Stranbêj Pinar Aydinlar a ku ji ber posterê Seyîd Riza der barê wê de lêpirsîn hat destpêkirin, ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Stranbêj Pinar Aydinlar di Hevdîtinên Çandê yên Dêrsimê ya li Yenîkapiya Stenbolê hatibû lidarxistin de posterê Seyîd Riza vekiribû. Ji ber vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê Pinar Aydinlar de lêpirsîn da destpêkirin. Piştî lêpirsînê Pinar Aydinlar li ser hesabê xwe yê Xê twît belav kir û got: “Ez hatime desteserkirin.”
Serdozgeriyê bi îdiaya “Pesindayîna sûc û sûcdar” lêpirsîn derbarê Pinar Aydinlar de daye destpêkirin.