• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Eşkerekirina cihê gora Seyîd Riza ji bo aştiyê gelek girîng e’

Wan / AW

15 MIJDAR 2025 - 14:21
Kategorî: ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê diyar kir ku rûbirûbûna bi Komkujiya Dêrsimê re ji bo pêkvejiyanê pêdiviyeke mezin e û got: “Eşkerekirina cihên gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî ji bo aştiyeke mayînde gelek girîng e.”

Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, bi boneya salvegera 88emîn a darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em qirkirina Dêrsimê ji bîr nakin, em Seyîd Riza û hevrêyên wî bi rêzdarî bi bîr tînin” hat vekirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, Parlamenterê DEM Partiyê Mahmûd Dîndar, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Wanê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

‘Banga birêz Ocalan banga pêkanîna edaletê ye’

Metna daxuyaniyê tenê bi Tirkî hate xwendin. Metna daxuyaniyê ji hêla rêveberê DEM Partiyê Îlhan Gunay ve hat xwendin. Îlhan Gunay diyar kir ku Terteleya Dêrsimê ku di dîroka komarê de rûreşiya herî mezin e û pergala netew-dewletê ya li dijî bawerî û nasnameyan nayê qebûlkirin. Îlhan Gunay da zanîn ku hişmendiya yekparêz dixwaze bi qetlîaman, polîtîkayên bişaftinê hwd. xwe li ser pêyan bigire û wiha got: “Avakirina komareke demokratîk bi guherandina kodên kevneşopî û înkarê yên netew-dewletê pêkan e. Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya rêzdar Ocalan, di heman demê de banga eşkerekirina heqîqetan, pêkanîna edaletê û parvekirina êşan e. Rûbirûbûna bi Komkujiya Dêrsimê re ji bo pêkvejiyanê pêdiviyeke mezin e û bidawîkirina polîtîkayên bêgoriyê û eşkerekirina cihên gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî ji bo aştiyeke mayînde gelek girîng e. Em careke din Seyîd Riza û hevrêyên wî yên ku têkoşîneke bêhempa dane bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.”

Daxûyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.

Etîket: Platforma Saziyên Demokratîk a WanêSeyid Riza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê 4ê Nîsanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Li Wanê 4ê Nîsanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

4 NÎSAN 2026
Wan ji bo Baran Ebdî meşiya: Em Rojava bi tenê nahêlin

Wan ji bo Baran Ebdî meşiya: Em Rojava bi tenê nahêlin

26 ÇILE 2026
Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

8 ÇILE 2026
Seyîd Riza û hevrêyên xwe li Şirnexê hatin bibîranîn

Seyîd Riza û hevrêyên xwe li Şirnexê hatin bibîranîn

15 MIJDAR 2025
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

15 MIJDAR 2025
Keskîn Bayindir: Ji Dêrsimê heta Cizîrê divê birînên Kurdan bên dermankirin

Keskîn Bayindir: Ji Dêrsimê heta Cizîrê divê birînên Kurdan bên dermankirin

15 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeynep Mûrad: Divê li gor berjewendiyên Kurdan fikreke neteweyî were avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erka Tom Barrack bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş: Yilmaz Çerçel berdin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (764)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne