• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

SOZDER Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyan pîroz kir

Navenda Nûçeyan / AW

23 GULAN 2025 - 18:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
8 Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî “SOZDER” bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên balkêş li dar xist. 

SOZDER bi armanca bilindkirina hişyariya ziman kurdî û daxwaza statuya fermî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî li gelek deveran çalakî li dar xist.

Di çarçoveya pîrozbahiyê de, SOZDERê pankart û belavokên bi sernivîsa “Statûya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” û gotina nemir Celadet Elî Bedirxan, “An bi Kurdî Biaxivin an jî nebêjin em Kurdin in, 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be!” amade kirin. Van pankart û belavokan ji aliyê rêveber û endamên SOZDERê ve li navenda Mêrdînê û navçeyên wê yên Qoser, Dêrik, Şemrex,Nisêbîn û her wiha li bajarên Êlih, Riha, Edene û Stenbolê hatin belavkirin. Belavok bi taybetî li sûk, bazar û nav esnafan hatin parvekirin da ku hişmendiya zimanî di nav civakê de bê zêdekirin û zimanê Kurdî bêtir bikeve rojevê.

Hevserokê SOZDERê, nivîskar Eyup Guven, di axaftineke xwe de bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî û girîngiya parastina wê anî ziman. Guven got: “Zimanê me yê zikmakî, bi taybetî zaravayên Kurmancî û Zazakî, li Tirkiyeyê di bin xetereyeke mezin de ye.” Wî destnîşan kir ku gotina Celadet Elî Bedirxan ji bo wan bûye bingeh: “An bi Kurdî biaxivin an jî nebêjin em Kurdin!”

Hevseroka SOZDERê Gulîzar Seyhan jî bang li hemû Kurdan kir ku zimanê xwe di her qada jiyanê de bikar bînin û biparêzin. Wê her wiha diyar kir ku SOZDER ji roja damezrandina xwe ve xebatên xwe bi awayekî rêkûpêk dimeşîne û wan wek rêveberî raportekê amade kiriye da ku hem endamên komeleyê hem jî raya giştî ji van xebatan agahdar bibe û pê re got. “Ev yek şefaftî û dilsoziya SOZDERê ya ji bo doza ziman nîşan dide. Em ê xebatên xwe yên zimanî di her warî de û di nava gel de bi gel re bimeşînin. Bi vê xebata me re ez bang raya giştî dikim ku teqez em bi zimanê xwe bidin û bistînin. Bila zimanê me bibe zimanê bazarê, zimanê dan û stendinê û zimanê siyasetê. Bi kurtasî zimanê jiyanê.”

SOZDERê ragihand ku ev çalakî ne tenê di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de ne, lê ew ê her dem û di her şertî de ji bo parastin û geşkirina zimanê Kurdî xebatên xwe bidomînin. Guven tekez kir: “Em ê zimanê kurdî bigihînin nava hemû beşên civakê, ji ber ku ziman nasnameya me ye û parastina wê erka me hemûyan e.”

Çalakiyên ku ji aliyê endamên SOZDERê ve bi coşeke mezin di nav gel de tên meşandin û banga wan a ji bo xwedîderketina li zimanê Kurdî, bi awayekî berfireh deng vedide. Ev çalakî, ku armanca wan bilindkirina hişyariya li ser girîngiya zimanê Kurdî û teşwîqkirina bikaranîna wê ye, ji aliyê kesên ku ji zimanê Kurdî hez dikin ve bi awayekî erênî tê pêşwazîkirin û piştgirî didin van hewldanên wan.

Etîket: ÇalakîKurdîSOZDERziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Êrişên li Efrîn û Helebê hatin şermezarkirin

Êrişên li Efrîn û Helebê hatin şermezarkirin

21 ADAR 2026
Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî berdewam dikin

Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî berdewam dikin

20 ADAR 2026
Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

3 ADAR 2026
Li Îzmîrê Starta 8ê Adarê: Em ê bibin hêza pêşeng a pêvajoya aştiyê

Li Îzmîrê Starta 8ê Adarê: Em ê bibin hêza pêşeng a pêvajoya aştiyê

28 SIBAT 2026
Newroz Uysal Aslan li meclisê bang kir: Ji Kurdî re statu

Newroz Uysal Aslan li meclisê bang kir: Ji Kurdî re statu

26 SIBAT 2026
Xwepêşandanên xwendevanên Rojhilat û Îranê didomin

Xwepêşandanên xwendevanên Rojhilat û Îranê didomin

23 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê gelê Kurd di şerê cîhanê yê sêyemîn de bibe yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çalakiyên ji bo aqûbeta windayan didome: Bila winda bên dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1089)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne