• Nûçeyên Herî Dawî
Tahîr Elçî di salvegera 9emîn de tê bibîranîn: Dewletê nexwest bersûcan ceza bike

Tahîr Elçî di salvegera 9emîn de tê bibîranîn: Dewletê nexwest bersûcan ceza bike

15 SIBAT 2025 - 11:15
Barê jiyanê li pey xwe dikişînin

Barê jiyanê li pey xwe dikişînin

27 HEZÎRAN 2025 - 09:06
‘Divê jin kolan bi kolan ji bo azadiya xwe bixebitin’

‘Divê jin kolan bi kolan ji bo azadiya xwe bixebitin’

27 HEZÎRAN 2025 - 08:10
Kasim Firat: Berxwedana sed salî Kurd kirin aktor

Kasim Firat: Berxwedana sed salî Kurd kirin aktor

27 HEZÎRAN 2025 - 08:05
ROJEVA 22ê HEZÎRANA 2025an

ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2025an

27 HEZÎRAN 2025 - 08:00
Rojnameger Yoksû hat girtin

Rojnameger Yoksû hat girtin

26 HEZÎRAN 2025 - 20:00
Doza kuştina Ûytûn ê 18 mehî sibe ye

Bêrsûcê Mehmet Ûytûn careke din nehat girtin

26 HEZÎRAN 2025 - 16:25
Rojnameger Zeynep Durgut giliyê kesên gef lê xwaribûn kir

Rojnameger Zeynep Durgut giliyê kesê gef lê xwaribû kir

26 HEZÎRAN 2025 - 16:03
‘Divê raporên CPT ji raya giştî re bên parvekirin’

‘Divê raporên CPT ji raya giştî re bên parvekirin’

26 HEZÎRAN 2025 - 15:09
Li Sûrê ciwanekî 28 salî di avê de xeniqî

Li Sûrê ciwanekî 28 salî di avê de xeniqî

26 HEZÎRAN 2025 - 13:56
Ceza xera bû û rojnameger Ertaş beraet kir

Ceza xera bû û rojnameger Ertaş beraet kir

26 HEZÎRAN 2025 - 13:42
Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê sibê dest pê dike

Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê sibê dest pê dike

26 HEZÎRAN 2025 - 12:21
Heyeta Îmraliyê: Pêvajo gihîştiye qonaxeke girîng

Heyeta Îmraliyê: Pêvajo gihîştiye qonaxeke girîng

26 HEZÎRAN 2025 - 12:12
Heyeta Îmraliyê bi Nûman Kurtulmuş re civiya

Heyeta Îmraliyê bi Nûman Kurtulmuş re civiya

26 HEZÎRAN 2025 - 11:00
Xizmên ‘çeteya fihûşê’ gef li rojnameger Zeynep Durgut xwarin

Xizmên ‘çeteya fihûşê’ gef li rojnameger Zeynep Durgut xwarin

26 HEZÎRAN 2025 - 09:40
Lehengekî serhildêr: Keremê Elî

Lehengekî serhildêr: Keremê Elî

26 HEZÎRAN 2025 - 08:36
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 HEZÎRAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kasim Firat: Berxwedana sed salî Kurd kirin aktor

    Kasim Firat: Berxwedana sed salî Kurd kirin aktor

    ROJEVA 22ê HEZÎRANA 2025an

    ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2025an

    Rojnameger Yoksû hat girtin

    Rojnameger Yoksû hat girtin

    Doza kuştina Ûytûn ê 18 mehî sibe ye

    Bêrsûcê Mehmet Ûytûn careke din nehat girtin

    Rojnameger Zeynep Durgut giliyê kesên gef lê xwaribûn kir

    Rojnameger Zeynep Durgut giliyê kesê gef lê xwaribû kir

    ‘Divê raporên CPT ji raya giştî re bên parvekirin’

    ‘Divê raporên CPT ji raya giştî re bên parvekirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Kasim Firat: Berxwedana sed salî Kurd kirin aktor

    Kasim Firat: Berxwedana sed salî Kurd kirin aktor

    ROJEVA 22ê HEZÎRANA 2025an

    ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2025an

    Rojnameger Yoksû hat girtin

    Rojnameger Yoksû hat girtin

    Doza kuştina Ûytûn ê 18 mehî sibe ye

    Bêrsûcê Mehmet Ûytûn careke din nehat girtin

    Rojnameger Zeynep Durgut giliyê kesên gef lê xwaribûn kir

    Rojnameger Zeynep Durgut giliyê kesê gef lê xwaribû kir

    ‘Divê raporên CPT ji raya giştî re bên parvekirin’

    ‘Divê raporên CPT ji raya giştî re bên parvekirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tahîr Elçî di salvegera 9emîn de tê bibîranîn: Dewletê nexwest bersûcan ceza bike

Bîlal Guldem / AW

15 SIBAT 2025 - 11:15
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Amed – Bersûcên cînayeta Serokê Baroya Amedê Tahîr Tahîr Elçî hatibûn beraetkirin. 9 sal in kujerên wî nehatine cezakirin. Tahîr Elçî di salvegera 9emîn de tê bibîranîn. Seroka Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç bi boneya salvegera qetilkirinê diyar kir ku dewletê bersûcên cînayeta Tahîr Elçî parast û nexwest ceza bike.

Seroka Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28ê Mijdara 2015an de dema li ber Minareya Çar Ling a navçeya Sûra Amedê ji bo parastina dîroka minareyê û şarastaniya Sûrê daxuyanî dida, li ber çavê kamerayan hat qetilkirin. Tevî ku li ber çavê kamerayan ango rojnamevanan hat qetilkirin jî lê kujerên wî nehatin derxistin û çend salan dosyeya lêpirsînê veşarî hat hiştin. Piştî têkoşîna hiqûqî ya Baroya Amedê û hiqûqzanan dosyeya lêpirsînê bi encam bû.

Lêpirsîna têkildarî cînayeta Elçî, ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat birêvebirin û 4 sal û nîv piştre ango di 20ê Adara 2020an de hat temamkirin. Derheqê polîsên bi navên Sînan Tabur, Fûat Tan û Mesût Sevgî de ku di dema cînayetê li cihê bûyerê bûn û niha hêj li ser peywira xwe ne de bi sûcên “Bi qisûra zanebûn bûne sedema mirinê” doz hate vekirin. Ji bo bersûcê firarî Ugur Yakişir ku ji heman dosyayê tê darizandin jî bi îdiaya “Kuştina 2 polîsan û xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” doz hate vekirin.

Di 12ê Hezîrana 2024an de danişîna biryarê ya dozê li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin û dadgehê der barê her sê polîsan de biryara beraetê da. Dosyeya doza cînayeta Elçî niha li Dadgeha Îstînafê li benda biryarê ye.

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç der barê bîranîn û necezakirina bersûcan de ji ajansa me re axivî.

‘Jiyana xwe ya kurdewar parast’

Abdulkadîr Guleç destnîşan kir ku Tahîr Elçî şexsek polîtîk bû û wiha got: “Hem zimanê kurdî û hem çanda kurdî di jiyana xwe de diparast. Dema piştî zanîngehê ez hatim Amedê ku dest bi parêzeriyê bikim, min Tahîr Elçî nas kir. Di sala 98an de min wî nas kir. Ew di kongreya sala 98an de ket rêveberiya baroyê. Min û wî di kursek îngîlîzî de hev baş nas kir. Çend serdeman di rêveberiya baroyê de cih girt û paşê bû cîgirê serokê baroya Amedê. Di sala 2012an de jî bû serokê baroya Amedê.”

‘Her tim gef lê hatine xwarin’

Abdulkadîr Guleç anî ziman ku Tahîr Elçî di jiyana xwe ya parêzeriyê de her tim dosyeyên ku kesên ji aliyê dewletê ve neheqî li wan hatibû kirin, dişopand û wiha domand: “Wek mînak li dosyeya Ûgûr Kaymaz, doseya JÎTEMê ya Temîzoz şopand. Di jiyana wî de her tim parastina mafê mirovan hebû. Li Cizîrê jî van dosye û dozên JÎTEMê şopandin. Li gorî ku wî yek caran ji me re digot, li Cizîrê rastî gefên dewletê hatiye. Ji ber vê yekê neçar maye ku ofîsa xwe bigire û hatiye Amedê. Li Amedê jî gefên li dijî wî dewam kir.”

‘Îşkence lê hatibû kirin’

Abdulkadîr Guleç bi bîr xist ku Elçî di sala 1994an de li ser beyanê îtîrafkarekî tê girtin û got: “Di Zindana Amedê de girtî ma. Piştre beraet kir. Cara ewil dema hê li Zanîngeha Dîcleyê xwendekar e di sala 1988an de tê binçavkirin. Jin min re behsa vê binçavkirina xwe kiribû. Behsa ku îşkence çawa lê hatiye kirin, dikir. Heta kesê îşkence lê kiribû bi nav jî dikir. Dadger Orhan Gazî Erçetîn di makaleyek xwe de behsa 88an de îşkenceya li Tahîr Elçî hatibû kirin, dikir. Çimkî Tahîr Elçî ji wî dadgerî re jî behsa wê îşkenceyê kiribû. Ew dadger wê îşkenceyê bi nivîsekî kir rojevê.

‘Hanîfî Avci îşkence li min kiriye’

Tahîr Elçî ji min re bi devkî behs kir; Hanîfî Avci wê çaxa ku îşkence li Elçî hatiye kirin, rayedarê Midûriyeta Polîsan a Amedê bû. Hanifî Avci di pirtûka xwe ya bi navê “Haliç’te Yaşayan Simonlar, Dün Devlet Bugün Cemaat” behsa îşkenceya li Midûriyeta Polîsan a Amedê li kesekî hatiye kirin, dike. Di sala 2009an de di pirtûkê de ew îşkence hatibû tespîtkirin. Elçî digot ‘ew îşkenceya li wî kesî hatiye kirin, li min jî hatiye kirin’. Bi kîjan rê û rêbazan îşkence li wî kesî hatibû kirin bi heman rêbazî li min jî hatibû kirin. Elçî digot ‘nexwe Hanîfî Avci îşkence li min kiriye’.”

‘Jiyana wî mişt parastina mafên mirovan bû’

Abdulkadîr Guleç da zanîn ku jiyana Tahîr Elçî di nava têkoşîna mafê mirovan de bihûrî û wiha pê de çû: “Tahîr Elçî doseyeyên şewitandin û kesên di bîrên asîtê de hatin kuştin teqîb dikir. Parêzeriya welatiyên mexdûr dikir. Tenê ne serokê baroyê bû. Her tim gefên ku lê dihatin xwarin, bi min re parve dikir. Tahîr Elçî li dijî şer bû. Kesek aştîxwaz bû. Her tim tevdîrê xwe digirt. Digot wê zirarê bidin min. Cemal Temîzoz û Kamîl Atak jî ji dosyeyên JÎTEMê dihatin darizandin û her tim gef li Tahîr dixwarin. Lê tevî van gefan jî gav bi paş ve neavêt. Piştî Tahîr Elçî hat qetilkirin, wan kesan ji dosyeyê beraet kirin.”

‘Tahîr Elçî bêtirs fikrên xwe dianî ziman’

Abdulkadîr Guleç bal kişand ser pêvajoya ku Elçî ber bi pêvajoya cînayetê ve biriye û wiha axivî: “Tahîr Elçî bêtirs fikrên xwe dianî ziman. Di wê bernameyê de jî tiştekî hiqûqî got. Gotin û peyvên wî bingeha xwe ji hiqûqê, prensîbên navneteweyî, qanûnên navneteweyî digirt. Di wê bernameyê de jî van tiştan anî ziman. Bêtirs anî ziman. Piştre li ser medya civakî hat lînckirin. Kurd bi tevahî xwedî lê derketin. Lê rayedar kes xwedî lê derneketin. Lê heta dawiyê hevalên wî û siyaseta kurd xwedî lê derket.

Piştî bernameyê lêpirsîn derbarê wî de hat destpêkirin. Li hemberî dozger û dadger jî tiştên li bernameyê got, li rûyê wan jî dubare kir. Di jiyana xwe de tim bi îstîkrar bû. Tiştekî bêhemdê xwe yanî bi tesadufî nedigot. Gotinên xwe eşkere digot. Di aliyê hiqûqê de em gelek tiştan jê hîn bûn. Jiyana wî jiyanek bi rûmet bû, jiyanek têr û tije têkoşîn bû.”

Abdulkadîr Guleç diyar kir ku niha ew li şûna wî li baroyê ne, xwedî li mîrasa wî derdikevin û got: “Hatine me ya ser wezîfeyê li şûna Tahîr Elçî ji bo me rûmet e. Em ê doza Tahîr Elçî berdewam bikin.”

Hat xwestin ku dosyeya Elçî faîl nediyar bimîne

Abdulkadîr Guleç anî ziman ku jiyana Elçî ya di ber dosyeyên faîlî meçhûl û polîtîkaya bêcezahiştinê re derbas bû di heman demê de hat xwestin dosyeya cînayeta wî jî bi faîl nediyar re rû bi rû bimîne û wiha got: “Tahîr Elçî dosyeyên kesên di binçavan de hatibûn kuştin û windakirin diparast. Parastina windayan û kuştiyan hem di nav dar daraza Tirkiyeyê de hem jî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dikir. Lê mixabin dosyeya Tahîr Elçî jî rastî tiştekî wisa hat. Dewlet ku bixwaze dikare vî tiştî zelal bike, faîlên wî bibîne û derxe ber dadgehê û ceza lê bibire. Lê piştî ku Tahîr Elçî hat qetilkirin, pir kesan, pirr siyasetmedaran, Wezîrê Dadê yê wê demê soz dan û gotin kesê Tahîr Elçî qetil kiriye bibînin û derxin pêşberî mahkemeyê. Lê ew soza xwe bicih neanîn. Me jî soz da em hêvîdarin em ê soza xwe bicih bînin û heta ku em karê hiqûqê bikin em ê vê dozê bişopînin. Ev ne tiştekî hêsan e ku em ji bîr bikin. Tahîr Elçî hem ji bo baroyê hem jî ji bo gelê me kesayetek xwedî bi rûmet bû. Gerek em xwedî li mîrasa wî derkevin.”

‘Dewlet faîlan diparêze’

Abdulkadîr Guleç bal kişand ser polîtîkaya bêcezahiştinê û wiha domand: “Kesên ku muxalîf be û muxalîfbûnê dike tên kuştin. Mîna Vedat Aydin, Mûsa Anter, Medet Serhat, Kemal Kurkut, Ûgûr Kaymaz… Ev bi destên polîsan hatin kuştin. Dewlet nahêle ku ev faîl bên cezakirin. Polîtîkaya bêcezahiştinê viya ye. Tu çiqas di mahkemeyê de hiqûqê biparêzî û parastinê bikî jî lê dewlet ceza nade van faîlan. Dosyeya Tahîr Elçî jî wisa kirin, bi bêcezahiştinê bidawî bû. Dosye niha li Dadgeha Îstînafê ye. Ev qetilkirin li ber kamerayê hat qewimandin. Lê gelo ev dosye çawa bêceza tê hiştin, ew kes tên beraetkirin? Hişê merivan nagire. Dewlet nahêle mirovê ji bo wê dixebite, were cezakirin. Mantiqa vê meseleyê ev e. Dewlet van kesan diparêze. Çavê xwe li hemberî wan digire û naxwaze bibîne. Dernaxe pêş mahkemeyê.”

Dê têkoşîna ji bo doza Elçî bidomînin

Abdulkadîr Guleç herî dawî diyar kir ku ew li benda biryara Dadgeha Îstînafê ne û got: “Piştî biryara îstînafê em ê li gorî wê têkoşîna xwe bimeşînin. Lê divê îstînaf vê biryara beraetkirina faîlan xera bike û ew kes bên cezakirin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Barê jiyanê li pey xwe dikişînin

Barê jiyanê li pey xwe dikişînin

27 HEZÎRAN 2025
‘Divê jin kolan bi kolan ji bo azadiya xwe bixebitin’

‘Divê jin kolan bi kolan ji bo azadiya xwe bixebitin’

27 HEZÎRAN 2025
Kasim Firat: Berxwedana sed salî Kurd kirin aktor

Kasim Firat: Berxwedana sed salî Kurd kirin aktor

27 HEZÎRAN 2025
ROJEVA 22ê HEZÎRANA 2025an

ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2025an

27 HEZÎRAN 2025
Rojnameger Yoksû hat girtin

Rojnameger Yoksû hat girtin

26 HEZÎRAN 2025
Doza kuştina Ûytûn ê 18 mehî sibe ye

Bêrsûcê Mehmet Ûytûn careke din nehat girtin

26 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2025 (410)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne