Berdevka YPJê Rûksan Mihemed têkildarî rewşa kampa Holê û metirsiya DAIŞê diyar kir ku xeteriyên DAIŞê ji berê zêdetir in û malbatên DAIŞê xwe li kampa Holê di aliyê leşkerî û bîrdozî de xwe perwerde dikin. Rûksan Mihemed da zanîn ku têkoşîna wan bi biryarî û xurt didome.
Hêzên Ewlekariya hindûrîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6ê Îlonê de qonaxa 4emîn a opersyona Ewlehî û Mirovî ya li Kampa Holê da destpêkirin. Di operasoynê de 11 DAIŞî hatin girtin. Operasyona “Mirovî û Ewlehî” ya li kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê du rojan berdewam kir.
Ji 2021an heta niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya YPJ û HSDê 6 operasyonên ewlehiyê li dijî DAIŞê û malbatên wan pêk anîn. Lê şanê veşarî yên DAIŞê dîsa ji nûve zindî dibin û gefê li gelê cîhanê dixwin. Di 2019an de hejmara malbatên DAIŞiyan û kesên biyanî ku li Kampa Holê diman, 74 hezar bû. Ji wan 50 hezar ji malbatên DAIŞiyan bû. Rêveberiya Xweser ji çileya 2025an heta niha 4 hezar û 547 kes kampê şandin malbatên wan. Kampa Holê kampeke herî xeternak a cîhanê ye. Li gorî daneyên Nîsanê bi giştî 13 hezar û 124 penaberên Iraqî û 15 hezar û 805 koçberên Sûriyeyî, 6 hezar û 385 jin û zarokên çeteyên DAIŞî li kampê dimînin. Bi destpêka krîza Sûriyeyê re çeteyên DAIŞê kamp dagir kir û bajarê Holê ji bo çûn û hatina di navbera Iraq û Sûriyeyê de bi kar anî. Di 15ê Mijdara 2015an de HSDê bajarê Holê û kampa wê ji DAIŞê rizgar kirin û tê de koçberên Sûriyeyê yên ji şerê di navbera hikumeta Şamê, komên dewleta Tirk, Cebhet El Nusra û DAIŞê de reviyane, bi cih kirin. Piştî têkbirina DAIŞê di Adara 2019an de li Baxozê ya Dêrazorê nêzî 12 hezar DAIŞî hatin girtin ku niha di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne. Malbatên DAIŞiyan di kampa Holê de hatin bicihkirin. Di buhara 2019an de hejmara kesên li kampê hatibûn bicihkkrin nêzî 74 hezar kes bûn, ji wan 50 hezar ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên sûriyeyî, iraqî û biyanî ne.
Dê li New Yorkê konferansê pêk bînin
Hat diyar kirin ku dê di 26ê Îlonê de li New Yorkê bi beşdariya serokkomar, wezîrê koç û koçberan, şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê, nûnerên Amerîka û hevpeymanên li dijî DAIŞê dê konferansek li ser dosyeya Kampa Holê bê lidarxistin.
‘Me biryar daye ku em DAIŞê biqedînin’
Têkildarî rewşa kampê û têkoşîna li dijî DAIŞê Berdevka YPJê Rûksan Mihemed ji bo Ajansa Welat nirxandin kir û got: “Wekî Hêzên Parastina Jin (YPJ), her wiha YPG û HSD bi salan e em li dijî terora DAIŞê têdikoşin. Ji roja êrîşî Kobanê kirin heta niha têkoşîna me ya li dijî DAIŞê di asta jor de didome. Me soz dabû ku rêxistina terorê ji kokê ve bê qelandin. Me soz dabû ku em mirovahî, gel, civakê, jin û zarokan biparêzin. Em bi biryarin li dijî DAIŞa ku tarîtiyê li cîhanê ferz dike têkoşînê mezin bikin. Terora DAIŞê ku ziman, çand, baweriyan nas nake, bi taybetî li dijî hebûn û xwebûna jinê êrîş pêk anîn û pêk tîne. Ya ku civakê, ziman, çand, rûmet û azadiyê diparêze jin e. Ji ber vê yekê DAIŞ êrîşi nasnameya jinê dike. DAIŞ ji destpêkê heta îro êrîşî nasnameya jinê dike. Di têkoşîna heta niha de gelek berdêlên giranbiha hatin dayîn.”
‘Em parastina jin û civakê dikin’
Rûksan Mihemed destnîşan kir ku têkoşîna li dijî hişmendiya DAIŞê wekî erkekê dibînin û wiha berdewam kir: “Em parastina jin, civak, mirovahî û rûmetê wekî erkekî sereke dibînin. Îro her çend li erdnîgariya Baxozê terora DAIŞê hat tunekirin jî, lê hişmendiya wê ya kuştinê ferz dike, nijadperestî, olperestî û zayendperestiyê ferz dike heta îro didome. Ji ber ev hişmendî li pêş e têkoşîna me ya li dijî vê hişmendiyê bêtir dijwartir dibe. Niha têkoşîna me ya li dijî vê yekê di asta herî jor de ye.”
‘Zarokan bi hişê DAIŞê perwerde dikin’
Dûksan Mihemed da zanîn ku li Kampa Holê 29 hezar malbatên DAIŞî dimînin û wiha pêde çû: “Jinên malbatên DAIŞê li vê kampê vê ferasetê di hiş û jiyana xwe de her dem zindî dihêlin. Bi vê hişmendiyê zarokên xwe perwerde dikin. Ev malbatên DAIŞê yên li Kampê her dem xwe perwerde dikin. YPJ, YPG û HSD gelek caran li dijî vê kampê operasyonan pêk tîne. Em dimînin ku zarok li ji aliyê hişmendiyê ve têne perwerdekirin. Hem di aliyê hişmendî û hem jî di aliyê leşkerî ve têne perwerdekirin. Zarokan fêrî çekan dikin. Wan fêrî şer dikin. Wan ji bo şer amade dikin. Herî dawî 2 rojan li kampê operasyon pêk hat. Lê ev operasyon ne ya yekemîn û ne jî ya dawî ye jî. Heta niha di operasyonan de gelek çek û cebilxane hatin. Gelek şane hatin tespîtkirin. Hem li hundirê kampê û hem jî li dervê kampê şaneyên xwe ava dikin. Çi vara valahî çê dibe sûdê ji vê valahiyê digirin û xwe bi rêxistin dikin. Heta niha 5-6 operasyon di hundirê kampê de pêk hatin. Di van operasyonan de gelek cebilxane û belge hatin bidestxistin. Dikarin bi van çekan êrîşn pêk bînin.”
‘Dewlet erka xwe pêk nînin’
Rûksan Mihemed bal kişand ser rewşa Kampa Holê û ev agahî dan: “Kampa Holê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin. Bi salan e ev kamp li vir e. Bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞê di vê kampê de ne. Her çend hin malbat vedigerin welatên xwe jî lê vegera welatên wan pir kêm e. Ji ber ku êrîşên wan ên li ser civakê didomin. Bêguman li dijî van êrîşan têkoşînek mezin heye. Gelek berdêl jî hatine dayîn. Lê helwesta dewletan û hêzên navdewletî erka xwe baş pêk nîne. Hêzên navdewletî têkoşîna li dijî DAIŞê wekî erkeke xwe nabînin. Ji ber vê yekê vegera van malbatan a welatên wan pir kêm e.
‘Li kampê şanayên razayî hene’
Rûksan Mihemed bal kişand ser têkoşîna dewletên ku malbatên DAIŞê hemelatiyên wan in û wiha berdewam kir: “Dewletên ku malbatên DAIŞê hemwelatiyên wan in û niha li Kampa Holê dimînin, li dijî têkoşîna DAIŞê lawaz dimînin. Niha li Kampa Holê şaneyên razayî yên xwedî hişmendiya cîhadîst, êrîşkar, talankar, kujer, olperest, nijadperest û zayendperest dimînin. Ev şane her tim li vê kampê xwe zindî dihêlin û dixwazin hertim xwe nû bikin.”
‘Armanc parastina hemû cîhanê ye’
Rûksan Mihemed bal kişand ser armanca operasyonên dawî û wiha got: “Armanc ew bu ku ewlehiya hundirê kampê xurt bike. Ne tenê parastina ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, armanc ew e ku hemû cîhanê biparêze. Em dibêjin parastina mirovahiyê parastina civak û civakbûyînê ye.
‘Bombeyek li ber teqînê ye’
Rûksan Mihemed, destnîşan kir ku li dijî DAIŞê û kampa holê çareseriyek mayinde neyê avakirin dê ji bo siberojê xetereyên mezin bi xwe re bîne û wiha berdewam kir: “Ev malbatên DAIŞê yên ji bo Sûriye û cîhanê xeteriyên çawa bi xwe re bîne xuya ye. Em dibêjin ev kamp bonbeyek li ber teqînê ye. Dê cîhanê bi xwe re biheşîne. Ji ber ku di hundirê vê kampê de mejiyê terorîstî tê belavkirin û mezinkirin. Em bûn şahidên komkujiyên Şengalê, Kobanê, Reha û herêmê. Hemû cîhan şahidê vê hovîtiya DAIŞê ye. Li Tebqa, Reqa, Dêra Zor êrîşên hovane pêk anîn. Li vê kampê amadekariya êrîşên mezintir têne kirin. Ji ber vê yekê divê di zûtirîn demê de çareserî bê avakirin. Me gelek caran li ser talûkeya vê kampê û DAIŞê kesên eleqedar agahdar kirin. Li dijî van talûkeyan her dem têkoşîna me heye.”
Divê hemû malbat bibin şahid.”
Rûksan Mihemed da zanîn ku yê herî zêde êş û xetera van êrîşan û komkujiyan jiya ye, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha pêde çû: “Divê malbatên ji DAIŞê êş kişandine di dadgehên darizandina DAIŞê de cih bigirin û şahidê komkujiyan bikin. Divê sûcê sucdaran bînin ziman. Divê li dijî van sûcan dadgeh bêne lidarxistin û DAIŞî bêne darizandin. Malbatên DAIŞî yên vedigerin welatên xwe jî divê li welatên xwe bêne darizandin û hesap ji wan bêne pirsîn. Divê hemû malbat di dadgehan de bêne darizandin. Îro hemû barê vê kampê tenê li ser pişta Rêveberiya Xweser dimîne.”
‘Xeterî ji demên borî zêdetir in’
Rûksan Mihemed xwest saziyên navdewletî û koalîsyon têkoşîna li dijî DAIŞê mezintir bikin û wiha lê zêde kir: “Ji ber xeterî zêdetir in. Divê piştgirîya hêzên navdewletî û koalîsoynê hebe. Divê li gorî erk û berpirsiyariya xwe tev bigere. Heta niha YPJ her dem di van operasyonan de pêşengiyê dikin. Operasyonên li herêmê û li dijî kampan bi pêşengiya YJPê pêk tên. Ji ber ku xeterî herî zêde li dijî fikr, nasname û şoreşa jinê ye. Ji ber vê yekê YPJ pêşengiyêdigire ser milê xwe. Di hemû operasyon û çalakiyan de jin pêşengiyê dikin. Ew soz û biryara me ya em çand, nasname û nirxên gelan biparêzin heye. Di xelaskirina gelên tebqa, Reqa, Dêra Zor û Şengalê û Kobanê de rol û pêşengiya jinê gelek girîng bû. DAIŞ tenê li ser herêmê xeteriyê nake. Li ser hemû Sûriye û cîhanê xeter e. Têkoşîn û xebata me di asta herî jor de ye. Wekî YPJ em her dim li gorî rist û erka xwe tevdigerin. Li gorî soza ku me daye gel em tev digerin. Di milê dîplomasiyê de jî ji bo malbatên kampa Holê û girtîgehan DAIŞî, vegerin welatên xwe helwdan û xebatên me didomin.”
‘Ji bo zarokan gelek navend hatine avakirin’
Rûksan Mihemed bibîr xist ku di warê derûnî û civakî de ji bo zarokên DAIŞê ji vê hişmendiyê bên rizgarkirin gelek navend hatine avakirin û got: “Ev navendên ji bo zarokan hatine avakirin xebatê dikin. Divê civaka navdewletî jî ji bo ewlehî, îstîkrar û aramiya herêmê têkoşîna xwe mezin bike û hevkariya xwe pêşbixe. Divê koalîsyona navneteweyî ji bo ewlehî û aramiya herêmê têkoşîna xwe mezintir bike. Ji bo cîhaneke ewle, aram û bê teror divê hemû hêzên navdewletî û koalîsyon erka xwe pêk bîne. Ji bo gel azad, bi ziman, çand, nasname û aram bijî divê teror ji holê rabe. Li ser vî esasî em têkoşîna xwe mezintir dikin. Dema ewlehî û îstîkrar tune be, DAIŞ xwe mezintir û çalaktir dike. Sûdê van valahiyan digire û xwe xurt dike. Êrîşên DAIŞê îstîkrar û aramiyê xera dike. Ji ber vê yekê têkoşînek hevpar û bi îstîkrar lazim e.
Eger li Sûriyê pergalek demokratîk neyê avakirin û hemû çand û nasname neyê qebûlkirin dê lawazî pêş bikeve û DAIŞ dê xwemezin bike û planên xwe yên nû têxe dewrê.”
‘Şaneyên razayî zêde bûne’
Rûksan Mihemed bilêv kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaneyên razayî yên DAIŞê zêde bûne û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku li Sûriyeyê îro navendîbûn heye. Hişmendiya xwe esas digire û yên din tune dike heye. Ji ber demokrasî tune û feraseta jinan, çandan, nasnameyan û baweriyan nas nake heye. DAIŞ ji vê navendê hêz dikigere. Helwesta hikûmeta demkî ya Şamê hêzê dide DAIŞê Îro jî wekî YPJê li her derê û her demê de em her dem ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê amade ne. Têkoşîna me ya li dijî terorê heta niha her dewam kiriye û heta terora DAIŞê tune bibe dê têkoşîna me her dem bi biryar û îstîkrar bidome.”