Êlih – Stranbêj Şêrzat derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ve hatiye destpêkirin destnîşan kir ku pêwîst e rojek beriya rojekê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û wiha got: “Şert û mercên jiyana wî teqez divê bên guhertin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkî sal û nîvekê ye pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daye destpêkirin. Ev pêvajo di rojeva siyasî ya Kurdistan û Tirkiyeyê bûye cihê gelek nîqaşan li ser azadiya fîzîkî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û bi vê yekê re jî tecrîdeke giran li serê tê meşandin. Her wiha tevî nîqaşa statuya Abdullah Ocalan jî hê jî ji aliyê dewleta Tirk ve tu geveke şênber nehatiye avêtin. Stranbêjê Kurd Şêrzat (Adil Arslan) derbarê pêvajoya siyasî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Divê azadiya fizîkî tavilê pêk bê’
Şêrzat diyar kir ku ji salekê zêdetir e bi ser pêvajoyê re derbas bûye û got ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û rêxistina ku daye avakirin ve gelek gavên şênber hatine avêtin û wiha axivî: “Bi vê yekê re paragdîgmayeke nû jî hat avakirin. Êdî lêgerin li ser milê siyaseta nû û hin milên cuda ne û divê gavên şênber bên avêtin. Lê ev rastiyeke dewlet qet otorîteya xwe naguherîne û naxwaze desthilatdariya xwe ji dest bide. Dewlet di avêtina gavên demokratîk de bi tiralî tevdigere. Her meh dibêjin em ê gav biavêjin, lê tiştek xuya nake. Aliyek gav biavêje, aliyê din gav neavêje ev problem e. Devlet Bahçelî jî gelek caran dibêje kevakok bi yek perî nafire. Lê li gorî gotina xwe tevnagerin. Ger ku gav neyên avêtin îhtîmaleke mezin dê xitimandin çêbibe. Û divê rojek zûtir azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî pêk bê. Her wiha ji xeynî Rêber Apo gelek girtiyên azadiyê bi awayekî bê hiqûqî tên girtin û nayên berdan. Ger ku wisa be hevsengî jî pêk nayê. Lê ya rastî jî tişta ku Rêber Apo dide meşandin tiştekî gelekî mûazam e. Em bi hemû nêrînên xwe û fikrên xwe dispêrin Rêberê xwe. Em pê bawerin lê hewceye ku şert û mercên jiyana wî teqez divê bêne guhertin. Azadiya fîzîkî ya Rêbertî ji bo vê pêvajoyê jênevegere.”

‘Ew ê Kurd êdî nebin lîstikên tu kesî’
Şêrzat anî ziman ku eger azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyê û danûstendinên heyetan, hunermendan, rojnamevanan û her wiha yên hemû rewşenbîran pê re çênebin dê gelek hêlên pêvajoyê kêm bimîne û wiha got: “Em êdî li Tirkiyeyê qala Komereke Demokratîk dikin. Dema ku gavên demokratîk bêne avêtin divê teqez zagonên demokratîk jî bêne derxistin. Dema ku mijar dibe destkeftiyên gelê Kurd tehemûla nijadperestiya Tirkiyeyê tune ye li hember Kurdan. Ger ku li heyvê jî destkeftiyên Kurdan çêbibin dê mudaxeleyê heyvê jî bikin. Dê wirê jî xerabikin û ew ê serûbinê hev bikin. Lê êdî konjektora cîhanê hatiye guhertin û Kurdan jî êdî xwe gihetindine zanistê û zanebûnê. Di gelek cihan de xwe li pêş xistine û dîplomasiyeke xurt didin meşandin. Dibe carinan kêmasî jî derên, lê ev yek di mudaxeleya dawî ya Rojava de derket pêşiya me. Ger ku Kurdan li wir û li her sê parçeyên Kurdistanê û Dîasporayê ranebûna ser piyan dê dor bihatana ser Başûr û parçeyên dinê jî. Lê hesabê hêzên hegamon li hev nekir. Lê serok Apo jî di gotineke xwe de gotibû ku ew ê Kurd êdî nebin lîstikên tu kesî.”
‘Kurd li dijî hêzên hegemon bûn yek dil’
Şêrzat di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku êdî Kurd çarenûsa xwe bi xwe diyar dikin û wiha got: “Hêzên hegemon digotin em ê hevdîtinên xwe bi yek partî re bikin. Lê hesabên gel ji bîr dikirin. Her çiqas li hin herêman Serok an jî desthilatdarî hebin jî lê hesabê gel divê tu carî neyê paşguhkirin. Lê li gelek qadên Başûr serhildanên mezin derketin pêş. Li wir hemû partiyên siyasî, gel û kesên ku dostên wan bûn ji bo Rojava derketin qadan û serhildanan kirin. Xwestin ku Kurdan ji xwe re bikin weke hêzeke leşkerî. Lê Kurdan bi îradeya xwe û bi yekîtiya xwe û bi yek diliya xwe biryara xwe dan. Bi rûniştinê û danûstendinê bi tenê çênabe. Elbet di aliyê fikrî de danûstendin dê hin tişt çêbibin. Lê hewceye em li ser pêya bin û em dikaribin destê Serok xurt bikin. Da ku ev pêvajo bigihêje encameke baş. Û siyaset demokratîk bibe û ji bo ku hemû zanayên Kurd dikaribin fikra xwe bi azad li cîhanê belav bikin.”












