Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê stasyona kehrebê ya bajarê Til Temirê topbaran kirin. Ji ber topbaranê stasyon ji xizmetê derket.
Komên çekdar ên girêdayî Artêşa dewleta Tirk stasyona kehrebê ya li gundewarê rojavayê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kir. Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi dest xistine, di encama topbaranê de stasyon ji xizmetê derket û kehrebe qut bû.
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî diyar kir ku di êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên li dijî gundên Um el-Kaif, Tel Tavel û Tavele yên Til Temirê de stasyonên karebê têk çûne. SOHRê da zanîn ku di encama êrîşên Tirkiyeyê de stasyona karebayê ya gundê Um el-Kaifê ji xizmetê derketiye.