Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack serdana Bafil Talabanî kir. Bafel Talabanî diyar kir ku di serdanê de ew li ser pêşeroja Iraqê û bi giştî herêmê axivîne.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê û Sefîrê Amerîkayê yê Enqereyê Tom Barrack li bajarê Silemaniyeyê ya Başûrê Kurdistanê serdana Serokê Partiya Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî kir. Di serdanê de cigirê Serokê Giştî yê YNKê Kubat Talabanî jî amade bû.
Bafil Talabanî li ser hesabê xwe yê Xê serdana Tom Barrack ragihand û ev parvekirin kir: “Mijara serekê ya civînê avakirina hikumeteke li Iraqê bû. Li ser sedemên avakirina hikûmeteke li Bexdayê gotûbêj hatin kirin. Me li ser divê Iraq xweser û serkeftî be li hev kir. Her wiha li ser ava kirina hikûmeta herêma Kurdistanê jî gotûbêj kir.”













