Serokê YNKê Bafil Talabanî ji bo Newroza Amedê peyam şand û got: “Îşelah bername û plana te em ê bi hev re biqedînin heval Apo. Îşelah di demeke nêz de em ê te bi awayekî azad bibînin.”
Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talabanî jî ji bo Newroza Amedê peyamek şand. Peyama Bafil Talabani wiha ye: “Silav Kurd û Kurdistan, silav hevalên hêja, silav zarokên xweşik ku niha li wir sekinîne, silav heval Abdullah Ocalan, silav Serok. Cejna we ya Newrozê pîroz be, îşelah tim di cejnê de bin. Di vê dema hesas de ku girîng e, yekgirtîbûna me ye, yekgirtîbûna hemû Kurdan e yekgirtîbûna her çar parçeyê Kurdistanê ye.
‘Îşelah di demeke nêz de em ê te bi awayekî azad bibînin’
Silaveke taybet, rêzeke taybet ji bo hemû aliyên ku beşdarî projeya aştiyê ya heval Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Îşelah di demekî herî nêz de têm xizmeta te heval Apo. Îşelah bername û plana te em ê bi hev re biqedînin. Îşelah di demekî nêz de em ê te bi awayekî azad bibînin. Hûn hemû dizanin Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) her tim bi we re bûye. Niha sozekê didim we her tim ji bo we dibe her tim ji bo we xebat dike û her tim li ser serê min û çavên min. Hûn bi xwe jî dizanin ku xwezayeke min heye ya ku dibêjim bi cih tînim. Soz didim we hemûyan. Saleke din hûn ê min bi video nebînin. Ez ê saleke din di xizmeta we de bim. Her bijîn. Cejna we pîroz be. Li ser ser û ser çavan.”













