Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku di salvegera 10emîn a kuştina xwe de li ber Minareya Çarling hate bibîranîn. Birayê Elçî, Ahmet Elçî diyar kir ku Tahir Elçî ji bo ku got, “PKK ne rêxistina terorê ye, rêxistinek siyasî û aştîxwaz e” hate kuştin.
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28e Mijdarê 2015an de li ber Minareya Çarling a li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû kuştin. 10 sal bi ser kuştina Elçî re derbas bû. Bi pêşengiya Baroya Amedê bernameya bîranînê hate lidarxistin. Bi boneya bîranîna Tahir Elçî li pêşiya Edliyeya Amedê bi sedan parêzer kom bûn û heta ber Minareya Çarling meşiyan. Serokên gelek baroyan, parlamenterên DEM Partiyê û CHPê, gelek parêzer û welatî tev li meşê bûn. Di meşê de pankarta “Em te ji bîr nakin” û wêneyên Tahîr Elçî hat vekirin. Di meşê de bênavber dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin. Girse piştî ku gihîşt ber Minareya Çarling seata ku Tahîr Elçî lê hatibû kuştin, saet di 10.53an de rêz hat girtin.

‘Kesên Tahir Elçî kirin hedef, aştiyê jî kirin hedef’
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç ewilî daxuyanî da û diyar kir ku 10 sal in ji bo aştiyê dimeşin û got: “Hûn li doza Tahir Elçî xwedî derketin. Tahir Elçî bi suîkasteke siyasî hate kuştin. Doza hate vekirin jî daxwaza edeletê dernexist holê. Tahir Elçî ne tenê hiqûqnasek bû, Tahir Elçî parêzerê mafên mirovan bû. Parêzerê kesên ku mafên wan dihat binpêkirin bû. Tahir Elçî ji bo aştî were înşakirin gelek ked da. Lê îro kuştina Tahîr Elçî hê jî nehatiye ronîkirin. Li ser vê axê şer nedixwest. Gotina Tahir Elçî ‘em şer naxwazin’ hê jî di guhên me de ye û olan dide. Kesên Tahîr Elçî hedef girt aştiyê jî hedef girt. Em li vir dîsa dibêjin, heta ku heqîqet dernexin holê aştî jî pêk nayê. Em wekî Baroya Amedê bang dikin ‘Divê berpirsiyarên kuştina Tahir Elçî werin dîtin’. Birêz Tahir Elçî keda te îro di nava hempêşiyên te de zindî ye û em xwedî li keda te derdikevin. Em biryarin, heta ku aştiyê bînin vî welatî em ê têbikoşin.”

‘Divê rastî derkeve holê’
Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan jî axivî û destnîşan kir ku îro ji bo rastî derkevê holê li vir in û ev tişt anîn ziman: “Ev 10 sal in heman daxwaz li vir tên kirin. Dema ku polîtîkaya bêcezahiştinê ji vî welatî rabe, em ê bibêjin aştî hat vî welatî.”
‘Tahîr Elçî dizanibû ku bi çekan aştî nayê’
Paşê jî kekê Tahîr Elçî, Ahmet Elçî axivî û bi bîr xist ku zext li ser Tahir Elçî hatin kirin, gef lê hatin xwarin û wiha got: “Bi Tahir Elçî xwestin gotina ku ‘PKK rêxistina terorê ye’ bidin gotin. Lê Tahir Elçî got, ‘PKKê ne rêxistina terorê ye. Rêxistineke mirovî û aştîxwaz e. Tahir Elçî dizanibû ku bi çekan aştî pêk nayê ji bo wê li vir got em çekan naxwazin paşê jî hate kuştin.”
Piştî axaftinan beşdarên bîranînê qerenfîl danîn ber lingê Minareyê û bernameya li vir bi dawî bû.


































