Li Strasbûrgê ji bo meşa bi şîara, “Azadî ji Rêber Apo re, statû ji Rojava re” tê lidarxistin amade ye. Ji bo meşa dê seat 12.00an destpê bike bi deh hezaran kes dest bi kombûnê kir.
Sazî û dezgehên Kurdistanî yên li Ewropayê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê, daxwazkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statû xwestina ji bo Rojavayê Kurdistanê bi şîara, “Azadî ji Abdullah Ocalan re, statû ji Rojava re” li dar dixin. Ji gelek welatên Ewropayê bi hezaran Kurdistaniyan berê xwe dan Strasbûrgê. Bi deh hezaran kes ji bo beşdariya meşê niha de li cihê starta meşê kom bûn.
Rengên Kurdistanî li kolanan e
Girseya kom bi kom diherikin cihê meşê alên rêxistin û partiyên Kurdan, pankartên daxwaza azadiya Ocalan û statûya Rojava dikin li kolanên Strasbûrgê digerînin. Ligel barîna baranê jî welatiyên sêwanên xwe vekirine bi sloganên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” berz dikin. Meş dê bi mitîngehê dawî bibe û gelek siyasetmedar û dostên gelê Kurd jî dê tev lê bibin.













