Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bi rêya telefonê li gel Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî axivî û rewşa ewlehiya Sûriye û metirsiya li ser ewlekariya herêmê guftugo kirin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bi rêya telefonê li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re axivî. Di peywendiyê de her du aliyan geşedanên herî dawî, ewlekariya Sûriyeyê û bandora wê li ser ewlehî û aramiya herêmê û navxweyiya Iraqê hate guftugokirin. Sudanî tekezî li ser parastina yekparçeyiya xaka Sûriyeyê kir.
Her wiha Sudanî anî ziman ku divê di çareserkirina pirsgirêkan de zimanê diyalogê were bikaranîn û mafê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê were misogerkirin.
Sudanî diyar kir ku divê rêgirî li terorîstan were kirin ku nekarin ji girtîgehan birevin û li ser ewlehiya Sûriye, Iraq û herêmê giştî nebin metirsî.












