dane û zêdeyî 150 hezar cihên kar jî têk çûye û ji xizmetê derketine. Zêdetirî 4 milyon karker ji ber erdhejê mexdûr bûn. Karkerên ketin bandora erdhejê piraniya wan karên çandinî, cotkarî, pîşesazî û bazirganiyê dikirin.
Banka Cîhanê: Zerara erdhejê 34.2 milyor dalor e
Li gorî rapora Bankaya Cîhanê di erdheja 6ê Sibatê de li Tirkiyeyê 34,2 mîlyar dolar(nêzîkî 650 mîlyar TL) zirar çêbûye. Banka Cîhanê di raporê de diyar dike ku milyonek û 250 hezar kes bê mal mane. Di raporê de destnîşan dike ku 250 hezar mirov avahiyên wan hilweşiyane ûzerareke zêde dîtine. Li gor raporê ji sedî 81ê zerarê li bajarên Hatay, Mereş, Dîlok, Meletî û Semsûrê çêbûye, li wan bajaran 6 milyon û 450 hezar kes dijî. Ji sedî 53ê zerarê ji ber avahiyên sivîl ên hilweşiyayî, ku dike 18 milyar dolar, ji sedî 28 ji ber avahiyên hikumî yên hilweşiyayî, ku dike 9.7 milyar dolar û ji sedî 19 ji ber rê, pir, ban, av û elektrîkê ku dike 6.4 milyar dolar çêbûye. Piştî erheja wêrankar ya ku serê sibeya 6ê Sibata 2023ê başûrê Tirkiyê û bakurê Sûriyê hejandî, û hetqa niha bûye sedema mirina zêdetirî 50 hezar kesî û derbiderbûna bi mîlyan kesan û 100 hezajran apartman û avahi wêrankirîn, bîra xelkê herêmê li erdhejên dîrokî anî yên ku dem bi dem dibin sedam mirin û wêrankariya li Tirkiyê.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî erdhejê got, “Erdheja ku îro danê sibê (Duşemê 6ê Sibatê, 2023) ku navenda wê Mereş bû pêk hatî, ji erdheja Erzincanê ya sala 1939an vir va felaketa herî mezin e ku me dîtîye.”
Tirkiye li herêmeke ku li cîhanê yek ji herêmên herî zêde rastî erdhejan tê jiber ku ew navneda hêla sor û xeteke kûr ya erdhejê ye.” Profesorê Alîkar li Zîngeha Politeknîk û Pisporê Ceolojî û erdhejan birêz Dr. Jemal Doskî sedema pêkhatina zêde ya erdhejan li wê herêma Tirkiyê wiha şirove dike “Ew erdheja serê sibeya 6ê Sibatê li Mereşê li (Kurdistana Tirkiyê) çêbûyî, ev erdheja herî bihêz bû ji salên 1950an heta niha, sedem jî vedigere hereketa tebeqên tektonî – Tectonic Plate, ku niha îraq û herêma Kurdistanê li ser lewheya yan jî tebeqa tektonîk ya ku dibêjnê tebeqa erebî (ArabianPlate) ku her sal yek sentîmetir heta 3 sentîmetran ber bi bakûr ve hereke dike.”
Dewletê ji erdhejên 25 salên borî ders dernexist
Di 25 salên dawî de li herêma Çukurova, Marmara, Wan û Çewlîgê erdhejên mezin pêk hatin. Lê tevî ku di van erdhejan de bi hezaran xanî hilweşiyan û bi deh hezaran mirov mirin jî dîsa li dijî erdhejan xaniyên qesm û xurt nehatin avakirin. Xaniyên hatin avakirin jî nehatin kontrolkirin. Yên ku ne saxlem jî bi zagonekê hatin efokirin û ev xaniyên li dijî erdhejê qels ji hezaran mirov re bûn goristan.
Erdhêja Edenê û Ceyhanê
Li Çukurovayê di 27ê Hezîrana 1998an de li gorî saeta herêmî saet 16:55’an de erdhêjek pêk hat. Erdhêj bi pileya 6,2 pêk hat û 145 kes mirin, hezar û 500 kes birîndar bûn. Bi hezaran kes jî bê mal man.
Erdheja Duzceyê:
Li Duzceyê di 12ê mijdara 1999an de, saet 18:57an de erdheja bi mezinahiya 7,2 pêk hat. Erdhêja ku 30 saniye dewam kir, li gelek parêzgehan û her wiha li Ukraynayê jî hat hîskirin. 845 kes mirin û 4 hezar û 948 kesan jî birîndar bûn. 12 hezar û 939 xaniyên zirarên mezin dîtin.
Erdheja Golcukê
Erdhêja Golçukê ku navenda wê Kocaeli/Golcukê ye di 17ê Tebaxa 1999an de danê sibê saet di 03:02 de pêk hat. Erdhêja bi hêza 7,5 mw li gor pîvana Richterê xisareke mezin a canî û madî pêk anî. Erdhêja 17ê Tebaxê ji Enqereyê heta Îzmîrê li tevahiya Herêma Marmarayê hat hîskirin. Li gorî raporên fermî 17 hezar û 480 kes mirine û 23 hezar û 781 kes jî birîndar bûne. 505 kes jî seqet bûne. 285 hezar û 211 xanî û 42 hezar û 902 kargeh zirar dîtine.
Erdhêja Wanê
Erdhêj di 23yê Cotmeha 2011an de li Wanê di seat 13.41an de pêk hat. Bi pileya 6,6 pêk hat û 25 sanîyeyan dewam kir. Navenda erdhejê gundê Tabanlîyê ku 17 kîlometre dûrî Wanê ye, bû. Di vê erdhejê de 604 kesan jiyana xwe ji dest dan. 4 hezar û 152 kes jî birîndar bûn.
Erdhêja Çewlîgê
Erdhêja Çewlîgê di 1ê Gulana 2003yan de seat 03.27an bi pileya 6,4 pek hat. Li hêremê herî kêm 176 kes mirin û 625 avahî hilweşiyan. Dema bloka li dibistana şevînî ya li Celtiksuyu hilweşîya 84 kesan jiyana xwe ji dest dan.